Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Boga, di 2’ê Kanûna 2022’an de hatibû girtin û li Girtigeha Jinan a Sîncanê dihat ragirtin. Zeynep Boga, ji Girtîgeha Jinan a Sincanê serbest hat berdan. Endam, rêveber û parlamenterên DEM Partiyê Boga li pêş girtîgehê pêşwazî kirin.
Boga, piştî hat berdan, li pêş girtîgehê axivî û diyar kir ku heta pirsgirêka kurd, pirsgirêka jinan çareser nebe û tecdîr bi dawî nebe, dê têkoşîna xwe berdewam bikin.