Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, di civînê de polîtîkayên AKP’ê yên şer rexne kir û diyar kir ku îqtîdara AKP-MHP’ê têkçûna xwe û qeyrana aborî bi şer vedişêre.
Gunay, hewldana AKP-MHP’ê ya operasyona leşkeri ya li dijî Rêveberiya Xwqeser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê jî bi tundî rexne kir û xwest bi taybetî hêzên muxalif li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman.
Gunay, destnîşan kir ku pereyên gel kom didikin û qasayên xwe tijî dikin û yên din ji li şer xerç dikin. Gunay, bal kişand ser qeyrana aborî jî û wiha got: “Îqtîdar zexîre, xaza xwezayî û pêdiviyên gel zem dike. Rêveberiya qesrê li şûna hesab bide, dibêje ‘Hûn dizanin heqê guleleyekê çiqas e?’ û parastinê dike. Her ku îqtîdar hêza wê kêm dibe xwe li şer girê dide. Îqtîdar her ku dengan winda dike dijminantiya kurdan zêde dike. Bi şer hewl dide emre xwe dirêj bike. Lê dê nikaribe bi şer xwe xelas bike. Bi teskereye dixwaze hemasetê bike. Ev yek dê bi gelê Tirkiye bide windakirin.”
‘Bêyî şer nikare îqtîdara xwe bidomîne’
Gunay politikaya AKP-MHP’ê ya şer rexne kir û wiha axivî: “Her ku îqtîdar dikeve tengaziyê xwe li şer girê dide. AKP-MHP dixwaze muxaletefetê jî têke nava vî şerî. Dixwaze wan jî bike hevkarê xwe yê şer. Di pêvajoyeke wisa de Serokkomarê AKP’î Erdogan gefan li Rojava dixwe. Erdogan dizane ku bêyî şer nikare îqtîdara xwe berdewam bike. Muxaletef, bi qasî siyaseta hundir a îqtîdarê rexne dike, siyaseta derve rexne nake. Niha di nava artêşê de rêxistinbûna paralel bi navê SADAT hatiye avakirin. Li Tirkiyeyê xizanî zêde dibe.”
‘Em ê bi hevre demokrasiya rastîn ava bikin’
Gunay, bal kişand ser hêza gel û hêzên muxalif û wiha berdewam kir: “Ev hêza ku dixwazin wekî qedera gelê Tirkiye nîşan bidin em ê bi hevre belav bikin. Em carek din sozê didin gelê xwe ku em ê bi hevre vê hêza tarî belav bikin.
‘NÇM 30 salin li ber xwe dide’
Gunay, helsetvanê kurd Cegerxwîn jî bibîr anî û wiha lê zêde kir: “Rewşenbir, nivîskar û helbestkarê kurd Cegerxwîn 37 sal berê ji nava me bar kir. Piştî koç kir di dilê gelê kurd de cihekî mezin girt. Li dijî bişaftinê û ji bo parastina çand û ziman li ber xwe da. Em helbestkarê mezin Cegerxwîn bi rêzdarî û bi rahmetî bibîr tînin. Lê roj tune ku li ser çanda kurdan zext û zordarî çênabe. Bi feraseta înkar polîtîkayêm xwe didome. Çend roj berê li Stenbolê Qeymeqam şahiya NÇM’ê qedexe kirin. NÇM bi keda Apê Mûsa û Feqî Huseyîn Sagniç 30 salin li ber xwe dedin. Gelek endam û rêveberên wê hatin girtin û rastî gelek astengiyan hatin. Lê tu carî meşa xwe ya ji bo çanda kurdî nesekinand. Kesên dixwazin xebatê NÇM’ê rawestînin bila zanibin tu hêz nikare vê herikînê rawestîne.
‘Em dikarin lîstikên wan xera bikin’
Li Tirkiyeyê ew qas qeyrana aborî heye. Lê derde vê hikûmetê şer û desthilatdarî ye. Dixwaze hebûna xwe bi şer berdewam bike. Dîsa amadekariya operasyona eskerî bikin û berê xwe didin Rojava. Derdê wan ewe ku kurd azad nebin. Dixwazin kurd azad nejîn. Li Efrînê çi bû em tev dizanin. Niha dixwazin heman tiştî li Rojava jî bikin. Li cihekî derî vedikin û bi hêza leşkeri dagir dikin.Dixwazin hêzên xwe bi cih bikin. Em feraset û hişmendiya wan baş dizanin û em destûrê nadin vê yekê. AKP û MHP ji bo berjewendiyên xwe vê yekê dikin. Em dikarin van lîstikên wan ên qirêj rawestînin. Hêza me heye. Lê divê muxalefet jî hişyar bibe û destûrê nede vê yekê.”