23 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

AKP, partiyeke cîhadîst e!

Cîhan dizane ku desthilatdariya AKP/MHPê, beriya demekê, xwe avêt tor û bextê Abdullah Ocalan û daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd kir. Lê hîna jî, silava Erdogan a 4 tiliyan, silava Bahçelî ya dêlegura Asena dewam dikin

Yek rûyê cîhadîstan heye. Yên AKPê du-sê rûyên wê hene. Dema ku komên cîhadîst ji hev cuda dibin, tenê navên xwe diguherînin. Lê pratîka wan naguhere. AKP, wek partiyeke siyasî hatiye avakirin, bêyî ku navê xwe biguherîne bûye komeke cîhadîst. Celadiyê jî bi angajmanên veşartî û navên cuda dike. Sîstema ‘reîstî’yê sultanetî ye û qirdikên weke Îbrahîm Tatlises jî, bi îteatkariya muridiyê li ber lingên wî şaqlabaniyê dikin.

Aliyekî AKPê çekdarî ye, aliyek çetetî ye, aliyek jî siyaseta darbekar û komplokar e. Ev sîstem, ji sala 2017an ve li ser kar e. Navê sultanîzma Erdogan ‘reîs’ e û bi fanteziyên qirêj dagirtî ye. Sultanetî diktatorî ye û bi melkesê polayî muxalefetê berteref dike, jehra nijadperestiyê jî belav dike. Fanteziya herî gemarî pratîzekirina OHALa berdewamî ye. Mînaka wê jî tecrîd e, înfaza keyfî ye, cezayên keyfî yên disîplînê ne, qeyûm û sûcdariyên keyfî yên teorîzekirinê ne!

Li Tirkiyeyê, xewn, xeyal û fantazî tevlîhev bûne. Her tişt, li gor daxwaza ‘reîs’ pêk tê û bi rê ve diçe. Reîstiya Erdogan, ji ‘emîr’tiya dewletên ereb cuda ye. Kurdan ev rastî fêhm kiriye. Bêguman gelê tirk jî ev rastî fêhm kiriye û bêhtir ji rewşenbîrên xwe demokrasiyê dixwaze.

AKP û Reîs alîgirên şerîatê ne. Lê biqasî Sultanên Osmanî ne ometparêz in. Bi îdeolojiya yekperestî ya Gokalp, Nihal Adsiz, Necîp Fazil û Mehmet Akîf tev digerin. Ji bo ku cîhana îslamê bixapîne jî, li dijî êrîşên li ser misilmanan qîr dikin. Cenabê Mihemed û Xelîfe Omer, etnîk parastine, ji bo parastina wan jî ‘beyanname’ amade kirine, eshabeyan jî ev ‘eqd’ imze kirine. Desthilatdariya AKP û Reîs Erdogan, wan beyanameyan red dike, bi hişmendiya Yezîd û Ebû Sufyan, êrîşî gelan dike. Anku radîkalîzma sed salî, di rengê kesk de û bi hemû dijwariya xwe didomîne.

Vê dijwariyê jî enerjiya rewşenbîriyê tune kiriye. Rewşenbîrê navdar ê tirk Dogan Avcioglu, (1) ‘tanzimatê’ weke destpêka modernîteya li Tirkiyeyê bi nav dike. (3ê mijdara 1839an) Lê ev pêvejoya dîrokî nebû malê gel. Radikalîzma bi destê paşayên dewşirme, di avakirina Dewleta Enqereyê de jî serdest bû, navê ‘komarê’ bi kar anîn, lê komar jî nebû malê gelan.

Desthilatdariya reîstiyê 22 sal in, parlamento dagir kiriye. Hêzên paşverû, nijadperest, mafya, şebekeyên talan û diziyê cirîdê diavêjin. Îstîsmara siyasî û entelektuelî gihaye lûtkeya herî jor. ‘Sêva Sor’ kirine diruşma xwe, ‘Misakî Millî’ jî kirine îdeolojiya xwe; herdu gotin jî çavkaniyên faşîzmê ne.

Mîlîtarîzma çetetiya reîs, heta duh, li ber Beşar Esad lava dikir. Îro jî li ber celadên El Qaide, HTŞê lavayan dikin. Armanc jî, rêgirtina li ber Sûriyeyeke demokratîk û statuya kurdên li Bakurê Sûriyeyê ye. (Dema ku herêma federal a Başûr hate avakirin jî îtirazên wan hebûn.)

A balkêş û metirsînî ew e ku zanist û akademisyenên tirk, weke ‘alimên selefî’ hereket dikin, bi nirxandinên xwe yên fanatîk, raya giştî dixapînin û şaneşîna sultanîzma Erdogan fireh dikin. Di vê qonaxa ku Rojhilata Navîn, ber bi avakirineke pir-etnîkî ve diçe, helwesta Erdogan û zewatên li dora wî, ji bo herêmê û tevahiya cîhanê metirsiyeke cidî ye.

Sed sal in sîstema dewşirmetî heye. Nav komar e û serokkomar e! Lê ji pîvan, norm û argumanên ji komar û serokomartiyê dûr in. Tiştê ku cîhan nabîne jî ev e. Desthilatdarî û siyaseta Tirkiyeyê li gor demê û pêşketinên cîhanê nin in.

Ya rast; desthilatdariya AKPê ne meşrû ye. Hem biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, hem biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê red dike. Desthilatdarî, mecbûr in li gor Destûra Bingehîn û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hereket bikin. Eger nekin meşruiyeta xwe winda dikin. Desthilatdariya AKPê, li gor Destûra Bingehîn hereket nake. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî red dike. Ev jî tê wateya ku meşrûiyeta xwe winda kiriye. Desthilatdariya ku girêdayî biryarên DMMEyê be û biryarên wê pêk neyîne, nikare behsa demokasiyê bike. Desthilatdariya AKPê, biryarên DMMEyê pêk nayîne. Ev jî tê wateya ku desthilatdariya AKPê, normên hiqûqî red dike û ji argumentên cîvakî dûr ketiye.

Pirs: Gelo desthilatdariyeke bi vî rengî, wê bikaribe pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çarser bike? Birêz Abdullah Ocalan gaveke dîrokî avêt. Lê detshilatdariya AKPê, hîna raya giştî mijûl dike û aloz e. Herî dawî (15ê çileya 2025an) yek ji şandeya ku Mutabaqata Dolmabahçeyê amade kiribû Prof. Dr. Yalçin Akdogan axivî. Balkêş e ku vî ‘alimî’ (!) jî hemû qirêjiyên hafizeya nijadperestî û yekperestî rêz kirin.

Cîhan dizane ku desthilatdariya AKP/MHPê, beriya demekê, xwe avêtin tor û bextê Abdullah Ocalan û daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd kirin. Lê hîna jî, silava Erdogan a 4 tiliyan, silava Bahçelî ya dêlegura Asêne dewam dikin. Hîna jî zimanê dijminatî û gefxwarinê bi kar tînin.

Eger armanc ev be, potansiyela kurd a siyasî, civakî û leşkerî qebûl nake! Bi taybetî Birêz Abdullah Ocalan, bi têgiştina dîrokî, tecrûbeya şerê nivsed salî û pêvajoyên çareseriyên beriya niha, dek, dolab û lîstikan qebûl nake. Rojnameger, nivîskar û akademisyenên xwedî wijdan, banga ‘îtîdalê’ dikin û dibêjin ku zimanê şidetê, gef û sûcdariyê terk bikin.

Reîs Erodgan û Bahçelî baş dizanin ku ‘guzeka Aşîl, a gelê kurd’ Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî tîrên xwe diavêjin wir û dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin. Ji bo vê jî hem tecrîdê ranakin, hem jî her cure gotinan bi kar tînin. Medyaya tirk jî, her cure nûçeyên asparagas belav dike, nûçeyên reşkirinê ji yek navendê digirin û belav dikin. Bi riya medyaya dijîtal jî, êrîşên cureyî dikin. Rojnamegerên çapemeniya azad tên girtin û tên şehîdkirin. Ev kiryar, qeyûm jî di nav de, kiryarên serdamên rewşa awarte (OHAL) ne. Rewşa OHALê, di sîstema ‘reîs-sultanîk’ de her dem di pratîkê de ye. Di bingeha sîstema reîs û profîla sultanetî de radikalîzma nijadperest, burokratîk û dadgerî heye. Ev jî ne sansur e, tunekirin e.

Rewşa îro ya Tirkiyeyê, serdema têkçûna destpêka Osmaniyan nîşan dide. Gelo dîsa hêvî kurd in! Mixabin ev rast e û sîstema dewşirmetiya nijadperestî, bi pêşengiya Reîs Erdogan careke din hawara xwe gihandine kurdan. Lê kurdan di şerê nivsedsalê de îspat kiriye ku sîstema dewşrime ya tirk-î îslam, ne ‘huda-î nabit’ e.

Hemû feylesofên cîhanê, demokrasî weke ‘zor zenaat’ bi nav dikin. Abdullah Ocalan jî dibêje; “Desthilatdarî, her dem dixwaze di têkiliyên bi gel re, sînorên demokrasiyê teng bike.” (Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Gel a Demokratîk, rp.37), Reîsê ku li pey ‘sultanetiyê’ dibeze, ji aliyekî ve biratiya tirk û kurdan diqîre, ji aliyê din ve, daxwazên gelê kurd û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd terorîze dike, êrîşên tunekirinê zêde dike, anarşiya li hundir teşwîk dike, êrîşên tunekirina gelê kurd jî, li Başûr, Şingal û Rojava dijwar dike.