11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

AKP-MHP li pey çi ye?

Êdî dema xapandinê çû. Mesele ev e: Dixwazin kurdan bi tiştên biçûk qayîl bikin. Lê ne birêz Abdulah Ocalan ne Tevgera azadiyê ne jî gelê kurd dê rê li vî tiştî venekin.

Piştî 44 mehan cara ewil şandeyeke siyasî bi rêberê PKKê birêz Abdullah Ocalan re hevdîtîn pêk anî. Vê şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt da. Daxuyanî ji heft xalan pêk dihat. Herçiqas naveroka daxuyaniyê ji hinek ramanên berê yên birêz Abdulah Ocalan pêk dihatin jî xuya ye ku bi baldarî hatiye amadekirin. Di van heft xalan de birêz Abdullah Ocalan hem helwesta xwe diyar dike hem jî dixwaze desthilat û muxalefet jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Li ser xalên ku hatin eşkerekirin gelek nirxandin hatin kirin. Diyar e ku dê nîqaşên zêdetir jî bên kirin. Mixabin dema ku nirxandin ten kirin her derdor li gor xwe şîrove dike. Di heman demê de polîtîka û xwestekên xwe jî li ser vê daxuyaniyê nîşan didin.

Birêz Abdulah Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin di xalekê de dibêje; “Ji bo serketina pêvajoyê hewce ye hemû derdorên siyasî yên Tirkiyeyê beyî ku li hesabên teng û demkî bialiqin însiyatîf bigirin, çêker tev bigerin û tevkariyeke erênî pêşkêş bikin. Yek ji van zemînên herî girîng ku tevkariyê bide jî bêguman dê TBMM be.” Xala herî grîng jî ev e. Birêz Abdulah Ocalan bi dehan salan e ji bo çareseriyê di riya diyalog û muzakereyê de israr dike. Xetereyan tîne zimên. Lê mixabin her carê hinek derdor dixwazin pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe yên teng bi kar bînin, lewma jî pirsgirêk her ku diçe kûrtir dibe. Di vir de birêz Abdulah Ocalan dibêje ku bila kes li gor xwestekên xwe tev negere. Heke AKP-MHP li gor xwestekên xwe yên partiyê tev bigerin pêvajo nikare bi rê ve biçe.

Niha di hişê civakê de gelek pirs hene. Gelo ev pêvajo dê çawa bimeşe? Ev pêvajo bi kê re tê meşandin? Berî her tiştî behsa pêvajoyekê tê kirin. Lê bi rastî pêvajo heye yan tune ye? AKP-MHP dixwaze çi bikin? Ev sê meh ser axaftinên Bahçelî re derbas bûn lê hêj tiştek zelal tune ye. Desthilatî li benda çi ye? Wekî din jî gelek pirs hene.

Hevseroka Konseya Rêvebir a KCKê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya dawî de li ser hevdîtina şandeya DEM Partiyê anî zimên ku dibe ev hevdîtin hewldaneke şerê taybet be û got: “Bi rastî jî ev daxuyanî, ev nêzîkatî gelo taktîk in, şerê taybet e? Nexwe xetereyên heyî Devlet Bahçelî jî dibîne, dixwaze pêşî lê bigire? Di vê wateyê de bi îfadeya Rêbertî gelo desthilata AKP-MHPê paradîgmayekê nû bi pêş xist? Ev gotin li ser vê bi pêş dikevin? Gelo ev plana xeter, ev konsepta ku hêzên hegemonîk li ser herêmê bi pêş xistin ferq kir? Tiştê ku bi pêş dixin paradîgmayeke nû ye gelo? Ev gotin hinek xwe dispêrin vê yan tam berovajî, ji vê rewşê wiha feydeyên mezin negirtin û gelo ji bo ku desthilatdarî sax derkeve dubare wiha şerê taybet dimeşînin? Ev şerê taybet e, taktîkek e? Lewre ev di dema borî de pir hat ceribandin. Pêwîs te ku herî zêde ev bê famkirin. Ji ber vê em bi vê hevdîtînê re nikarin behsa pêvajoyekê bikin.”

Besê Hozat ligel van pirsan jî diyar dike ku ew ê bi her awayî birêz Abdulah Ocalan esas bigirin. Bi vî awayî jî helwesta Tevgera Azadiyê ji raya giştî re aşkera dike.

Helwesta Rêberê PKKê birêz Abdulah Ocalan û Tevgera Azadiyê zelal e. Lê ya ne zelal helwesta desthilatan e. Piştî hevdîtinê Bahçelî careke din behsa ‘tunekirin’ê kir. Ji aliyekî ve dibêje: “Ev hevdîtina hatî kirin baş e, bi xêr e.” Ji aliyê din ve jî dîsa dibêje: “Yan çek dê bên binaxkirin an jî ew ê bên binaxkirin.” Herwiha wezîrên desthilatê jî di her axaftina xwe de behsa tunekirina Tevgera Azadiyê dikin. Her kêliyê operasyonên qirkirinê pêk tînin. Ji bo ku kurd li Rojava nebin xwedî statu serî li her riyê didin. Balkêş e ku rayedarên AKPê qet şîrove nakin. Xuya ye Erdogan ji wan re gotiye neaxivin. Demekê şêwirmendê Erdogan Uçum her roj derdiket televizyonekê û bi saetan pesnê xwe û Erdogan dida. Niha ew jî bêdeng bûye. Tenê hinek qelemşorên desthilatê rewşê dinirxînin. Ew jî bi baldarî nirxandinê dikin. Jixwe piştî Bahçelî di axaftina dawî de got: “Li holê tu pêvajo mêvajo tune ne” êdî ew jî newêrin biaxivin.

Madem ku pêvajo li holê tune ye ev çi xirecir e? Jixwe heya niha tu muxatabê pirsgirêkê bi aşkera behsa pêvajoyê nekiriye. Her yek daxwazên xwe tîne zimên. Birêz Abdulah Ocalan daxwaza çareseriyeke mayînde dike, Tevgera Azadiyê jî tîne zimên ku bi her awayî li pişt vê daxwazê ye. Bahçelî û Erdogan jî daxwaza tasfiye û tunekirinê dikin. Ligel hevdîtinê vê xwesteka xwe di her platformê de tînin zimên. Ji ber vê jî di nav civakê de guman çêdibin. Bêbawerî bi pêş dikeve. Di hişê civakê de bi dehan pirsên bi “Gelo” dest pê dikin hene. “Gelo AKP-MHP dixwaze çi bike?” “Gelo dîsa li pey lîstikan e?” “Gelo bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin?…” Bi vî awayî pirs zêde dibin.

AKP-MHP hem bi axaftin hem jî bi polîtîkaya pratîk dixwaze di navbera gelê kurd, Tevgera Azadiyê û Abdulah Ocalan de nakokiyan çêbike. Dixwaze di nav civakê de nêzîkatiyeke ku “Tevger û Serok tên xapandin” çêbike û bi vî awayî têkoşînê lewaz bike. Îro herî zêde AKP-MHP dizanin ku bêyî Tevgera Azadiyê li Tirkiyeyê û li Rojhilatanavîn nikarin projeyeke li gor xwe bi pêş bixin. Çiqas hewl dan ku bi destê hinek hevkaran, têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiyê lewaz bikin jî bi ser neketin. Niha jî di heman xwestekê de ne û xuya ye ku dê heya dawî jî di vê xwesteka xwe de israr bikin.

Hêj pêvajoyekê dest pê nekiriye, dibe ku dest pê bike û dibe rewş xirabtir jî bibe. Desthilat bi rengekî zelal wiha difikire: “Berî ku pêvajoyek dest pê bike divê ez di rewşa herî xurt de bim û kurd jî di rewşa herî lewaz de bin; divê ez di hundir de yekîtiya xwe ava bikim û di nav kurdan de heya bikaribim belavbûnê çêbikim.” Lewma MÎTa Tirk ji ENKS’ê re dibêje: “Qet û qet tevlî nîqaşên yekîtiya kurdan nebe!” Fîdan dîbêje: “Divê yek YPGyî û YPJyî li Rojava nemîne!” Bahçelî qîr dike: “Heke çekan radest nekin dê hemû bên kuştin.” Ev ferman û êrîş hemû ji bo lewazkirina têkoşînê ne. Bi dehan salan e heman tişt tên kirin lê encam nehat girtin.

Li dijî daxwaza desthilatê divê gelê kurd, siyasetmedar û rêvebirên sazî û partiyan li gor vê rastiyê tev bigerin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de xuya dike ku muxatab ji rewşê haydar in. Ji ber wê hewce ye ku bi tevger û saziyan bawerî hebe û ji bilî daxuyaniyên fermî guh ji gotinên din re bên girtin. Kurd û Tevgera Azadiyê çiqas ji xwe û ji hev bawer bin desketî jî dê ewqas xurt bin. Êdî dema xapandinê çû. Mesele ev e: Dixwazin kurdan bi tiştên biçûk qayîl bikin. Lê ne birêz Abdulah Ocalan ne Tevgera azadiyê ne jî gelê kurd dê rê li vî tiştî venekin.

Di vê demê de pêwîst e ku mirov ji du tiştan dûr bisekine: Rehawet û dijberî. Ne bibêje: “Jixwe pêvajo dest pê dike, êdî her tişt xweş dibe”, ne jî bibêje: “Ev hemû xapandin in.”