Li Tirkiyê hemû “parodî”sî û “barbarî”sation, ji bo faşîzmê ne! Çerxa felekê jî hûr dihêre û herî zêde, li dijî rojnamevanên Kurd û li dijî şivanên Kurd digere. Jiyana ku bi qederê tê binavkirin jî kirine jiyana bi keder-maraz, êş û elem!
Em hinekî vekin; Li welatekî eger çanda demokrasiyê nebe, sansasyonalî heye, her kiryar jî, ji bo “maraz”bûn, êş û elema civakan têne kirin. Yek armanca kiryarên “maraz”bûne heye. Parastina îşkdayî ya netewepestiya ku bûye bingeha faşîzmê ye. Ev jî tirsa ji nasname, ziman, nav, azadî demokrasî ye. Ev nexweşiyek e û di lîteratura zanistî de, weke “apokalips”tê binavkirin û hebunek kadastrofîk e.
Apokalîps, baweriya metafîzk-kozmîk e; xewn û xeyalên bê sînor in! Xewn û xeyalç gelek caran dibine bingeha tiştên baş jî. Lê Tirkiyê wajî tiştên baş, bûye çavkaniya dagirkeriyê! Ji ber ku li Tirkiyê, baweriya kozmîk, ji hişmendiya wêjeyî dûr e, tiştên ji wêyeyî dûr bin, ji civakan jî dûr in. Lê di aliyê siyasî de xurt in û bi çîrokên kozmîk, yên weke dêlegura Asêna, Delî Dumrul û rambo- Karaoglan û hwd. hatiye xwedîkirin. Sembola teliyên “serê gur” jî, encama vî mêjiyê kufîkî ye.
Yanî, meth-û sena ji pulotokrasiyê ne.
Pulotokrasiya li Tirkiyê, ji “pluitos”a Yenanîstanê, yanî ji serdestiya dewlemendan dûr e, lê serdestiya nijadperestên narsîst e. Narsîst jî aşiqê xwe ne!
Ev kiryarên ku nirxên mirovaniyê, ked û cewhera ademiyetê ji holê radikin, bi Daniyel Pêxember dest pê dikin. (B.Z, sedsala 2) Daniyel Pêxember jî, weke kesê ku li Kurdistanê upenîşadên Zend Avesta kom kirine û kirine bingeha Tewratê tê naskirin. Gora wî jî li Kurdistanê ye.
Li gorî alimên olî, (ku min pirsiye) bi taybetî serokê partiya Îslamî CIK, Hafiz Ahmet Turhalli, Daniyel pêxember, bi navê Davud, di Qur’anê de derbas dibe. Jiyana wî di “cuz”ên Google’de heye.
Apokalîps û pulotokrasiya li Tirkiyê jî bingeha qiyametan e. Qiyametên li Tirkiyê, ji tirsê derdikevin. Tirsa desthilatdarên Tirkiyê yên sed salî, bi taybetî ya AKP/MHP’ê, ji medya û demokrasî ye. Ew baş dizanin ku medya azad û demokrasî têkildarî hev in. Li Tirkiyê temsiliya demokrasî û mafên ragihandinê, medya azad a Kurd û rojnamevanên Kurd dikin; temsîliya siyasî û demokrasî jî dîse Kurdên azad dikin.
Min di destpêkê de behsa şivanên Kurd kir. Ez bi çend gotinan, wê mijarê vekim û vegerim ser têkiliya medya û demokrasîyê.
Şîvanên Kurd, 2 cûre ne û temsîliya xweza azad û mirovên azad dikin. Civak, mirov, berhemê erdnîgariya xwe ne. Erdnîgarî bingeha nasnameya civakan e û tê wateya disiplinê. Çand û tore jî li gorî mercên erdnîgariyê derdikevine hole û bandore li kesayeta mirovan dikin. Xweza, biqasî bingehê, nasnameya dîrokê, sosyalojî, psîkolojî û kimya bedena civakan e. Ev kesayeta bi disîplîn di kesayeta her du cure şivanên Kurdistanê de tên dîtin.
Her basikên şivanan jî temsiliyeta maddî û manewî ya meşa ber bi paşerojan dikin. Dîsa jî ez ê behsa şivanên ku banga “ho”, yan jî “hola” dikim bikim. Ho, banga Xweda ye. Hola jî navê Xweda ye. Civaka Ezdayî her dem, “hol hola, hola Xweda ye, hol hola Yezdan e” diqîrin. Têkiliya fîzîkî û beşerî û ruhî ya bi xweza Kurdistanê re, di civaka Ezdahî de tê dîtin. Şivan temsiliyeta têkiliya navbera xweza, civak û Xwedayê mezin de dikin, Zanista li derî van têkiliyan jî hîna ne hatiye dîtin.
Li Bohtanê jî, di kesayeta koçeran de ev xwezayîbûn heye. Xweza navê xwenûkirin, afirgerî, vejîn û bingeha şoreşgeriya ji nû de avakirinê ye. Dara jiyanê, ji erdê dipişîkive, bi şax û per dibe, serbixwe ye, lê bi disîplîn e. Şivan, disîplîna xweza û cografya ne.
Bêyî disîplînê, civak sernakevin û nabin xwedî dîrok û nasname. Erîşa romiyan, di kesayeta şivanên li Bohtanê, êrîşa li dîrok, nasname û disîplîna civakê de ye. Civaka Kurd, disîplîna şîvantiya ku bi xwezayê re dibe yek, yanî yek cure şivantiyê, bi gotina “pezê col” û “pazê kozê” aniye ziman.
Pazê col, belawela ye û ne bi dîsplîn e. Pazê kozê, yek keriyê ku hevgirtî û bi disîplîn e. Ev tezek e û divê lêkolîner û akademisyenên kurd li ser vê mijarê rawestin. Ev mijareke etîmolojîk e û dive zimanzanên Kurd bi vê mijarê re mijul bibin.
Bêyî ku em dabaşa nivîsa xwe bela bikin, em vegerin ser babeta xwe: Desthilatdariya AKP/MHP’ê di nava krîza meşruyetê de diheje. Serî li kiryarên faşîzan dide. Spor, huner, hiquq, ragihandin, siyaset, dîplomasî, burokrasî, perwerdehî, her cûre têkili û danûstandin kirine xizmeta faşîzmê.
Sîstema ku jiyana hevgirtî ku li ser bingeha dîsîplîna xwazayî avabûye û divê ev xwazayîbûn werê parastin, mixabin parçe kirine. Niviskar mecbur e erdnîgariya xwe bixwîne û bidê xwandin. Gotina “wêjeya ku erdnigariya xwe bixwîne maqbul e” rast e. Li Tirkiyê cûda ye û wêjeya gelên li sîronên Komara (!) Tirkiyê dîl digire û mecbur dike ku stana “îzm”ên turk-î îslam û turk-î-turan bixwîne û bide xwendin.
Wêjeya “îzm”a turk-î balkan û turk-î mekedonya, ne di nava vê dîlgirtinê de ne û azad in.
Îdeal û îdolojiya bi “îzm”a turkî hatiye îşkdan, herî dawî, rojnamevan, Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Denîz Nazlim û Oznur Deger ceza kirin. Ev cezakirin, hem tê wateya tecrîdkirina hiquq û hem bûye qiyametek ji qiyametên li Tirkiyê!
Li gorî agahiyan, 40 rojnamevan li zindanan girtî ne û dozên hejmarek zêde ya rojnamevanan jî dewam dikin. Ev tê wateya ku amadekirina xelekên zincîrî yên qiyametê di kûrên faşîzmê de her dewam dikin
Qiyamet kafûkûn e, wêranî, xerabî û tevlîheviya bi bahoza korîtî, şehtîbûn û xerakirina aramiya civakan e. Mînak; Tecrîd. Tecrîd qiyametek e, qeyum qiyametek e, biryarên dadgehan qiyametên xelekî ne. Operasyonênên dagirkeriyê qiyametên zincîrî ne. Komên çete, lîncên li kolanan, îlîzyona civakan, belengazî, xizanî qiyametên cûda ne. Bêkarî û sefaleta kedkar û kareran qiyamet in. Selefa banqeyan, ji petîxandin-îflasa banqeya navendî, deyndariya ku selefa selefê dide; yanî “miflisiyet”, xelekên qiyametê ne. Gotina reîsê ku weke mehdî tê binavkirin yek ji xelekên qiyametê ye. Kurd dibêjin, xwediyê miriyan kor in!
Tirs û maraz, yanî tirs û êş, encama aqilê nexweş e û aqilê civakan jî nexweş dike.
Balkêş e, gûnehkarî û sucên desthilatdariya AKP/MHP’ê, hem sucên dinyewî, mirovî, ax û av û hewayê û heywanan e, hem sucên axretî yên li dijî Xwedayê mezin in û zêde ne, bi kefaret, bi mewlûd, qurban, xêr û xeratan bi çûna arafa û hacê nayên paqijkirin.
Faşîstên panturkîst û panîslemîst, rojnamevanên ku hemû rengên qiyametên li Tirkiyê, bi zimanên pîşeyî, 3 N, 3 Ç, (5 N, 1 K) ji raya giştî re eşkere dikin, dikine armanc. Sed sal in ku “îst”ên tirk û îslam li Tirkiyê hene û êrîşî nivîskar, rojnamevan, democrat, sosyalîst û welatparêzan dikin.
Barbarîsation heye!
Rojnamevanên xwedî fikra azad û medya azad in, herî zêde di serdema desthilatdariya AKP/MHP’ê de, rastî kuştin, girtin, bombekirin û gefan hatine. Li Tirkiyê kuştina rojnamevanan, di sala 1930’î bi Hikmet Şevket dest pê dike û bê navber heta îro dewam dike.
Kuştina rojnamevanên Kurd jî, di sala 1978an de, bi kuştina Huseyin Şen û Ganî Bozarslan dest pê dike.
Rojnamevan berdevkên civaka xwe ne. Medya azad jî mêjiyên civaka xwe ye. Her du bask jî demokrasî, edalet, maf û rastiyan temsîl dikin. Li pêşketinên li welat û chanê jî, bi çavên makrosbîk dinêrin û ji raya giştî re eşkere dikin. Eger mirov bi çavên makrosbîk li bûyeran ne nenêrê, rastî hulu dibe, bi mij û moran dibe û dibine amurê desthilatdaran.
Kuştina rojnamevanan û berterefkirina medya azad, heta îro, di çarçoveyek krinolojîk de hatiye dayin. Mixabin di aliyê zanista civakî û sosyolojîk de ne hatiye nirxandin. Beriya 127 salan, rojnameya Kurdistan li mişextiyê hate weşandin, hîna jî plaza Medya Kurd li mişaxtiyê ye. Ev destînî, yanî kadera ku bûye keder, encama faşîzma “izm”ên turkî ye.
Mînakek baş a di dîroka rojnamevaniya cîhanê de balkêş, Halîl Dag e. Tevahiya rojnamevanên Kurd, mînaka vê rastiya balkêş û dîrokî û bi rûmet in. Rojnamevanên Kurd, bi hasten ademî û berpirsiyariya pîşeyî, li pêşiya panzer û wesayitên zirxî rawestiyan e, tenê kişandina dîmenan bes nedîtine. Di vê oxirê de cane xwe dane.
Di şerê li dijî çeteyên ku wek metirsîniya mirovaniyê dihatin dîtin û cîhan kirin nava hawara SOS’ê, di eniya herî pêş de cih girtin. Raya giştî ya cîhanê ji pêşketinan agahdar kirin û canê xwe dan.
Rojnamevanên Kurd, hem pêşengiya lêgerîna rastiya serdemê kirin, hem bûne rêzanê rojnamevanên cîhanê. Ilya Ehrenburg di bîranînên xwe de dibêje; “Nivîskar dikare gelek tiştan binivîse û ava kimyewî ya mêjiyê mirovan bike nava liv û tevgerê. Lê rojnamevan, rastiya bûyerên rojane ji raya giştî re eşkere dikin, hem dil, hem hest û hem mêjiyê mirovan dikine nava liv û tevgerê.” Rojnamevanên Kurd û medya azad a Kurd jî, bûne sedema ku tirsa SOS, baş û rast û di dema wê de were bihîstin û fêhmkirin û enternasyolîstên cîhanê bikevin nava liv û tevgerê.
Xaleke ku li ber çavan bê girtin jî ew e ku; rojnamevanên Kurd, medya azad a Kurd, doh jî, îro jî li dijî “barbariyet”a ji zanista felsefî dûr û ji nasnameya insanî bêpar, têdikoşin. Eger hêzeke ku mirovan sax ji helîkopteran biavêje û tenê rojnamevanên medya azad, wê bûyere bike nûçe û ji raya giştî re aşkere bike, ev tê wateya ku ew rojnamevan û ew amurê ragihandinê, bi muqaddestî- pîroziyên cîvakî haraket dikin û kesên ku mirovan ji helîkopteran diavêjin, muqaddesat-pîroziyên civakan û olan binpêdikin. Yek pîroz û xêrdîn e, yek jî sucdar û gunahkar e!
Qiyametên li Tirkiyê, herî zêde di kesayeta rojnamevan û medya de derdikevine hole. Bi JITEM û Hizbulkontra di lutkeya herî jor de bû. Îro jî dadgehên bi îcazet agirê vê qiyametê gur û geş dikin.
Vêce, em ê ne li gorî kozmogoniya Hindu ku jiyana cihanê ezel-ebed dibîne, em ê li gorî ola Îslamê qiyametê, bi taybetî qiyametên li Tirkiyê binirxînin. Qiyam, rabûna li ser piyan e û bûye bingeha qiyametê. El yewm-ul Ahir e; lêêêê, di ayeta “el-haşr” de, “divê her kes, xwedî wî hiş û hizrî be ku ji bo sibe amadekariya xwe bike.”
Lê desthilatdariya AKP/MHP’ê, bi zanebûn, bi plan û sîstematîk, li dijî hest, kesayet, bawerî û realiteya jiyana civakan tevdigere, bi nijadperestiyek plankirî û sîstemetîk êrîşî jiyanê, êrîşî civakan dike û paşerojên civakan, hebûna civakan, di aliyê nasname, ol û toreyî ku berhemê nifşan e, tune dike.
Ev êrîşa li dijî kesayet, bawerî, pêdiviyên olî, (di limêja cenazeyên gerilla de hate dîtin), êrîşa hişmendî, hewngîrî û psîkolojiya civakan e.
Li cîhanê teva, profila rojnamevaniyê, xwedî cazibeyek mezin e. Ev cazîbe jî, li ser esasê azadiya bidestxistina enformasyonê û di çarçoveya gotina rast, bawerî û mafên mirovan de ragihandin e. Di aliyê “şupheci-dudilî”ya demokratîk de, bi taybetî di serdemên despotik de, rabûna bi erka karê civakî û nirxên însanî de ye, Ev profîla rojnamevanên Kurd, civaka Kurd, di aliyê hest, bawerî û mêjî de zindî digire.
Li Tirkiyê, ev cazîbe suc e!… Bi taybetî di serdema darbeyên siyasî û serdema miratzadeyên darbeya faşîzma 12’ê Îlonê de, ku desthilatdariya AKP/MHP, berhemê vê darbeyê ye û di nava 22 salan de veguherî “reîstî-fuhrerti-dûçeti”ya faşîzan, ev cazîbeya mezin suc tê dîtin. Îro jî desthilatdariya AKP/MHPê bûye “trolek” lincê, kuştin, dagirkerî û manîpulasyonê.
Medya Tirkiyê jî bûye sektorek manîpulasyonê, di nijadperestiya turk-îst de, gele Kurd û mafên herî demokratîk yên gelê kurd terorîze dike. (çend rojnameê, televizyon û rojnamavanan tenzîh dikim), Teva bi mêjiyê “reyting menfaat” hareket dikin, hem “modên” rojnameviyê tune kirine, hem çanda demokrasî ku tenê bi “misqal” hebû, bi vijdanê manewî re, ji hole rakirin.
Em jibîr nekin; Bêguman li Tirkiyê, rojnamevanên ku bi cazîbeya pîşeyî haraket dikirin hebûn, hê jî hene. Rojnamevanên ku “Kovara Ant” derxistin, ew rojnamevanên xwedî etîka bi rûmet bûn. Dogan Ozguden, Incî Tugsavul, Fethî Nacî, Yaşar Kemal, Ragip Zarakolu û Ayşe Zarakolu û hwd. îro jî, rojnamevan û rewşebîrên xwedî nirxên pîroz hene.
Eger mixalefetek siyasî xurt hebe, muxalafeta civakî û pîşeyî jî pêşdikeve.
Mixabin medya Tirk, di êş û azara Dantê de ye. Bi reîs re di livîna zikratê de ye û bi berçavikên bergilan li cîhanê dinêre. Di êrîşên futuhatan de pêşengiyê dike û nikare bibe çavkaniya rewşenbîrî!… Mixabin zimanê gerdunî û îdealên demokrtaîk winda kirine.
Nexweşiya medya Tirk ewe ku ji bo doktrîna diktator reîs Erdogan kar dike ye. Li cîhanê, diktator, ji bo rastmaliyê bahişt in. Li Tirkiyê jî darbeyên faşîst yên eskerî, ji bo rasmaliyê behişt in. Desthilatdariya reîs jî, li Tikriyê ji bo tarîqatan behişt e.
Diyalektîka “mînel ecaîb” heye, êdî mafia tevlî karên desthilatdarî û dewletê bûye û dixwazin hêviyên civakan bikujin. Desthilatdarî û dewlet xwedî hişendiyek zanistî nînin û bi vê zanistê civakan rêve nabe. Rêbaz, qiyametên xelekên zincîrî ne. Lê tu qiyamet nikare hêviyan bikuje.
Ev rastî, di her girtin, kuştin û gefên li dijî rojnamevanên azad û medya azad de, ji aliyê rojnamevanên Kurd ve tê dubare kirin. Ev jî tê wateya ku rojnamevanên Kurd, rastiya gerdûnî zemt kirine, azadiya ragihandina demokratîk esas digirin û bi bawerî û mêjiyê ku sînorên dîrokê derbaskirine kar dikin.