28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

AKP: Çarçoveya pozîtîf wê zelal bibe

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya kurd, ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara vekişandina hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê dane. Daxuyanî, li Qendîlê û bi beşdariya rayedarên payebilind jî di nav de bi giştî 25 gerîlayên HPG û YJA Starê hate dayin. Berdevkê AKPê Omer Çelîk piştî daxuyaniyê li ser hesabê xwe ya dîjîtal daxuyanî da.

Omer Çelîk, got: “Ji bo hemû gefên li ser demokrasiyê bi dawî bibin, gavekî stratejîk e” û wiha domand: “Bi geşedanên îro re, PKKê biryar da ku hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişîne û ragihand ku dê têkildarî pêvajoya çekberdanê gavên nû biavêje. Ev jî encameke şênber a pêşketina di nexşerêyê de ye.”

Omer Çelîk, bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û got: “Xebatên wê careke din nîşan da ku kirdeya siyasî ya pêvajoyê îradeya neteweyî ye.” Bi domdarî Çelîk got: “Ji vir û şûnde, avêtina gavên têkildarî berdana çekan û pêvajoya xwefesixkirinê, dê bike ku hemû hedef bên cîbicîkirin. Bi domandina berdana pêvajoya fexîx û berdana çekan re dê çarçoveya pozîtîf a ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê xêz dike jî zelaltir bibe. Li dijî her cureyên provokasyonê yên li dijî pêvajoyê, divê her kes pir baldar tevbigere. Em di ferqa hêzên li pişt siyaseta kaosê ya li herêma me pêş dikeve, hewldanên siyasî, îstîxbarî û sabotajên fiîlî de ne. Li dijî vê, em bi biryardarî nexşerêyê didomînin. Piştgiriya partiyên ji xwedî nêrînên cuda û hebûna wan, dewlemendî ye. Hêz dide vê pêvajoyê. Em ê destûrê nedin tawanbariyên neheq ku ji esasê pêvajoyê dûr dixin û nêzikatiyên maksîmalîst ên nexşerêyê jehrî dikin. Bi piştgiriya her welatiyeke me û bi hedefa xwe ya yekitiya dîrokî û xwişk-biratiyê em ber bi hedefên xwe ve diçin. Komara Tirkiyeyê li rojeva xwe serwexte.”