Li navçeya Sûrê ya Amedê, qoliyên alîkariyê yên ku AFAD’ê ji bo mexdûrên erdhejê amade kiribûn, ji aliyê AKP’iyan ve hatin belavkirin û bi wan propagandaya hilbijartinê hat kirin. Qoliyên ku beriya du mehan ji bo li mexdûrên erdhejê bên belavkirin hatibûn şandin, ji aliyê AKP’iyan ve hatine desteserkirin û îro ji bo hilbijartinên tên bikaranîn.
Hate hînbûn ku Serokê AKP’ê yê Sûrê Davût Yildiz û pismamê wî Midurê Karên Fenê yê Şaredariya Sûrê Mehmet Yildiz, qoliyên alîkariyê li xizmên xwe belav kirine û weke alîkariyên AKP’ê li gundên Tilelêk, Dawda, Çûkûr, Kêvire Birrî û Şikêfte yên navçeya Sûrê ku xebatên hilbijartinê lê dikin belav kirine.