Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê ku tê payîn di 14’ê gulana 2023’yan de bê kirin û geşedanên diqewimin nirxandin.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê Ajansa Mezopatamyayê Delal Akyuzê ragihandiye Akin Bîrdal Riya 3’yemîn weke firsendeke mezin a ji bo siberoja Tirkiyeyê dinirxîne. Akin Bîrdal dibêje, “Divê muxalefet vê hêza riya sêyemîn bibîne.”
Hilbijartina 2023’yan girîng e
Bîrdal daye zanîn ku di her hilbijartinan de firsend tên afirandin û dibe ku ev hilbijartin jî rê li ber demokrasiye veke. Bi destê rejîma yekperest ku ji hiqûq û edaletê dûr bûye, rikberiya hilbijartinê pêk tê û divê muxalefet di vê pêvajoya hilbijartinê de lji bo her tiştî baldar û amade be. Bîrdal destnîşan kir ku di heyameke gelek dijwar de hilbijartin tê lidarxistin û wiha got: “Ji bo ev hilbijartina bi ewle derbas bibe û bi awayekî wekhev pêk were divê ku hiqûq hebe. Heke ku hiqûq hatibe xitimandin dê ev ewlehiya hilbijartinê jî bixe talûkeyê. Lewma divê her kes hişyar be. Hilbijartina pêşiya me gelek girîng û jiyanî ye. Divê kesayet, her partî û her kes fedakariyê bike. Divê ku êdî fedakarî ji kurdan, bindestan, elewiyan, sosyalîstan neyê xwestin. Divê ku maseya 6 partî vê fedakariyê bike. Maseya 6 partî berpirsiyariya xwe ya li dijî îktidarê nayîne cih. Di nav maseyê de kurd, HDP, elewî, bindest, sosyalîst û nasnameyên cuda tê de nîn in. Ev rê dê wan nebe demokrasiyê. Heke bi her kesî re li hev bikin û mil bidin milê hev wê Tirkiyeyê bibin demokrasiyê.”
Riya sêyemîn firsend e
Bîrdal destnîşan kir ku hêza ku dikare bersiva pirsgirêkên heyî yên civakê bide Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya Stenbolê bi kelecan bû. Wan nexşeyek ji hewcedarî û hêviyên welat pêşkêş kirin. Projektora ku wê civakê ji kûrahî û tariya îro derxe, Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Hevgirtina wan tenê bi kalîte ye, di heman demê de ev hevgirtin dibe lehî û pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav dibe. Heke Tifaqa Ked û Azadiyê îro vebijêrkek neafiranda, dê civak jî mehkûmî îktidarê û yan jî maseya 6 alî bûbûya. Tifaqa Ked û Azadiyê hemû tarîtiya Tirkiyeyê radike û firsendê dide ku govenda azadiyê geş bibe. Divê em vê yekê pir baş binirxînin. Di pêkhatina vê tifaqê de tevgera jinan gelekî girîng e. ‘Jin, jîyan, Azadî’ bû meşaleya rizgariyê. Werin em bi hev re vê yekê bidomînin û dev jê bernedin. Ji bo vê jî pêwîst e her kes vê tifaqê biparêze û mezin bike.”