13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akademîsyen Yasmîn Rahmetî li Îranê hat kuştin

Li bajarê Reşt ê Îranê li dijî akademîsyen û muzîkjena Îranî ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî êrîşeke çekdarî çêbû. Di encamê de Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê hatin kuştin.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihandin ku akademîsyen û muzîkjena navdar û mamosteya santûrê ya Zanîngeha Tehranê Yasmîn Rahmetî û destgirtiyê wê, li pêşiya mala wê ya li bajarê Reşt ê li bakurê Îranê, di êrîşeke çekdarî de hatine kuştin.

Yasmîn Rahmetî muzîkjenek navdar bû. Sala 1986`an li bajarê Arak ê Îranê ji dayik bûye. Yasmînê gelek albumên muzîkê derxistine. Her wiha berhemeke xwe diyarî Kiyan Pîrfelek kiribû ku di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” de hatiye kuştin.