Balafira Şer a Biçek û Bêmirov a Tirkiyeyê (SÎHA), di 23’ê tebaxê de maşîneya Jin TV li Qamişlo bombe kir. Di êrîşê de ajokarê JIN TV Necmedîn Feysel li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Nûçegîhana Jin TV jî birîndar bû. Cenazeyê Necmedîn Feysel li goristana li Qamişloyê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Amirî, li ser gorê axivî û diyar kir ku gel bi xêra şehîdan serkeftinên mezin bi dest xistine û got: “Em ê doz û têkoşîna Şehit Necmedin bi encam bikin. Em ê li serkeftin û doza şehîdên xwe xwedî derkevin.
Xebatkara Jin TV Loristan Derweş jî anî ziman ku şehit Necmedin Feysel di şert û mercên herî zahmet de heta dawî têkoşiya û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata Necmedîn re dixwazin. Em ê têkoşîna wî heta dawî bidomînin.”
Piştî axaftinan girseyê cenazeyê Necmedin Feysel spartin axê.