12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ajansa Welat dest bi weşana xwe kir

 Ajansa Welat (AW) di dîroka çapemeniya Kurdî de rûpelek nû ye. Wê tenê bi Kurdî weşanê bike. Ajans bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dest bi rêwitiya xwe kir, îro dest bi weşana xwe kir.

Ajansa Welat (AW) ku yekem ajansa xwerû bi Kurdî ye dest bi weşana xwe kir. Ajans bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dê weşangeriya xwe bike. Ajans kategoriyên wek, “Jin, Çand, Aborî, Polîtîka, Ekolojî, Tenduristî, Daraz, Cîhan, Podcast, Video, Wêne” di nava xwe de dihewîne û wê bi van kategoriyan nûçeyan pêşkêşî raya giştî bike.

Ajansa Welat hewl dide bibe deng û rengê gelê Kurd û tevahiya neteweyên din. Hewl dide di serî de li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê nûçeyan û agahiyan ragihîne.

AW bi tîmek nû li pêşberî we ye û di nava tora medya dîjîtal de jî wê hewl bide bibe deng û rengê welatê me. Her wiha ajans hewl dide tora xwe ya nûçegihanan berfireh bike û li hemû bajarên bakurê Kurdistanê nûçegihanan bi cih bike.

Ajansa Welat ku dest bi weşana xwe kir, îro roja weşana wê ya yekemîn e û dê ev rêwîtiya wê ya heqîqetê berdewam bike da ku ev rêwîtî bigihîje lûtkeyê.