Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk yê ku wezîr qeyûm tayînî şûna wî kir, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyam da û got: “Em ê tu caran dev jê bernedin. Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de gavan paşve neavêjin. Em ê rê nedin xespkirina îradeya gel. Bila ev yek wiha bê zanîn!”
Sonuk: Me tu carî rejîma talanker qebûl nekir
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk têkildarî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Sonuk, bertek nîşan da û got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi dengên jin, ciwan û gelê me, bi saya kedê gelê me li seranserî Tirkiyeyê bi rêjeya herî mezin em hatin hilbijartin. Beriya ku teblîxatek were şandin, di saetên serê sibehê de şaredariya me hate xespkirin. Me tu caran ev rejîma talanker û xespkar qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in.”