29 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Turk beraet kir

Di danişîna doza Ahmet Turk de ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin û weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû nîşandan de beraet kir.

Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku di 4ê mijdara 2024an de ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû dûrxistin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Bi hinceta axaftina Ahmet Turk a di 28ê adara 2011an de li herêma Newala Qesaban a Sêrtê têkildarî cînayetên kiryarnediyar kiribû, di sala 2022yan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Parêzerên Turk, Erdal Kuzu û Tahar Erdem ji Edliyeya Mêrdînê bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bûn. Danişîn, piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dadgehê, ji dozger xwest ku mutalaaya xwe pêşkeş bike.

Dozger, xwest Ahmet Turk bi heman îdiayê were cezakirin. Parêzerên Tur jî gotin ku Ahmet Turk siyasetmedar e û darizandina wî ya ji ber axaftineke di sala 2011an de derqanûnî ye. Parêzeran, got ku dosya ketiye ber demborînê û bi bîr xistin ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê di sala 2014an de ji bo vê dosyayê biryara “neşopandinê” da ye lê tevî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara neşopandinê paşguh kiriye û îdianame amade kiriye. Parêzeran got ku diviyabû dosya bi salan berê bihata girtin û daxwaza beraetê kirin.

Dadgehê, diyar kir ku axaftina Ahmet Turk dikeve çarçoveya “azadiya xweîfadekirinê” de û bi sedema ku “hêmayên sûc çênebûne” biryara beraetê da.

Di 4ê mijdara 2024an de cara sêyemîn li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm hate tayînkirin. Wezareta Karên Hundir jî piştî tayînkirina qeyûm daxuyanî da û dosyaya dozê ya bi hejmara 2022/142 a li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didomiya weke hinceta tayînkirina qeyûm nîşan da. Wezaretê îdia kiribû ku di çarçoveya dosyayê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” qeyûm hatiye tayînkirin.