25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Temîz piştî 31 salan hat berdan

Ahmet Temîz ku tehliyeya wî 2 caran bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin, piştî 31 salan hate berdan. Ahmet Temîz, li warê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêwşazîkirin.

Ahmet Temîz ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 31 salan hate berdan. Ahmet Temîz, li bajarê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêwşazîkirin. Ahmet Temîz, ji hêla endamên malbata xwe, endam û rêveberên TUHAD-DER, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, MEBYA-DERê û gelek welatiyan ve li balafirgehê hate pêşwazîkirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Di pêşwazîkirinê de her wiha wêneyê Ahmed Temîz di 4ê Gulana 2014’an de li girtîgehê bi dayika xwe re kişandibû (dayika wî wefat kiriye) jî hate hilgirtin.

Ahmet Temîz kî ye?

Ahmet Temîz, di sala 1994an de li Amedê hate girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê birî. Ahmet Temîz, di nava 31 salan de li girtîgehên Amed, Amasya, Enqere û Tekîrdagê ma. Diviyabû Ahmet Temîz di 17ê Kanûna 2024an de bihata berdan lê tehliyeya wî du caran bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hate taloqkirin.