17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Tekîn piştî 31 salan hat berdan

Ahmet Tekîn ku 31 sal bûn di girtîgehê de, hat berdan.

Ahmet Tekîn (66) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 31 salan hat berdan. Tekîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê ve hat pêşwazîkirin.

Tekîn, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da û bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo pêvajo da destpêkirin û em jî piştgiriyê didin. Heke dewlet gavên pêwîst biavêje, li gorî min dê pêşketineke baş çêbibe.”

Hat zanîn ku Tekîn dê sibe tevi malbata xwe derbasî Mêrsînê bibe.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Ahmet Tekîn, di sala 1993yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Piştre jî bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Di vê pêvajoyê de li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Kirikkaleyê ma. Piştre jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bandirma a Balikesîrê. Tekîn ku di sala 2004an de hate berdan, di sala 2005an de bi hinceta “cezayê te xelet hatiye hesabkirin” dîsa hate girtin.