17 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Ozer: Ji bo serkeftina pêvajoyê dixebitin

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer piştî ji girtîgehê derket serdana DEM Partiyê ya Mêrsînê kir. Ahmet Ozer diyar kir ku ew ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite.

Şaredarê Esenyûrt a Stenbolê Ahmet Ozer ê ku piştî qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û hatibû girtin, di 11’ê Mijdarê de hat berdan. Ozer serdanên xwe yên ji bo tevkariya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, didomîne. Di çarçoveya van serdanan de, Ozer serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê kir.

Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê Bedriye Kûş û Reşat Aşan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Ozer anîn ziman û daxwaza berdana girtiyên nexweş û vegera şaredaran a li ser kar kirin û gotin ku ev dê pêvajoya aştiyê xurttir bikin.

Ozer diyar kir ku ew ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite û got: “Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê û aştiya herêmî pêvajoyeke dîrokî ye. Ji bo ku aştiyeke mayînde û bi rûmet pêk were, divê em hemû berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”