Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Kongreya 23yemîn a KNKê de hilbijartinên Hevserokên KNKê û endamên Konseya Rêveber a KNKê hatin kirin. Li gorî rêziknameya navxweyî dema wezîfeyê ya hevserokan bi 2 serdeman hatiye diyarkirin. Li gel vê yekê bi îmzeya hin delegeyan pêşniyarek pêşkêşî dîwanê kirin ku hevserokên heyî karibin demeke din wezîfeyê bikin. Pêşniyar ji aliyê dîwanê ve pêşkêşî dengdana delegeyan hat kirin û bi yekdengî hat qebûlkirin. Di encamê de biryar hate dayin ku hevserok demeke din jî wezîfeya xwe dewam bikin.
Her wiha li gorî rêziknameya navxweyî hejmara endamên Konseya Rêveber 19 kes e. Ji ber zêdebûna qadên kar ên KNKê pêşniyar hate kirin ku hejmara endamên Konseya Rêveber bibe 23 kes. Ev pêşniyar jî bi yekdengî hat qebûlkirin.
Hin delegeyên ku ji ber pirsgirêka vîzeyê nekarîn tevlî kongreyê bibin û li Kurdistanê û Rûsyayê ne, bi dîmen tevlî rûniştina kongreyê bûn.
Piştî dengdana li ser rêziknameya navxweyî de hilbijartin hate kirin û Ahmet Karamûs û Zeynep Mûrad careke din ji bo Hevserokatiya KNKê hatin hilbijartin.
Rûniştin niha bi hilbijartina endamên Konseya Rêveber a KNKê dewam dike.