12 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Karamûs: Kurd neçarin ku stratejiyeke hevpar pêş bixin

Ahmet Karamûs got: “Kurd neçar in li hemû parçeyan stratejiyeke hevpar û îradeya tevgerke bi hev re nîşan bidin. Heta niha ev yek bi temamî pêk nehatiye. Lê belê mîsyona hevpa a siyaseta tevahiya kurdan divê ev be."

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs salvegera hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê ji ANFê re nirxand û anî ziman ku ji bo kurdan gelekî girîng e ku pêvajoya li Sûriyeyê rast bê xwendin.

Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs da zanîn ku di dema tevliheviya li Sûriyeyê de li qadê 2 blok hebûn û got: “Yek jê bloka îslamî-radîkal a din jî bloka sekuler, demokrat û pêşverû bû. Kurd ji destpêkê ve di nava bloka duyemîn de li ser bingeha demokrasî û azadiyê têkoşiyan. Hêzên guherîner, çep û demokratîk ên ku xwedî înîsiyatîfa pêvajoyê bûn bi rêk û pêk hatin tasfiyekirin. Derdorên ku li hemberî rejîma Esad berxwedana destpêkê bi rêxistin kirin, li derve hatin hiştin û têkoşîn li ser komên îslamî yên radîkal hat dewamkirin. Ji ber ku hêzên herêmî û navneteweyî bi zanebûn piştgirî dan van hêzan, ew li ser piyan hiştin û bi rê ve birin. Bi vî rengî cewhera pêşverû ya şoreşê hat bêbandorkirin û ber bi xeta radîkal-faşîst ve hat kişandin.”

Ahmet Karamûs diyar kir ku li gel zext û tasfiyekariyê jî kurd li ser xeta demokratîk û şoreşger li ser piyan man, di xeta ku weke ‘rêya sêyemîn’ hat pênasekirin de kurdan berxwedaneke ji modela civakeke alternatîf û pratîkeke rêveberiyê nîşan dan.

Ahmet Karamûs işaret bi pozîsyona xurt a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku kurd pêşengiyê jê re dikin û got: “Ev hêz xwedî tifaqên navneteweyî ye, demokratîk e, ji bo gelan bûye cihê baweriyê û bi têkoşîna xwe ya bi biryar a li hemberî komên radîkal bûye xwedî rewatiyeke cidî û prestîj. Feraseta rêveberiya piralî ya Rêveberiya Xweser û HSDê di wê astê de ye ku dikare ji bo jinûve avabûna tevahiya Sûriyeyê bibe modela rêveberiyê.”

Ahmet Karamûs qala projeyên navneteweyî yên li pişt projeya hilweşîna rejîma Esad kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îngilistan, Qatar û Tirkiye di vê projeya hevpar de hêzên radîkal gihandin heta Şamê. Bi taybetî komên radîkal ên bi serkêşiya Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) bi rêk û pêk bi avantaj kirin. Hêzên herêmî û global mîsyoneke aşkere dan van rêxistinan; li Şamê kirin desthilatdar, pêvajoya dewletbûnê dan destpêkirin û rewa kirin.”

Ahmet Karamûs diyar kir ku ev rewş weke projeyeke hevpar a bi piştgiriya Qatar, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê hat destekkirin ku li dijî modela demokratîk a kurdan e û wiha pê de çû: “Xwedîderketina li fîgurê Ahmet Şara re, ji jinedîtî hatina rabirdûya wî ya terorê re ew gihandin platformên Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Nêzîkatiya erênî ya raya giştî ıya navneteweyî ya ji bo HSDê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke gefeke mezin li ser ewlehiya xwe tê dîtin. Ev tirs sedema bingehîn a destpêkirina vê pêvajoya nû ya bi komên radîkal e. Tirkiye destketî û statuya kurdan ji bo ewlekariya xwe weke gefeke mezin dibîne û ji ber vê yekê jî gelekî hewl dide ku komên radîkal xurt bike. Stratejiya xwe bi temamî ev e.”

Ahmet Karamûs anî ziman ku Tirkiye dixwaze rewşa nû ya li Sûriyeyê veguherîne rewşeke li dijî kurdan û destketiyên civakî, leşkerî û siyasî yên kurdan tasfiye bike û got: “Stratejiya ‘rêya sêyemîn’ a kurdan di konjonktura nû de bi rîskên cidî re rû bi rû ne. Kêmasiyeke mezin e ku tevgerên kurd li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê siyaseteke hevpar neafirandine. Qatar, Tirkiye û Erebistana Siûdî ji bo destketiyên kurdan lawaz bikin li DYAyê di nava lêgerînên çalak ên dîplomatîk de ne. Koalîsyona navneteweyî bi tena serê xwe garantiyek nîn e. Divê haya mirovan ji vê hewldanê hebe û bi hişyarî tevbigere.”

Ahmet Karamûs diyar kir ku pêvajoya bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kir ji bo hevdîtinên dîplomatîk û tifaqa hevpar a nava kurdan moral û motîvasyoneke mezin afirand û got: “Siyaseta kurd ji bo derfetên li siyaseta herêmê û cîhanê derketine holê bi kar bînin, hîn siyaseteke hevpar neafirandine. Li gel vê yekê hevdîtinên dema dawî hatin kirin nîşaneya hewldaneke girîng e. Bi taybetî hevdîtinên navbera Rojava û Başûr ji bo Kurdan cihê hêviyê ye. Lê belê ev hevdîtin têrê nakin; pêwîstî bi stratejiyeke zelal û hevpar heye. Kurd neçar in li hemû parçeyan stratejiyeke hevpar û îradeya tevgerke bi hev re nîşan bidin. Heta niha ev yek bi temamî pêk nehatiye. Lê belê mîsyona hevpa a siyaseta tevahiya kurdan divê ev be.”

Ahmet Karamûs anî ziman ku siyaseta kurd divê bi lez berjewendiyên partiyan dînin aliyekî û stratejiyeke hevpar ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Rojava jî rewş cuda nîn e. Siyaseta kurd di vê dema dîrokî de nikare dîmenekî parçebûyî nîşan bide. Dema ku mirov rîsk û firsendan bi hev re binirxîne, sekna parçebûyî ya siyaseta kurd ji bo gelê me lawaziyeke mezin e. Destketiyên ku li Rojava, li Başûr û li parçeyên din bi dest ketine, îro bi rîskeke cidî re rû bi rû ne. Divê haya mirovan ji vê hebe û li gorî vê jî yekîtiyê pêk bîne. Ev yekîtî ji bo me hemûyan wezîfe ye ku nabe bê taloqkirin.”