Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibatê de û nirxanên xwe yên dawî de behsa civaka demokratîk dike. Herwiha bal dikşîne ser pêwistiya yekîtiya di navbera kurdan de .
Nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş der barê yekîtiya kurdan de bi hevserokê Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs re axivî.
Ahmet Karamûs di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan û ev tişt anî ziman: “Geşedanên li Rojhilata Navîn pêvîstiya yekitiya neteweyî ya kurd pêwîst dike. Li her derê şer heye. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Projeyên li ser Rojhilata Navîn didomin. Di vê qonaxê de êdî kurd dibin xwedî statu. Dibe ku li rojhilatê Kurdistanê jî rewşeke nû pêk bê. Di vê qonaxê de yan em ê destkêftiyên xwe zêde bikin an jî dîsa em ê bêpar bimînin. Li her çar aliyên Kurdistanê geşedanên nû diqewimin. Divê kurd bi hemû derfetên xwe teqez yekrêziya xwe pêk bînin.”
Ahmet Karamûs di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku astengiyên li pêşya yekitiya neteweyî jî kêm bûnê û wiha got: “Astengiyên salên berê yên pêşiya yekrêziya neteweyî weke nakokiyên di navbera partiyên kurd de niha ewqas tune ne. Lê mixabin weke gelê kurd ne di heşmendiya konjetora niha pêwîst dibînê ku kurd di nava yekrêziyê de bin, tevnagere. Heke kurd berjewendiyên partî û kesayetî danîn aliyekî û berjewendiyên neteweyî bidina pêş xwe yekrêziya kurdan ewqas nediajot. Erê ew astengiyên heyî ne astengiyên salên derbasbûyinê ne. Lê ne bi berpirsyariya şert û mercên qonaxa niha hewce dike jî tevnagerin. Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî zelal anî ziman ku yekitiya neteweyî ya kurdan xaleke sereke ye. Herwiha birêz Mesût Barzanî jî çend roj berê qala yekrêziya neteweyî kir. Lê tevî van peyaman jî li qadê partî û hezên kurd li gor vê peyamê tevnagerin. Ji ber wê jî êdî divê yekrêzî ji asta peyaman derbas bike û derbasî pratîkê bibe û kurd dan û standinên xwe zêdetir bikin.”
Entegrasyona navxweyî
Ahmet Karamûs destnîşan kir ku ji bo kurd bi dewletên serdest re entegrasyonê pêk bînin divê ewil entegrasyona navxeyî pêk bînin û got: “Heke kurd di asta neteweyî de nekarin entegrasyona navxeyî pêk bînin, nikarin bi dewletan re pêk bînin. Divê kurd ewil entegrasyona navxweyî pêk bînin. Du aliyê entegrasyonê hene. Yek pişaftin e. Ya din jî qebûlkirin e. Entegrasyon gelek hesas e. Mirov dikare bi entegrasyonê hebûna xwe mîsoger bike. Divê em entegrasyonê pir cidî bigirin dest û kurd li ser vê yekê bi hev re dan û standinan bikin. Dê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat çawa bibe?”
Amadekariyên yekitiyê
Ahmet Karamûs da zanîn ku ji bo kongreyeke yekitiya neteweyî amadekariyên wan hene û ev tişt got: “Em bi hemû aliyan re di nava dan û standinan de ne. Heke em nebin bersiva vê pêvajoyê û yekrêziya xwe pêk neynin em ê bi rewşên nû yên xeter re rû bi rû bimînin. Weke KNKê ji bo yekrêziya kurdan li her çar aliyên Kurdistanê amadekariyên me hene. Ji bo hemleyeke nû, ji bo yekrêziya kurdan xebatên me hene. Dema li Rojava konferansa yekrêziya pêk hat heman xebata me ji bo Başûr û Bakur jî hebûn. Li rojavayê Kurdistanê heta astekê yekrêzî pêk hatiye. Tevî kêmasiyan jî yekrêziyek heye. Me li Rojava xebata konferansa yekrêziyê pêk anî. Em li Bakur, Rojhilat, Başûr û dîasporayê jî dixebitin. Niha jî di rojeva me de ye. Îhtîmaleke mezin hefteyên pêş em ê dest bi hemlayeke nû bikin. Amadekarî û biryareke me ya ji bo kongreyeke yekrêziya neteweyî heye. Ji bo pêkanîna vê konferansê xebatên me jî didomin.”
‘Divê êdî dewlet gavan biaveje’
Ahmet Karamûs herî dawî li ser pengava dawî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê ku hezên xwe ji Zapê vekişandin jî rawestiya û got: “Ji destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û vir ve Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek gavên dîrokî avetin. Kurdan berpirsyariya xwe pêk anîn. Lê heta niha dewletê tu gav neavetiye. Divê êdî dewlet jî gavan biavêje. Hîn zagon amade nekirine. Birêz Ocalan ku muzakerevanê sereke ye hîn girtî ye. Divê edî dewlet erka xwe pêk bîne. Heke wisa neke, xuya ye dixwazê dîsa kurdan bixapîne.”
