27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Guler, bi bîr û bawerî nêzîkî Tekoşîna Azadiyê dibû

Ahmet Guler di Kongra PKK ya 3yemîn de wek endamê komîteya navêndî tê hilbijartin.  Rêber Apo cara yekem kesekî ku nedîtiye, dike fermandarê giştiyê ARGK ê. Ahmet Guler beşdarî kongra 4emîn dibe û piştre  cara yekem diçe cem Rêber Apo û perwerdeya xwe dibîne.

Ahmet Guler, xelkê gundê Senemoxluyê  ye.  Di sala 1958an de ji dayîk dibe.  7 bira 2 xwuşk in.  Ahmet Guler yê rêza hefta ye.  Malbata wî malbateke feqîr e.  Ji ber vê yekê berxvanî, golikvanî, gavanî û şivantî kiriye.  Gundiyê Senemoxlu dema çandiniyê û gîha dirutînê li gund dimînin, wekî dinê li metropolên Tirkiyeyê dixebitin.  Ahmet Guler jî dema wî jî karibe here xerîbiyê bixebite, tevî gundiyê xwe tim li Stenbolê di karê çêkirina avahiyan de dixebite.

Dema ku li Mêrdînêkê lîse dixwend, bi rêya Akîf Yilmaz Tevgera Azadiya Kurdistanê nasdike.  Di sala 1978an de dibe sempatîzanekî tevgêrê.  Li Mêrdînîkê beriya Tevgera Azadiya Kurdistanê, rêxistina Halkin Kurtuluşu (Rizgariya Gel) de lê wir pir in.  Dagirkeran çawa bi tang û topên xwe ve welat dagir kirine, çepên tirkan jî aliyê fikra çeptiyê ve dagir kirine. Ruhê demokrasiyê jî cem wan tune ye.  Kurdistanê mîna malê xwe dizanin, xencî xwe rêyê nadin fikrek dinê.  Halkin Kurtuluşu dest  bi êrîşan dike. Di 11ê kanûna 1978an de Mahîr Can li Mêrdînîkê şehîd dibe.  Ji ber van êrîşên Halkin Kurtuluşu, piranî sempatîzanên Tevgara Azadiya Kurdistan jê dûr dikevin.  Alîkî êrîşên dewletê, li aliyê din ji ber êrîşên Halkin Kurtuluşu ciwanên kurd heremê terk dikin diçin metropolên Tirkiyeyê.  Armanca dewletê jî ew e ku Kurdistanê vala bike. Ahmet Guler bi biryar e dixwaze bi Akîf Yilmaz re li heremê xebat dimeşîne.  Ew fetihkirina ruhê Mêrdînîkê di xwe de dibîne.  Li hemberî êrîşên Halkin Kurtuluşu disekine. Li bîranînên Mahîr Can xwedî derdikeve.  Mahîr Can li Serhedê şehîdê yekem e. Li ser hemû hevalan tesîrek mezin dihêle.  Ahmet Guler nasnavê xwe dike Mahîr.

Gundiyê Ahmet Guler E. K dibê:“ Ew li gundê me de kesekî wêrek, jîr û bi hiş bû.  Di zaroktiya xwe de xwediyê ruhekî rêxistînî bû. Dema Mêrdînîkê de lîse dixwend pir çalak bû. Herdem xwedanê şexsiyetek lekolîner û lêpirsîner bû. Ew dem fikrê çep de, çepê tirkan li Mêrdînîkê bi bandor bûn.  Salên 1978-1979an de em wek Tevgera Azadiya Kurdistanê xurt dibûn.  Dewleta Tirk ji vê pêşketina kurdan nerehet bû.  Provaktorên Halkin Kurtuluşu kirin dewrê.  Qet j bîrnakim, Halkin Kurtuluşu, ji bo xebatên me asteng bikin tevî polîsan xwestin êrîşî lîseyê bikin.  Ahmet Guler ew dem di çilê zivistanê de, mutbexa dibistanê de tupa gazê tîne ser rê devê tupê vedike agir berdidê.  Polîs û Halkin Kurtuluşu ji tirsa hemû şûnve direvin.  Tiştek bi hevalan nayê, bi vî awayî dibistan tê valakirin.  Wekî Ahmet Guler wisa nekira, me yê pir zirar bidîta.  Evê çalakiyê li ser wan pir tesîr kir.  Herkes matmayî ma.  Çawa wisa zû hat bîra wî bi tupa gazê ve wan bide tirsandin.  Ew dem di aliyê eskerî de, afiriner û xwedan însiyatîf bû.  Di nava wê pevçûnê de, salixê hatina Mahîr Can ji ku girtibûn nizanim.  Li ber derê mala karmendê daristanê, Şahbaz û lawê wî Selçuk Sarikaya kemîn danîn Mahîr Can şehîd bû, S. Î jî birîndar kirin.  Di heman şevê de, Ahmet Guler û hinek hevalan mala Şahbaz bombe û gulebaran kirin.  Rojek dinê nav bajêr de êrişî Şahbaz dikin. Ji van bûyeran şunve Ahmet Guler dibe rihistanê dijmin. Pir ji Ahmet Guler ditirsiyan.”

  1. Dema sixiyonetim ku li Kurdistanê îlan kirin, di nav bajaran de xebat kirin pir zehmet dibe. Qadroyên deşîfre bûne bajaran derdikevin, xebat li gundan berdewam dike. Ahmet Guler jî diçe gundan xebata xwe dimeşîne. 1980an de Tevgera Azadiya Kurdistanê biryara grubên çekdar dide. Kesên deşîfre bûne ji bajaran derdikevin diçin gundan. Li gundan kontrola dewletê kêm e. Dema esker diçin gundan, rihet dikarin xwe veşêrin, an jî derkevin derveyî gund. Ji bo xwe biparêzin divê çekên wan hebin. Li Qersê jî biryara çar gruba tê dayîn. 1-Qers-Dîgor, 2-Mêrdînîk-Erdexan, 3-Qulp (tuzluca) 4-Qaqizman û Îdir. Ahmet Guler û Îdrîs Okmen di gruba Mêrdînîk de cîh digirin.  Heval di cunta Kenan Evren a 12ê îlon 1980an de, bêamade karî cuntayê pêşewazî dikin. Cografya herî baş dihêlin, cîhkî mîna Dîgorê ji bo gerîla nebaş komî hev dibin. Di cotmeha 1980an de, operasyona ku derdikeve çiyayê Zixçî bi tesadufî difilitin. Grub qelebalixe hevalên ku deşîfre nebûne dişînîn mal.  “ Herin heta biharê xwe veşêrin biharê dîsa werin” dibêjin.  Grub berê xwe dide Çiyayê Agirî. Li wir ji ber sîxuran û kesên ji ber qanunê qaçax bûne, dewletê ji wan re xeber şandiye “eger hûn ewan kesên eşqiya ji bo kurdan dixebitin a kuştî ya jî bi saxî bînin radestî me bikin em ê we efû bikin” Ser vê agahiya dewletê ew kesên qaçaxê qanûnêne, rêya gerîla dibirin Huseyîn Makal (Apo) birîndar dibe. Ji bo ku birîna wî baş bibe hevalekî ji wê eşîretê de didin cem. Lê mixabin tixubê eşîra Gelturiyan de, ji ber îxbarê, bi birîndarî radestî dijmin tê kirin. Ew dem Ahmet Kesîp jî ji milê xwe de birîndar dibe.  Dema ku dixwazin Ahmet Kesîp jî radestî dijmin bikin, gruba gerîla mecbûren ji Çiyayê Agirî jî derdikevin berê xwe didin Qulpê.  Qulp aliyê cografî ve nebaş e, cîhê ku azerî lê jiyan dikin, dijmin texmîn nake gerîla li wir hebin.  Hejmara gerîla zêde ye dibin du gruba.  Ahmet Kesîp (Cemşid), Yaşar Organ (Çuro,Yêzdan), Nîzamettîn Şik (Akîf) û Bişar Serhed û du kesên din jî di nav de, li Qulpê dimînin.  Ahmet Guler (Mahîr) û Îdrîs Okmen (Mesut) û du kesên din di nav de, çar kes zivistanê berê xwe didine Mêrdînîkê. Di rê de li tapê Qersê lingê Îdrîs Okmen dişewite.  Ji mecbûrî derin gundekî nas, hevalê xwe radestî malbatekê dikin, rêya xwe berdewam dikin. Navbera Sêlîm û Mêrdînîkê de neqeva sor ( Kizil Gedik) he ye, biharê ji tirsa bagerê, kes newêre di wir re derbas bibe, lê Ahmet Guler zivistanê derbasî Mêrdînîk dibin.  Her du kesên cem Ahmet Guler, biryara xwe didin diçin radestî dijmin dibin. Ahmet Guler sibê radibe dinihêre ku her du hevalên wî tunene. Fêm dike ku wan rêya xayîntiyê bijartine. Cîh de wê derê terk dike, diçe û xwe vedişêre. Li bendêye ka rewşa kesên ku revîne we çawa bibe.  Fikra wî  li ser Îdrîs Okmen e, wekî xwemikur werin dikarin radestî dijmin bikin. Ewê zivistanê berê xwe dîsa dide neqeva sor têye gundê Bozkuşê.  Rastî operasyona dijmin tê.  Bi xwinsarî nêzîk dibe. Hîngê xwe pêçandiye nayê nas kirin nasnema wî dipirsin “destê min qerisiye ez nikarim derînim tu xwe derbixe baş dibe “ dibêje. Dema Fermandarê tirkan evê gotinê dibîhîse har dibe “ bênamus ser de jî dibêje nasname min derîne dibêje “ diqehire pahînekê li Ahmet Guler dixe.  Pişta xwe didin Ahmet Guler diçin.  Ahmet Guler bi vê pahînê raziye.  Hema bi lez ji wir dûr dikeve diçe cem Îdrîs Okmen.  Cîhê wî diguhere berê xwe dide Qulpê cem hevalan. Hemû rewşê dibêje hevalan. Dîsa vedigere diçe Îdrîs Okmen tîne Qulpê digîhîjîne cîhê saxlem. Fedekariyek mezin nîşan dide, di şertên cuntayê de, wisa tenê hereket kirin rîskek mezin e.

1981an de, birina gruba Mêrdînîk, di nav daristanê de bi cîh kirinê de rolek mezin dileyîze. Wan deran ew tenê dinase. Di dema cuntayê de, bi dehan gerîla hene, kesên ku hatin girtin û revîn hejmara gerîla dawiyê de pênc kes dimîne.  PKKyê qadroyên xwe biriye saha Fîlîstîn perwerde dike. Bi grubên Serhedê re têkîlî qut dibin. Du sala di çiyayên Serhedê de, bêyî têkîliya rêxistinê xwe diparêzin. Di dawiyê de di 1982yan de li ser têkîliya Vesîm Aras derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin. Diçin biryargeha Rajan cem M. Karasungur.  Di cîhê gerîla lê bimîne, bijartin û çêkirinê de, rolek Ahmet Guler mezin heye.  Wekî ew nebe grubê pir zehmetiyan bikişîne. Cografyayê baş nas dike. Berya tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe, nav wê daristanê de, bi qaçaxî darbirînê ji bo firotanê. Êzing birine ji bo şewatê. Daristan li tixubê zozan û gundê wan dikeve.

Zivistana 1983yan de li başurê Kurdistan herema Lolan perwerde ya siyasî û leşgerî dibîne. Bihara 1983yan de fermandariya Vesîm Aras (dişçi Cafer) de tev li Ahmet Kesîp grubek sê kesî berê xwe didin Serhedê, ji bo şerê gerîlatiyê amadekarî dikin.

1984an de fermandariya Vesîm Aras de, ji gruba propaganda çekdarî a Akîf Yilmaz, deh kes diçin Serhedê.  Grub dibin du beş. Fermandariya Kazim Demîrtaş de, Ahmet Guler dîsa cîhê ku nas dike diçe Mêrdînîkê-Şênkaya yê.  13ê mijdara 1984an de gundê li şamqasa Şênkayayê di encamê qomployekê de Kazim Demirtaş (Aydin) û Ercan Kiliç (Mazlûm) şehîd dibin.  Di fermandariya Abdullah Yildiz (Azîz) de, heta dawiya 1986an li Mêrdînîk-Şênkaya xebata xwe berdewam dike.  Ahmet Guler di Kongra PKK ya 3yemîn de wek endamê komîteya navêndî tê hilbijartin.  Rêber Apo cara yekem kesekî ku nedîtiye, dike fermandarê giştiyê ARGK ê. Beşdarî kongra 4emîn a  PKKê dibe, di dawiya kongreyê de cara yekem diçe cem Rêber Apo û perwerdeya xwe dibîne.

Zivistana 1988-1989an de serokvezîrê Dewleta Tirk diçe Îranê. Grubek endamê Tevgera Azadiya Kurdistan li derdora bajarê Urmiye dimînin. Di hevdîtinên Îran û Tirkiyeyê de, PKK jî heye. Herdu dewlet ji bo ku navbera xwe baş bikin jî, Îran dikare qadroyên PKKê bigire radestî Dewleta Tirk bike. Ji bo tevdîr grub çilê zivistanê de, berê xwe didin çiyayê Zagrosan. Rê de ber berfê û sermayê lingê pir gerîlayan dişewite.  Ahmet Guler jî tevî vê grubê ye. Ahmet Guler li quntara çiyayê Allahûekberê zivistana -40 dereceyî de mezin bûye. Hînî serma, zivistan û bagera de çawa nexeniqin xwe xelas bikin dizane. Piranî caran navbera gundê Senemoxlu û navçeya Mêrdînîk peya hatin- çûyînê kiriye. Mirov nav çi şertî de jiyan bike, laşê mirov jî gorê wê hîn dibe.  Ahmet Guler; ji bo cîhê tê ye xwestin grubê bigêhîjîne nava tevgerekê de ye.  Di zivistanê de, tişta  ku dest û pêyên li mirov dide şewitandin, di cîhê xwe de sekinandine. Dema ku  mirov hereket nekir, xwîna laşê mirov sar dibe, hêdî hedî diqerise, xewa mirinê tê, mirov qet naxweze ji cîhê xwe rabe, dest ji vê xewa şirîn berde. Lê ev xew, xewek daîmiyê ye, melkemot li berserî amadeye ruhê wî bistîne.  Ahmet Guler dibê“melkemot ez lawayî te dikim tu niha ruhê me nestîne.  Welatê me bindest e. Tu bi xwe jî dibînî zilma dewletên tirk, ereb û farsan li ser gelên kurd çiqasî zêde ye, nahêle ew henasa xwe berde û bistîne. Ma ev kesên tu dibînî di çilê zivistanê de, çima berê xwe dane çiyayê Zagrosan? Rayedarên tirk çûne Tehranê li ser me bazariyê dikin. Tu yê bibêjî em terş in ê me bifiroşin. Ev kesana canfedayê Kurdistanê ne. Ji bo şexsê xwe tiştekî nakin. Hemû hewldana wan azadiya welatê wan e. Ji bo ku Îran wan neke bazariyê mirina xwe dane berçavan berê xwe dane Zagrosan.  Demên kurd hatine çiyayê Zagrosan, çi dem êrîşên dijmin ser wan çêbûye cîh û warê xwe hîştine berê dane çiyayê herî nêzîk. Çiyayên Kurdistan mîna dayikek çawa zaroka xwe diparêze, çiyayê Kurdistanê jî wisa gelên Kurdistanê parastiye. A niha jî dîsa xetereyek heye me berê xwe daye wan çiyana. Dibê tu alîkariya me bikî.”

Melkemot “ Xuyaye tu pêşengekî pir baş î. Te wisa kir ez bigirîm. Temam gotinê te qebûl dikim. Hevalên xwe zû rake têke hereketê, bila kes cîhên xwe de nesekine, tim hereket bike kî laşê wî germ bibe, yana yê bimirin. Alîkariya min we re ev e. Xweda alîkariya we be” dibêje û wenda dibe.

Ahmet Guler di rê de qet nasekine, vî serê grubê dinhêre yê dinê, yek yek hevalên xwe kontrol dike. Kesên rewşa wan kiritîk, li dest û lingên wan mêze dike. Wekî bizanibê qerisiye lingê hevalên xwe pêxas dike. Şivekê ve lê dide. Lingê qerisî demê lêdanê de xwe nahise. Ber lêdanê bin ling germ dibe xwîn hereket dike.  Hereket kirina xwînê re lêdanê dihise. Heta xwe dihsê deng deranî ew dem Ahmet Guler lêdane dide sekinandin. Ji ber ewqas tevdîr, dîsa jî ling û pêçiyê çend kesan diqerisin reş dibin. Wekî ew reşayê neyê birin pêda pêda reşayê laşê mirov dide ber xwe pûç dike. Yek çare heye, ew jî birîna pêçî yan jî ling e. Zehmetiya derbas dikin xwe digêjînin mintiqa Arê.  Arê axa başurê Kurdistanê ye. Grubê xwe gîhandiye cîhekî ewle. Tehlîka Îranê nemaye, lê ya xwezayê heye. Çilê zivistanê hewa sar e, li gorî ser serê Zagrosan germ e. Cîhên ku gundiyan vala kirî heye.

Berfê herder girtiye kesên bikaribin kar bikin, alîkariyê didin Ahmet Guler, derê xanî vedikin dikevin hundir. Agirekî vêdixe, lê hemû hevalên xwe şiyar dike“ bila kes neyê nêzîkî agir rûnenê. Durî agir bisekinin heta laşê we germ bû. Kesên dest û piyên wan jan dide têkin nava berfê bila jana wê bisekine. Çûyîna ber agir cîh de xwîn reş dibe, dike qanqiran. Ew cîhên reş bûye wekî baş nebe, roj bi roj reşaya wî zêde bibe em mecbûrin cîhên reş bûye bibirin. ” Dibêje hevalên xwe. Gerîlayên ew dem jiyan kirine tu caran evê qenciya Ahmet Guler ji bîrnakin. Şer ne tenê hemberî dijmin e, şerê herî mezin li hemberî xwezayê berxwedan e. Dibe mirov zimanê xwezayê fêm bike. Xweza hem mirov diparêze, hem jî mirov zimanê wê fêm neke, mîna hutekî mirov dadiqurtîne. Evê seferê de jî dide xuya kirin Ahmet Guler zimanê xwezayê baş dizane.

1991an de dibe fermandarê eyaleta Serhedê.  19ê hezîrana 1991an de, rêzeçiyayên Allah û Ekber li banê neqeva sor de, navbera gerîla û eskerê tirk de şer dertê.  Ahmet Guler pir serbest hereket dike. Gerîlayên li cem şiyariyê didinê li wan jî guhdar nake. Melkemot derdikeve pêşiyê çend gotina jê re dibêje.

Melkemot “ Ahmet Guler ya te heta vira ye. Dema ku lingên hevalên te şewitîn alîkarî xwest bi destûra Xwedê min alîkarî da ye we.  Lê îca tu kesekî guhdar nakî li gor xwe hereket dikî.  Li vî cîhê rût tu wisa serbest hereket dikî, qet tu nabêjî gulek li min bikeve. Ya rastî tu cem serokê xwe tê, pir bi te bawer e, here baş bixebite. Te sozên wir da ye çi zû bîr kir. Tu qet nafikirî û nabêjî pêdiviya gelê kurd bi min heye.  Îdî tu gîhîşte armanca xwe, endamê komîta navendiya partiyê yî û endame konseya ARGKê yî, tu çûyî cem rêberê xwe jî, li wir de jî mebesta te hat cîh. Niha jî tu hatî dibê rûhê min bistîne. Ew gula ku li te keve wê bibe bayîsê mirina te. ”

Ew dem gerîlayên cem bang dikin “ wisa aşkere hereket neke xwe xwar bike” dibêjin. Li Ahmet Guler kesekî guhdar nake dijmin suîkastê lê dikin, şehîd dibe. Mixabin ewqas tecrûbeyên xwe bi xwe re bir axa sar. Dijmin mezin dîtin çiqasî xeter e, dijmin piçûk dîtin jî ewqas xeter e. Ji ber kêmasiyên gerîla, dijmin hinek encaman digire. Yana tu xurtbûna dijmin nîn e. Gora Ahmet Guler niha li goristana bê kesa ya Sêlîmê ye.  Divê kurd lê xwedî derkevin, cenazeyê wî bibin gundê Senemoxluyê yê ku lê ji dayik bûye.

Ahmet Guler li hember tasfiyekariyê xwedî helwesteke zelal bû. Xwe li gorî şexsan eyer nedikir. Si 1987an de, dema tasfiyekaran de wek mîlîtanekî li gel partiyê cihê xwe girt. Kesekî ku di rêya partiyê de bimeşiya hevalê wî bû. Lê dema ku ji xetê derketa di cîh de helwesta xwe nîşan dida.

Kesekî sohbetxweş bû, bi mirovan re zû têkîlî dadîanî. Ku kesek ji derve  ve wî  temaşe bikira dê bigota ‘bi salane bi vî hevalê re hevaltiyê dike’. Lê di rastiyê de Ahmet Guler hê nû ew heval dinasî. Ahmet Guler çûbe ku xwe wek endamê malbatê hesibandiye. Rêzdar e bi mezinan re mezin e, bi piçûkan re piçûk e. Here kîderê zû têkîlî datîne û germahiyekê dide çêkirinê.

Bawermendekî mezin e, dema cunta 12ê îlona 1980an de, têkîliyên gruba Serhedê bi rêxistinê re qut dibe. Di wê dema zehmet de, li Kurdistan û Tirkiyeyê çi rêxistin hene hatine ber tunekirinê. Kesên ku ji xwe re digotin şoreşger, ketine nav lêgerînekê.  Hinek kesên ku têkîliyên wan bi dewletê re hebûn ji bo têkiliyên wan qut nebin, ji van kesan re jî şoreşgerê rojên fire têye gotin. Hevalên nîve rêyê ne, çi dem mirov bihêle here ne diyar e.  Ji van re di nav gel de “ Kesên bêqulp” tê gotin. Ahmet Guler, kesayetek li hemberî van tiştan bû. Bi azadiya Kurdistanê pir bawer bû û li gor wî têkoşiya.

Wekî îro tekoşîna azadiya Kurdistan gihîştiye vê astê keda pakrewanên mîna Ahmet Guler e. Heta xuleka fîzîkî nav tekoşînê veqetiya ye bênavber bi bîr û bawerî xebatên xwe meşandiye. Îro jî em şopdarên van pakrewana ne. Ji bo bîranîna wan, Kurdistanek azad ava bikin.