Li dijî êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê SMO yên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne di 13ê kanûnê de li ser ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê nobed hat destpêkirin. Çalakiya nobedê ev 16 rojên bi tevlibûna jin, ciwan, siyasetmedar, rêxistinên sivîl û aktivîstên mafên mirovan berdewam dike.
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Ahmet Arikan ê ku tev li çalakiya nobedê dibe bal kişand ser wê yekê ku piştî rûxandina rêjîma Esad rewşeke nû li Sûriyeyê derketiye holê û ev tişt anî ziman: “Di serdema nû ya veguherînê de li hemberî binpêkirina mafên mirovan berpirsyariyên mezin ên rêxistinên mafên mirovan hene. Em ji bo pêşî li binpêkirinên mafên mirovan ên piştî hilweşîna pergalê bi avabûnên nû hatine avakirin re bigirin, li vir in. Banga me ji rêxistinên navneteweyî, saziyên ku aliyên peymanên navneteweyî ne û hiqûqa mirovahiyê diparêzin; divê pêşî li binpêkirinên mafên mirovan bigirin. Li welatên ku şer lê hene parastina ol, ziman û çandan tenê ne aîdê mirovên li wir in an jî tenê ne peywira wî welatê ye. Berprisiyariya dewletên bawerî bi hiqûqê anîne jî. Daxwaza me ew e ku di pêvajoya derbasbûnê de pîvanên hiqûqê esas bên girtin.”
Ahmet Arikan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî rûxandina rejîma Baasê neçar ma ku modeleke nû derkeve holê. Em behsa ezmûna 12 salan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di nava wan de çandeke avabûyî ya bi rêbaza siyasî û civakî heye. Domandina vê pêvajoyê di warê mafê çarenûsa gelan de gelekî girîng e û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye ferzkirin.”
Ahmet Arikan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were parastin. Divê Tirkiye ji fobiya kurd rizgar bibe. Wê ne rast be ku mirov sedsala 21ê li ser esasê tirsê xeyal bike.”