Agnostîsîzm, ew doktrîn e, îdia dike ku mirov nikare hebûna tiştekî ji rastiyên ku bi ezmûnên xwe bi dest xistiye wêdetir bizane. Agnostîsîzm, hem wekî têgeh û hem jî wekî têgînek felsefî, ji hêla Thomas Huxley ve hatiye diyarkirin. Huxley, peyva agonstîkê hem ji bo ramyarên xudatiya kevneşopî ya Cihû-Xiristiyan û hem jî doktrîna xudênenasiyan red dike û bi awayekî vekirî hebûna Xwedê bi peyva agnostîk bikar tîne. Ev peyv piştre hemû doktînên ku naye zanîn veduxwîne nav xwe. Agnostîsîzm weke berteka li hemberî şaşiyên mezin ên ramana mirovî ku di dîrokê de ji kontrola zanistê bêpar bû, derket holê. Reaksiyona yekem ji aliyê sofîstên Yewnanî yên di serdema kevnar a pêş ketiye. Li gorî wan zanîn encama hestan e û ji derveyî hestan nayê bidestxistin û ji bo her kesî nabe zanîna derbasdar.