21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê pûş

Bala xwe bidinê, di nava zêdetirî pêncî salan de ji bo pirsgirêkên neteweyî, civakî û siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên jiyîn, lêgerîna “çareseriyê” çêbû. Di lêgerîneke bi vî rengî de, encamên ku ji ber rûbirûbûna hêzên şoreşger û dij-şoreşê, roleke çalak lîst.

Di nava gel de li ser kîjan mijarê dibe bila bibe; peyvên ku rewşên wek şiyarbûna hêviyê, xweşbînî, reşbînî, bêzarî, westayî, tirs, guman û fikaran vedibêjin hene. Ji van re bêjeyên wecîz jî tê gotin. Peyvên wiha hem vediguherin metaforan hem bi qasî rasterast kêxweşiyê tîne ziman û hem jî bi awayekî îronîk ji bo guman, tirs û li cihên ku nediyarî lê serwere tên bikaranîn. Bêguman, ev biqasî ferd û xweseriya civakê û sosyo-psîkolojiya ku di nav de ye xwe dide der, di heman demê de fersendê dide ku li ser atmosfera ku wan dorpêçe kiriye bibe xwedî nerînekê. Îro li Tirkiye û Kurdistanê bêyî ku serî li analîzên berfireh bidin, derfeta ku mirov dikare sosyo-psîkolojiya ferd û civakê bi van şêweyan vebêje, heye.

Dayik-bav-zarok û heta neviyên ku piraniya nifûsa Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tînin, di nava atmosfereke siyasî û civakî de ku berdewamiya hev e, pêk hatine; hem ji hêla giyanî û hem jî ji hêla tevgerî ve li gorî wan teşe girtine. Ji destpêka salên 1970î heta roja me, dibe ku tespîteke wiha were kirin. Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku di pêkhatina sosyo-psîkolojiya nifşên ku bi hev re hatine girêdan de rastiyeke wisa heye.

Bala xwe bidinê, di nava zêdetirî pêncî salan de ji bo pirsgirêkên neteweyî, civakî û siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên jiyîn, lêgerîna “çareseriyê” çêbû. Di lêgerîneke bi vî rengî de, encamên ku ji ber rûbirûbûna hêzên şoreşger û dij-şoreşê, roleke çalak lîst. Ji bo bi çareseriya şoreşgerî û berxwedanê vê yekê biçewisîne, em dikarin ûn hatin beramberî hev weke êrîşên dij şoreşê pênase bikin, bûne hêmanên ku rasterast bandorê li ser teşegirtin û tevgerîna ruhî ya kes û civakê dike. Di vê teşe û derbirînê de her çiqasî di nava xwe de cudatî derxistiye holê jî mirov nikare bibêje kes û civak nesîbê xwe ji vê negirtine.

Di vê qonaxê de yên li ser vê bingehê hatine beramberî hev yan wê hevdu tune bikin yan jî hebûna hev qebûl bikin, di bin şert û mercên herî kêm ên hevpar de bên cem hev û ji bo pirsgirêkên ku bi hev re hatine jiyîn çareseriyê bibînin. Ji bilî vê derfetê rêyeke navborî tune ye. Bi rastî jî ev rastiya heyî di van sîh salên dawî de hatiye dîtin. Yên ku ev dîtin dest bi lêgerîna çareseriyê kirin. Daxuyaniyên Rêber APO yên ku ji destpêka salên 1990î ve ji raya giştî û derdorên pêwendîdar re dihatin ragihandin; daxuyanî, bang û nirxandinên kirin û lêgerînên li derveyî şerê çekdarî nîşaneya vê yekê bû. Her wiha kesayetên siyasî yên wek Tûrgût Ozal, Necmettîn Erbakan û rojnamevan û rewşenbîrên wek Mehmet Alî Birand jî bi vî awayî helwesta xwe diyar kirin. Lê belê ev lêgerîn bûne hedefa êrîşên û her ku diçû dijwartir dibûn. Di encamê de Tûrgût Ozal jiyana xwe ji dest da û Necmettîn Erbakan jî bi mekanîka darbeyê ji desthilatdariyê hat dûrxistin. Rêber APO bû hedefa êrîşên tunekirinê û bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Mehmet Alî Birand di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.

Îro pirsgirêkên di Rêber Apo de şênber bûne lêgerîna çareseriyê ya li derveyî têkoşîna çekdarî bi êrîş û astengiyan re rû bi rû ye. Tiştên ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27ê Sibata 2025an de ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û raya giştî ya navneteweyî re hat ragihandin, qewimîn weke nîşaneya vê ya şênber watedar bûye. Di rastiyeke wiha de PKKê ragihand ku ew ê daxwazên banga Rêber APO pêk bîne û li ser vê bingehê ji 1ê Adara 2025an ve “agirbest” îlan kir. Li ser vê yekê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel talîmat da hêzên leşkerî yên di bin fermandariya xwe de û xwest ku teqez li gorî biryara ku ji aliyê PKKê daye tevbigerin. Li gel vê jî rayedarên hikûmeta AKPê weke ku tu daxuyanî û bangkirineke wiha nehatibe kirin nêzîkatiyekê nîşan didin. Daxuyaniyên Efkan Ala, Yilmaz Tûnç û Omer Çelîk vê wateyê îfade dikin. Yaşar Guler bi daxuyaniya ku da wan temam kir. Daxuyaniyên wan, gotinên Devlet Bahçelî yên di 1ê Cotmeha 2024an de kiribû vala derdixe û bêdengiya erêkirinê ya RT Erdogan di nava xwe de tevahiyek çêdike û wateyek wiha derdixe holê. Ev atmosfera ku piştî Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin ji Şamê vegeriyan li Tirkiyeyê bi hawîrdora siyasî û psîkolojîk re hat zexmkirin, hewl tê dayîn bi temamî were xurtkirin. Ev hemû bi awayekî vekirî tên kirin.

Nifşê piştî salên 1970yî jî van bûyeran hemûyan dibîne û li gorî wê didarizîne. Divê atmosfera ku di 1ê Cotmeha 2024an de ji aliyê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yê ku yek ji stûnên bingehîn ên  desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê avakiriye û Tifaqa Cûmhûr e, bi vê hişmendiyê dinirxînin binirxîne û helwestê nîşan didin. Divê mirov pirsa Di nava 5 mehan de çi guherî ku ji nişka ve ev atmosfera ku dihat xwestin hat asta ku vala bê derxistin û paşve gav avêtin? bipirse. Tevî daxuyaniyên erênî yên Rêber APO û PKKê jî bi gotina; “Çima ketin nava nêzîkatiyeke bi vî rengî”, ew lêpirsîna ku ketineê veguherandine helwestekê.

Xuyaye AKP-MHP a ku klîka desthilatdariya niha ya li Tirkiyeyê pêk tîne, operasyoneke şerê qirêj a taybet dimeşîne. Ji ber vê jî çaresernekirina pirsgirêkên ku ji sala 1970an û vir ve kom bûne û kangren bûne li gorî berjewendiyên xwe dibîne û dixwaze li ser şerekî bi vî rengî hebûna xwe bidomîne. Ev klîka ku desthilatdariya AKP-MHPê dimeşîne tam vê dîmenê dide, têgihan diafirîne û qeneatê pêş dixe. Nexwe çima di siyaseteke wiha de israr dike? Ji banga Rêber APO û bersivdayîna PKKê ya li ser vê bangê heta 15ê Adara 2025an bi wesayîtên şer û çekên weke tang, top, obus, balafirên şer, helîkopter û balafirên bêmirov Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 hezar 634 caran bomberbaran kirin, li Bakurê Kurdistan bi herêmên gerîla re bajarên Tirkiyeyê jî di nav de êrîşên qirkirina siyasî didomin, hîn jî qeyûman dişînin ser şaredariyan û li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên wêrankirin û dagirkeriyê bênavber didomin. Bi domandina van êrîşan re israrkirina gotinên tehrîk û provokatîfî tê vê wateyê.

Dema ku di vê polîtîkaya şerê taybet-qirêj de israr dikin dev ji helwesta şerê psîkolojîk ê li ser civakê û bi wê bide qebûlkirin bernadin. Dema ku vê dikin, projeyên li ser bingeha endezyariya civakî têne pêşxistin. Hewl tê dayîn ku bandorên giran ên neçareseriyê yên li hev kombûyî û nehatine çareserkirin ku rasterast bandorê li ser sê nifşan kiriye, bi kar bînin. Tê xwestin ku di nava gelê Kurdistanê û derdorên demokratîk de atmosfera “bendewarî” û “xweşbînî” çêbikin. Weke ku tiştekî wisa heye hin agahî û nûçeyên davêjin holê û belav dikin.

Helbet ev polîtîkayên şerê taybet-qirêj ji aliyê gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên ku ev sê nifş in xwediyên çareseriya şoreşgerî û berxwedanê ne ve tê zanîn û girêdayî rojeva sereke tevdigerin. Dema ku van tiştan dikin bi berpirsiyarî nêzîk dibin, pîvan û  asta wê diparêzin. Dema ku ji bo banga Rêber Apo dora gavavêtinê hatiye hêzên desthilatdar ên Tirkiyeyê, di vê pêvajoyê de erka xwe pêk naynin û mîna tiştên ku Yaşar Guler gotiye ji “agirê pûş” pêvtir tu tiştî îfade nake.