Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku berdewamiya kevneşopiya Çapemeniya Azad e û gava yekem a wê di 22’ê Nîsana 1990’î de hat avêtin, navenda wê ya li Cagaloglûya Stenbolê û buroyên wê yên li Kadirga û Enqereyê di şeva 2’yê Kanûnê de ya ber bi 3’yê Kanûna 1994’an vebi awayekî hevwext hatin bombekirin. Di vê êrişa bombeyî de xebatkarê veguhestina rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê jî birîndar bûn. Rojnameya Ozgur Ulke ya ku tevî vê êrişê jî kevneşopiya Çapemeniya Azad berdewam kir, roja din bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne!” derket.
Rojnameya Ozgur Ulke, di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ya 3 roj beriya êrişê hat çêkirin de hedef hat girtin û ji bo wê wiha hat gotin: “Divê ji holê bê rakirin.” Belgeya bi nîşaneya “Veşartî” ya bi îmzeya serokwezîra wê demê Tansu Çîllerê ku di çenteyê wê de “lîsteyên mirinê” û “yên bên tunekirin” hebûn, 15 roj piştî êrişê ji aliyê Rojnameya Ozgur Ûlke ya bombebarkirî ve hat weşandin.
Di belgeyê de ku navê Rojnameya Ozgur Ulkeyê tê de hebû, rasterast ev tişt hatibûn gotin: “Çalakiyên organên çapemeniyê yên ku piştgiriyê didin çalakiyên cudaxwaz û wêranker, di van demên dawî de eşkere li dijî bekaya dewletê û nirxên manewî yên dewletê veguherîne êrişekê. Ev xetereya girîng a li ser yekparebûna milet û welat li holê ye û ji bo berterefkirina vê gefê gelek kesan serî li Wezareta Dadê daye. Divê sedemên bi awayekî çalak yên nepêkanîna hiqûqê bên diyarkirin û tevdîrên jiholêrakirinê bên girtin…”
Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktûna ku di daxuyaniya xwe ya der barê êrişê de gotibû ku ew fermana “berterefkirinê” wekî fermaneke xwezayî pêşwazî dikin û der barê bombebarana rojnameyê de jî wiha gotibû: û “Em wiha difikirin ku ev kes ji bo Tirkiyeyê bitengijînin, xwe bi xwe bombe bi xwe de teqandine.”
Rojnameger, nivîskar û Midûrê Nûçeyên Cîhanê yê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Huseyîn Aykol ku şahid û mexdûrê serdemê ye û ji edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Ûrûnê bombekirina Ozgur Ulkeyê û têkoşîna Çapemeniya Azad a li dijî êrişan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
Aykol anî ziman ku di sibeha 3’yê Kanûna 1994’an de rastî avahiya rojnameyê ya bombebarkirî hatine û wiha got: “Me Ersîn li wir winda kir. Hevalên me yên qata sêyemîn birîndar bûn. Yên ku bi derfetên xwe karibûn ji avahiyê derkevin jî hebûn. Çendî polîsan ên birînên wan xedar rakirin nexweşxaneyê jî, lê kesên ku birînên wan giran bûn bi bêşermiyeke mezin binçav kirin. Dema ez wekî her carê serê sibê saet di 07.00’an de hatim avahiyê, haya min ji van hemû geşedanan tune bû, hê jî dûman ji avahiyê derdiket. Kesek ji rojnameyê tune bû. Her wiha dema min rewşa avahiyê dît, bi xemgîniyeke mezin çûm kovara HEDEF’ê ku ez edîtorê wê bûm û min manşeta kovarê guherand. Min bombekirina Ozgur Ulkeyê xist bergê kovarê û kovarê ji bo çapê amade kir. Telefona kovara me lêxist. A digeriya Gultan Kişanak bû. Ez çûm navnîşana ku wî got û me rojnameyeke çarrûpelî çêkir û ew şand çapxaneyê.”
Aykol anî ziman ku piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê tevneke mezin a hevgirtinê derketiye holê û got: “Hin kovarên welatparêz û sosyalîst digotin, ‘Heta hûn li avahiya xwe dest bi xebatê bikin, em weşana xwe radiwestînin. Ev buro di xizmeta we de ne.’ Bi rastî em bi rojan di buroyên wan de xebitîn. Her wiha hinek rewşenbîr komputerên xwe anîn van buroyan. Hin rojnameger ji rojnameyên rojane ku lê dixebitîn nûçe anîn. Di wan rojan de nûçeyên ajansan bi teleksan serwîsî rojnameyan dihatin kirin. Ew rûpelên teleksê yên navborî dianîn. Mînak, min nûçeyên cîhanê ji wir dibijart û dinivîsand. Gelek rewşenbîran nameyên hevgirtinê anîn ku di rojnameya me de bên weşandin. Ji bo hişyarkirina raya giştî hin rewşenbîr li Taksîmê bi awayekî sembolîk rojnameyê firotin. Yanî di roja ewil de komeke derket holê ku ji manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne!’ fêm kiribûn û nedixwestin dor bê wan. Ez wiha difikirim ku ev nêzîkatiya hevgirtinê ku piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê kir ku rojname bênavber derkeve, yek ji mezintirîn çalakiyên înîsiyatîfa sivîl ên demên dawî ye.”
Aykol anî ziman ku li pişt êrişê polîtîkayên şer ên dewletê hene û got ku ev êriş hemû derdorên çepgir û sosyalîst tirsandiye. Aykol wiha domand: “Berî her tiştî em ew kes bûn ku me digot, ‘heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, demokrasî jî, sosyalîzm jî dê neyên welêt.’ Me bawer dikir ku serwîskirina nûçeyên rast pîroz e. Di wan rojan de ev hişyarî li dijî çapemenî û çapemeniyê bû, lê îro ev hişyarî ji bo hemû saziyan derbasdar e. Ji bo partiyên muxalefetê, saziyên dadwerî û parlamentoyê bû hişyariyek. Ji ber ku polîtîkaya şer ku aqilê dewletê bi israr wê didomîne, hem civakê hem jî dewletê bi xwe, ango hemû saziyên wê rizandiye û dirizîne.”
Aykol destnîşan kir ku israra wî ya di Çapemeniya Azad de ew bû ku nûçeyên rast ragihîne raya giştî û got ku dema wî li rojnameya Halk Gerçegîyê ku yekemîn rojnameya kevneşopiya Çapemeniya Azad e, dest bi kar kiriye. Aykol got: “Me çapxaneyek nedît. Em rastî sansurê hatin. Der barê me de doz hatin vekirin. Berpirsiyarê me yê yekemîn hat girtin. Bi girtina rojnameyên me xwestin ku me ‘bi bêdengî’ ji qadê derxînin. Dema ku dest bi kuştina hevalên me kirin, helwest û erka me ew bû ku em şûna her hevalên xwe yên hatin kuştin dagirin û nehêlin alaaya kevneşopiya Çapemeniya Azad bikeve erdê.”
Aykol anî ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku geşedanên li Kurdistanê ji raya giştî re radigihadin di bin zextên mezin de bûne û wiha behsa wê heyama ku ew mexdûr û şahidê wê bû kir: “Hevalên me yên rojnameger û belavkar hatin binçavkirin, girtin û kuştin. Helbet ne tenê em rastî terorîzma dewletê ya bi vî rengî hatin. Endam û rêveberên partiyê yên li bajarên kurdan, endam û rêveberên mafên mirovan û heta gundiyên ku cerdevaniyê qebûl nedikirin jî di bin zextan de bûn. Şewitandin û valakirina gundan dest pê kiribû. Ez yek ji damezrînerên kevneşopiya Çapemeniya Azad im. Di nava hevalên me de ku me bi hev re da ser vê rêyê, hin ji wan şehîd ketin, hin jê neçar mane ku biçin sirgûnê û hin jê hatine girtin. Her wiha yên ku bi ji ber hin sedeman ji me veqediyan jî hebûn. Di ser wê rojê re 33 sal derbas bûn. Ez tu carî ji vir derneketim. Heya ku pêdivî pê hebe, ez ê li vir bim. Manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne!’ qet nebe ji ji aliyê hin kesan ve pir baş hat fêmkirin û di çarçoveya hevgirtinê de tişta pêwîst hat kirin. Manşeta îro dibe ku wiha be: Ev agir sînor jî derbas kirin! Agirê mejiyê dewletê ku rojname bombe kirin û gund şewitandin, sînor derbas kirin. Çû Başûrê, çû Rojavayê. Her ku agir mezin dibe, rizîbûna saziyên hikûmetê jî zêde dibe. Lê ya herî girîng jî civak bi xwe tê rizandin.”
Aykol anî ziman ku Çapemeniya Azad a ku zext û êriş nikarin wê bêdeng bikin bûye hêzeke cîhanê û got: “Êrişên ku aqilê dewletê li hemberî çapemenî û çapemeniya me pêk tîne, nikarin me bişkînin û me çapemeniya xwe veguherand medyayê. Berê tenê rojnameyên me hebûn, niha televîzyon, ajans û malperên me hene. Çawa ku nikarin me biçûk bikin, tune bikin, em jî roj bi roj mezin dibin; Hêza me ya nûçeyan û ragihandina me ya li seranserê cîhanê zêde dibe.”
Ji edîtorên Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urunê jî diyar kir ku ew Çapemeniya Azad wekî dibistaneke ku têkoşîna wekhevî û edaletê ya gel û her wiha têkoşîna jinan dibîni û got: “Di heyameke wiha de, min kevneşopiya Çapemeniya Azad nas kir. Aliyê taybet û watedar ê ku Çapemeniya Azad ji çapemeniya din cuda dike ew e ku di warê weşana jinan de qonaxeke girîng e. Ji ber ku Gurbet Ellîersoz, yekem Gerînendeya Weşana Giştî ya jin, ji vê kevneşopiyê ye. Ji ber vê yekê Çapemeniya Azad xwedî cihekî gelekî taybet e.”
Urunê destnîşan kir ku çendî di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûne jî ev zext bi rê û rêbazên cuda didomin û got ku kevneşopiya Çapemeniya Azad jî li dijî van rê û rêbazan rê û rêbazên nû pêş xistiye. Urunê got: “Rojnameyên me hê jî tên girtin û serdegirtin tên kirin. Alavên me tên desteserkirin. Binçavkirin û girtin bi her awayî dewam dikin. Em, çi li hundur çi jî li derve, em vê kevneşopiyê didomînin.”
Urunê anî ziman ku kevneşopiya Çapemeniya Azad ne xwedî feraseta rojnamevaniya di plazayan de ye û axaftina xwe wiha domand: “Li vir em behsa weşaneke ku bi giştî bi gel re dimeşe û dengê gel radigihîne dikin. Çapemeniya Azad kevneşopiyek pir xurt e ku ji gel qut nebûye, gel xwe tê de dibîne û xwedî hesta xwedîderketinê ye.”
Urunê diyar kir ku ew ê di 3’yê Kanûnê di salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de li Kadirgaya Stenbolê çalakiya bibîranînê li dar bixin û banga tevlibûnê li gel û saziyên çapemeniyê û bi taybetî jî li xebatkarên Çapemeniya Azad kir.