9 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê li Amarayê pêxistin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê agirê Newroza 2025an li gundê Amara yê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pê xistin

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) agirê ewil ê Newroza 2025an li gundê Amara yê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pê xistin. Ciwanan, beriya bernameya Newrozê ya li baxçeyê mala Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, daxuyanî dan.

Endamê Meclisa ciwanan Huseyîn Arslan di daxuyaniyê de wiha got: “Agirê ewil ê Newroza 2025an em li gundê Amarayê hil dikin ku Roja me lê hil bûye. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û Kemal Kurkutan ev agir qet venemirî û dê venemire. Hêvîdarin Newroza îsal bibe wesîleya azadî, aştî û civaka demokratîk. Em bang li tevahiya ciwanan, jinan û gelê xwe dikin ku tev li pîrozbahiya me ya Newrozê ya Xelfetiyê bibin ku dê di 13ê Adarê de bê lidarxistin. Ji bo avakirina civaka demokratîk dê têkoşîna me bênavber bidome. Newroz pîroz be.”

Piştî daxuyaniyê jî agir hat pêxistin, ciwanan li dora agir stran gotin û govend gerandin. Gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û ciwanan xwe di ser agir re avêtin. Ciwanan xwestin ku Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Pîrozbahî, bi gerandina govendê, avêtina tililiyan û bi çepikan bi dawî bû.

Ciwan, piştî pîrozbahiyê li mala Abdullah Ocalan jê dayik bûye ji hêla Mehmet Ocalan ve hatin pêşwazîkirin.