12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê hat pêxistin

Îsal Newroz dê li 30 bajar û 61 navçeyan were pîrozkirin û li Amedê agirê Newrozê hat pêxistin. Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat aşkerakirin û her wiha li Wanê komîteya Newrozê bi daxuyaniyê banga tevlêbûna pîrozbahiyan kir û dê Newroza Wanê li qûntara Kelehê were pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, berî mîtînga mezin a Cejna Newrozê, yekemîn agirê Newrozê pêxist û starta pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr da. Agirê Newrozê ji aliyê Komîteya Amadekar ve li baxçeyê avahiya HDP’ê ya navçeya Peyasê hat pêxistin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Remziye Tosûn jî di nav de gelek kes beşdarî, bernameya pêxistina agirê Newrozê bûn.

Bi baxçeyê partiyê ve, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin”, “Jin wê bi raperîna xwe, agirê Newrozê qîr bikin”, “Newrozê ji bo gelan têkoşîne, ji bo yekitiya Kurdan gotine” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişkînin” hatin kirin. 

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner ku Serokatiya Komîteya Amadekariyê dike û endama Komîteyê Zelal Bîlgîn daxuyanî dan.  Bîlgîn wiha got: “Ligel hemû zextan jî em Newroza gelên Tirkiyeyê pîroz dikin û em ê pîroz bikin. Weke ku tê zanîn Newroz di heman demê banga aştiyê ye. Îro gelê me amadekariyên xwe yên Newrozê dike. Em bi vê wesîleyê, banga berxwedanê li gelê xwe dikin.”

Serî li walitiyê dan

Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Soner  diyar kir ku wan ji bo pîrozbahiya mîtînga mezin a Newrozê serî li Walîtiya Amedê dane. Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hat pêxistin û govend li dora agir hat gerandin. Bi pêxistina agir re bê navber dirûşmên ‘Newroza Rêber Apo pîroz be’, ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin berzkirin.

Li Stenbolê deklerasyon aşkera bû

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê civîneke çapemeniyê çêkir û der barê Newroza îsal de deklerasyonek aşkera kir. Li gorî deklerasyonê dê îsal li Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevahî 30 bajar û 61 navendan Newroz were pîrozkirin. Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, nûnerên partî û rêxistinên pêkhateyên kongreyê û parlamenterên HDP’ê tevlî civînê bûn. Dîrûşma Newroza îsal “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” û pankarta “Wê jin bi serhildana xwe agirê Newrozê geş bikin” hatin daliqandin.

Dawiya tariyê ronahî ye

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû deklerasyona ku hatibû amadekirin bi raya giştî re parve kir. Ûgûrlû bal kişand ser yekitiya ku bi rêya Newrozê bingeha wê tê danîn û girîngiya Newrozê ji bo xwezayê û gelan anî ziman û wiha got: “Bangewaziya ku me tîne ba hev Newroz e, dil û hişê wê ye. Newroz rizgariya civakê, biratiyê, piştgiriyê û yekitiyê derdibire. Ji ber vê yekê jî dawiya tariyê ronahî ye, axiriya desthilatên zilmê hilweşandin e. Ev Newroz dê di serî da tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û li ser hemû gelan belav bûye bişikîne.  Dê ji bo yekitiya gelê me bibe serdemeke nû.”

Ûgûrlûyê piştî ku deklerasyon aşkera kir axaftina xwe bi banga Newrozê kuta kir: “Em bang li hemû  hêzên demokrasiyê û kedê dikin, em bang li hemû beşên civakê yên ku têkoşîna maf û edaletê dikin ku  em Newroza îsal bi hev re pîroz bikin. Newroz pîroz be! “

Li Wanê bangewazî

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li ber avahiya HDP’a Wanê daxuyanî da. Rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hatîce Kiye ve hat xwendin û Kiye wiha got: “Em ê agirê Newroza xwe ya îsal bi rihê yekitiya neteweyî pê bixin. Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û qezenc bikin. Em ê pîrozbahiya xwe ya mezin, di 21’ê Adarê de li parka li qûntarên Keleha Wanê, pîroz bikin.”