Li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelê Kurd agirê Newrozê pêxistin û bi girseyî Newroz pîroz kir. Bi hezaran welatî li Stenbol, Enqere, Edene, Colemêrg û Cizîrê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Di pîrozbahiyên Newerozê de dîmenên balkêş ê bi meş û meşaleyî rengînî da şahî û pîrozbahiyê. Welatatiyan li ber agirê ku pê xistin heta derengê şevê stran gotin û govend gerandin.
Bi sedan şêniyên taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê agirê Newrozê vêxist. Ciwanên taxê agirê Newrozê vêxist û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Ciwanên Geverî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” heta qeda Newrozê meşiyan. Girseyê li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend gerand.
Li Edeneyê agirê Newerozê hildan
Li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edeneyê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek jin û ciwan tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Biji Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Di şahiyê de jinan cil û bergên bi rengê kesk, zor û zer li xwe kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan kirin. Di şahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got: “Em li pey ‘Banga Serdemê’ ya Rêber Apo ne. Em hemû gelê vedixwînin şahiya Newrozê ya 23’ê Adarê ya li qada Şanoyê ya Mîmar Sînan bê lidarxistin.”
Hevseroka navçeya Seyhanê ya DEM Partiyê Şefîk Ozbey jî axivî û banga tevlîbûna şahiya Newrozê kir.
Li Stenbolê pîrozbahî
Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya DEM Partiyê şahiya Newrozê hat lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de jinan li erbaneyê xistin û stran gotin. Piştre agirê Newrozê hat vêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin. Di şahiyê de jinan bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
Li Enqereyê govenda azadiyê gerandin
Meclîsa Ciwanan Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) hatin gel hev û li qada basketbol a zanîngehê agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” goveng gerandin.
Meşaleyên Newrozê Cizîra Botan ronî kir
Girseya gel li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şahiyekê cejna Newrozê pîroz kir. Bi sedan welatî li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê kom bûn û şahiya Newrozê li dar xistin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, hevşeredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş jî tevlî şahiyê bû.
Zarok, jin, ciwan û kal bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer tev li şahiyê bûn. Welatiyan li taxê agir geş kirin û li ber agirê Newrozê bi seatan govend gerandin. Welatiyan li ber stranan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de welatiyan bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
Piştre jî jin, li Çarkendal bi meşeleyan meşiyan. Meşaleyên di destê jinan de li Çarkendalê ku li jora Cizîrê re ye, dimênên rengîn derxistin hole. Jinan li Çarkendal bi meşeleyên bê navber dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Jinan meşeleyên xwe bilind kirin û şeva tarî ronî kirin. Jinan di meşê de sirûda, “Çerxa şoreşê” xwendin. Jinan bi meşeleyên xwe agir geş kirin û li ber stranan govend gerandin.