Edîtorê beşa Erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 20 rojin agahî jê nayê girtin.
Rojnews’ê revandina Silêman Ehmed şermezar kir û xwest ku were berdan.