Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku di meha hezîranê de zêdetirî 230 hezar afganî neçar mane ji Îranê derkevin.
Bi milyonan afgan li Îranê dijîn, ku piraniya wan “neqanûnî” ne. Îranê, heta roja yekşemê dem dabû wan ku ji welêt derkevin. Berdevkê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) Avan Azeez ê ji AFPê re axivî, got ku di navbera 1 û 28ê hezîranê de 233,941 afganî sînor derbas kirine û tenê di hefteya 21-28ê hezîranê de 131,912 kes vegeriyane. Di navbera 1ê çile û 28ê hezîrana 2025an de bi tevahî 691,049 kes vegeriyane, ku ji sedî 70ê wan bi zorê hatine dersînorkirin.
Penaberên afganî yên li Pakistan û Îranê bi girseyî tên dersînorkirin. Tehran û Îslamabadê ji meha nîsanê ve bi betalkirina destûrên rûniştinê yên penaberan pêvajoya dersînorkirinê bilez kirine.
Afganistan, ku ji hêla Talîbanê ve tê rêvebirin, bi fermî wek “di aştiyê de” dijî tê hesibandin; lê li gorî NY, ji sêyê yek nifûsa wê birçî ye, ji sedî 85 bi kêmtirî 1 dolarî di rojê de dijîn.
Malbatên vedigerin û digihîjin Afganistanê, li kampên demkî dimînin; gelek ji wan nizanin biçin ku derê û di şert û mercên jiyaneke nebaş de dijîn.