7 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abimael Guzman 29 sal in di bin tecrîda girankirî de ye

Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) ji bo ku bal bikişînin ser rewşa Rêberê Partiya Komunîst a Perûyê Abimael Guzman daxuyaniyek da.

Guzmanê ku bi navê Hevrê Gonzalo tê bi navkirin her ku diçe rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xerabiyê ve diçe. Têkildarê rewşa Guzmán de Federasyona Meclisên Sosyalîst ev tişt got: “Rewşa tenduristiya Hevrê Gonzalo ne baş bûye û wî rakirine nexweşxaneyê.” Hat ragihandin ku jiyana Guzman di xetereyê de ye.

Di daxuyaniya ku ji Guzman re azadî tê xwestin de ev tişt hat gotin: “Em wekî Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) ji bo parastina jiyana Hevrê Abimael Guzman piştevaniyê dikin û em hemû hêzên sosyalist û demokratik vexwendî mezinkirina vê piştevaniyê dikin.”

Guzman di sala 1992’yan de, di êrîşek hevpar a DYA û desthilatiya dîktatorê wê demê Fujimorî de hat girtin. Guzman ev 29 sal in di bin şertên herî giran de li girtîgeha binerd a li Baregeha Behrê ya Carlo ku ji bo wî taybet hatiye çêkirin tê girtin.