Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anî ziman ku hewceye bi kûr û berfirehî li ser sedemên terikandin û dûrketina ji xaka welat nîqaş bên kirin û got: “Ez Îmraliyê tercîh bikim lê dîsa jî naçim Ewropayê. Ez bi aşkere dibêjim; divê deynê xwe yê ji bo xak û çanda xwe bidin. Ez wan teşwîqî vê dikim. Yek ji hedefên min ên vê pêvajoyê jî ew e ku ji sirgunê weke kesên biwesf vegerinîm welat.”
Divê gelê kurd û ereb bi hev re bin
Abdullah Ocalan ji bo eşîrên li herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê peyamek şand û got: “Ji ber bingeha xwe ya dîrokî, ez piştgiriyê didim xwîşkûbiratî û tifaqa gelên kurd û ereb.”
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Yekitî û piştgiriya we ji kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e. Di dilê dîrokê de, di navbera her du gelên kurd û ereb de têkilî hene. Ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Ez piştgiriyê didim xwişkûbiratî û hevbendiya gelên kurd û ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye. Divê kurd û ereb bi hev re bin.
Ji bo çand û ziman
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 33eymîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re peyam şand û got: “Hûn ên ku li Ewropayê dijîn, hûn ji mecbûrî û ji ber zextan çûn wir. Lê bi pêşveçûna pêvajoya ku me daye destpêkirin, vegera we ya li welêt, dê bibe deriyê destpêkeke nû. Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe rehên xwe parastin; we li ser her zemînê têkoşîn domand. Pêdiviya vî welatî bi azadî, demokrasî û avakirineke civakî ya nû heye. Ev pêvajoya avakirinê dê bi beşdariya kesên li sirgûnê xurttir bibe. Pêvajoya ku em niha ji bo pêşxistina wê dixebitin, pêvajoyeke ku me hemûyan bi rehên me, ax û bîra me ve ji nû ve girê dide ye. Hevdîtina li festîvaleke çandî li Ewropayê ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de rengvedana vînê ye ku rehên gelê me yê li sirgûnê zindî dihêle. Ji ber polîtîkayên bi zanebûnî, dînamîzma ciwanan a welêt ber bi derveyî welêt ve tê arastekirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê bernameyeke piralî bê pêşxistin. Di van şert û mercan de, divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be.”
Ji bo Yekîtiyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo yekîtiyê şandibû de jî got: “Tercîha min ew e ku kurd, bi wan dewletên derfeta pêwendiyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin wan re, di nav yekitî û hevgirtinê de bin. Ez vê yekê wekî ‘entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk’ pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin jî ez dispêrim ser vê esasê û di wê baweriyê de me ku dê bi ser bikeve.”
Aştî gaveke stratejîk e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1ê îlonê peyamek şand û got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de kete meriyetê dikare bibe. Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire. Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin.”
Avakirina hiqûqa demokratîk şert e
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 15ê îlona 2025an de li Girtîgeha Îmraliyê piştî 6 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên xwe re hevditin kir. Parezeran anîn ziman ku Abdullah Ocalan gotiye; “Rêveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk di rewşa heyî de gihîştiye qonaxa çareseriya hiqûqî. Di nava pêvajoya sed salî de kurd timî li derveyî hiqûqê hatin hîştin û tişta ku hewl daye ji holê rake ev dijberiya hiqûqî ye. Ev dem weke pêvajoyeke derbasbûnê jî dikare bê pênasekirin. Ez hêvî dikim ku dema pêkhatina serdana parêzeran weke işaretek ji bo vekirina deriyê hiqûqî bê dîtin.”