Pirsgirêka di navbera Îsraîl-Filistînê de ya 75 sal in didome, encama pergala netewe dewletê ye ku li Rojhilata Navîn bingeha krîzan e. Şerê ku di sala 1948’an bi damezirandina dewleta Îsrîlê dest pê kir, di 7’ê cotmehê de bi êrişa Hamasê re careke din gur bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de dibêje ku encama zîhniyeta netewe dewletê ye. Abdullah Ocalan, gelek caran got ku ev pirsgirêk bi pergala netewe dewletê çareser nabe û dê şer her bidomin. Abdullah Ocalan di tespîta xwe de dibêje ku bingeha hemû krîzên li Rojhilata Navîn pergala netewe dewletê ye, hewl didin kurdan jî di nava heman siyasetê de bixeniqînin lê ew nayên vê lîstokê.
Abdullah Ocalan diyar dike ku hewldan heye ku li Kurdistanê bi “Projeya Kurdistana Mezin” dewleteke mîna Îsraîlê ava bikin û bi vê dewletê re dê li Rojhilata Navîn krîzeke mîna ya Filistîn-Îsraîlê bê afirandin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, di hevdîtinên bi parêzerên xwe re de şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de û bandora vî şerî ya li ser Rojhilata Navîn nirxand. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina van krîzan gelek caran pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk kir.
‘Divê yekitiya demokratîk bê avakirin’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê kanûna 2001’an a bi parêzeran re de diyar dike ku netewe dewletên li Rojhilata Navîn nahêlin li herêmê aştî û demokrasî pêş bikeve û vê nirxandinê dike: “Danîmarka bi sedan sala li dijî Almanyayê şer kir lê encamek bi dest nexist. Piştre demokrasî pêş xist û encam girt. Niha jî Danîmarka yek ji dewletên herî pêşketî û bihêz e. Rêya neteweperestiyê pê neda qezenckirin lê bi demokrasiyê qezenc kir. Ji demokrasiyê hez bikin, rêya demokrasiyê, rêya aştî û xwişk-biratiyê rêyeke baş e. Li şûna neteweperestiyê divê em demokrasiyê pêş bixin. Eşîrkaneya li Efxanistanê, Îsraîl û Filistîn veguherand wehşeta neteweperestiyê. Li Tirkiyeyê jî hêj ev êş û xwîn zêdetir nebûyî divê yekitiyeke demokratîk were avakirin. Demokrasî mîna dermanî ye, dê her kes bi ser keve.”
‘Îro filistîn sibe dê bibe iraq’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê nîsana 2002’yan de dibêje ku Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Ariel Şaron û Serokê Dewletê yê Filistînê yê berê Yaser Arafat her du gel ber bi întîharê ve birine û wiha didomîne: “Xwestin me jî bi vê siyasetê bixeniqînin. Arafatbûn li min jî ferz kirin lê nehatim vê lîstokê. Niha jî şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de pêş dixin. Qedera her du miletan bi qurbanî tekelên çekan dikin. Îro Îsraîl-Filistîne, sibe jî dê bibe İraq, cihekê din. Li Rojhilata Navîn ev tu carî bi dawî nabe. Heke min jî siyaseta Araftbûnê bikira, ji wan dê deh hezar kes, ji me dê herî kêm du hezar kez bimiraina. Yan dê me ew bikuştina yan jî wan em. Heke ez wisa tevbigeriyam, gelo hûn dê niha çawa di vê rewşê de bûna? Min dikariya xeletiyê bikim, şert û mercên min ji yên Arafat gelek xerabtir bûn. We dît, di rewşeke wisa de bûm ku min tenê dikariya hebûna xwe ya fîzîkî biparêzim. Dîrokê ez mafdar derxistim.”
‘Dixwazin şerê heyî kûrtir bikin’
Di heman hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bang li raya giştî dike û wiha didomîne: “Ji bo lîstokên li dijî demokrasî, xwişk-biratî û aştiyê pûç bikin, rabûrdiya me çiqas biêş dibe bila bibe, li dijî hewldana kûrkirina şer, ez banga têkoşînê li her kesî dikim. Tenê bi vî awayî em dikarin lîstokên hêzên derve pûç bikin. Li ser Tirkiyeyê jî lîstokan dilîzin. Kesên bi rastî jî ji Tirkiyeyê hez dikin, kesên xwişk-biratiya kurd û tirkan dixwazin divê bihestiyar tevbigerin. Divê em siyaseta Şaron-Arafat neafirînin. Encamên vê siyasetê li holê ne. Pirsgirêkên gelên Filistîn û Îsraîlê nehatin çareserkirin. Encam, sifir e. Gelek destkeftiyên gelê Filistînê hebûn, niha kanî ew destkeftî? Siyaseteke wiha li me jî ferz kirin. Vaye her du gel ber bi întîharê ve dibin. Ez van polîtîkayan rast nabînim. Divê piştgiriyê bidin platformên aştiyê yên her du gelan. Bêguman em mafên rewa yên gelê Filistînê diparêzin. Lê divê pêşiya neteweperestiyê were girtin.”
‘Divê kurd jî tirk jî êdî hişyar bibin’
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 1’ê îlona 2004’an de dibêje ku neteweperestî rêya ber bi serdestiya kapîtalîzmê ve ye û vê nirxandinê dike: “Ez sosyalîst im, neteweperest nînim. Zanîneke min a zêde ya sosyalîzmê heye. Ya ku ev dikin neteweperestiye. Vaye hûn dibînin; li Filistînê, li Rûsyayê, li her deverê bombe diteqin. Filistîn û Îsraîl, Şaron û Arafat li ser xeta neteweperestiyê ne. Ji min dixwazin ku ez jî heman tiştî bikim. Ez ê bi van lîstokan nexapim. Armanca van ew e ku di navbera kurd-tirkan de şer derxînin. Ev kes li Ewropayê rûniştine û bi bedela axa û efendiyên wan didin wan, dê gelan bi hev bidin qirkirin. Li Tirkiyeyê ji xwe neteweperestiya tirkan heye. Lê em ê li dijî vê neteweperestiya kurdan pêş nexin. Em ê nekevin vê xeletiyê û em ê bi tu awayî nehêlin ew me bi kar bînin. Divê hem kurd hem jî tirk hişyar bibin. Divê em nekevin tora tiştên li biryargehên emperyalîstan tên amadekirin.”
‘AKP bi zîhniyeta ticaran tevdigere’
Di hevdîtina 5’ê çileya 2005’an de Abdullah Ocalan balê dikişîne ser polîtîkaya AKP’ê ya şerê Filistîn-Îsraîlê û wiha dibêje: “AKP bi zîhniyeta ticaran tevdigere. Xwe nêzî aştiyê nake. Li ser aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de difikire lê girîngiyê nade aştiya li welatê xwe. Ji bo aştiya Îsraîl-Filistînê diçe lê tiştên li ber serê wî diqewimin nabîne.”
‘Encam dê bibe şerên tirsnak’
Rêberê PKK’ê balê dikişîne ser talûkeyên dewletbûnê û vê nirxandinê dike: “Mîna siyonîzmeke duyemîn, nokertiya kurdan jî dibe dewlet. Heman tişt di sala 1948’an de li Filistînê jî bûn. Lê encam bûn şerên tirsnak. Çawa ku Îsraîl li dijî welatên ereban dan şerkirin û ereb mehf kiribin, ya ku li vir jî tê kirin, polîtîkaya qirkirina gelan a bi destê gelan dimeşînin. Şerê tirk-kurdan dest pê dike û DYA her du aliyan bi kar tîne. YE dê bi kar bîne. Min ji bo pêşîlêgirtina vê hewl da.”
‘Li rojhilata navîn rê li ber deryaya xwînê vekir’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 19’ê çileya 2005’an de destnîşan kir ku bi damezirandina dewleta Îsraîlê re di nava gelê ereb de şikestineke dîrokî çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şikestina mezin a duyemîn niha li Kurdistanê derdikeve holê. Neteweperestiya siyonîst, dewleta Îsraîlê afirand. Bi destê DYA û ingilîzan îcar bi saya neteweperestiya ereban dewleta Filistînê ava dibe. Wê rê li ber çi vekir? Kir ku Rojhilata Navîn veguhere deryaya xwînê. Derbekî mezin li nirxên madî û manewî da. Gelek paş ketin. Niha jî şikestina duyemîn a mezin li sêgoşeya Kurdistan, ereb û eceman derdikeve hlê. Neteweperestiya kurd a şerker niha di astekî krîtîk de ye. Neteweperestiya îlkel veguherî neteweperestiya modern. Ev neteweperestiya kurd divê bibe dewlet. Dê li dijî ereb, Îran û tirkan bidin şerkirin. Ev tebeqeya noker a serdest a kurd, bi destê DYA, ingilîz û Ewropayê tê avakirin.
DYA çima vê dixwaze? Ez ê bi yek du gotinan balê bikişînim ser rabûrdiyê. DYA’yê mudaxileyî ermenan kir. Ermen tune bûn. İngilîzan mudaxileyî îyonyayiyan kir, ew jî tune bûn. Her wiha ingilîzan mudaxileyî asuran kir, ew jî tune bûn. Gelek mînakên vê yên din hene. Dawiya gelên Anatoliyayê anîn. Ev gel xwedî dîrokeke sê hezar salan e. Paşê çi bû? Ji bo burjuvaziya ingilîz û fransiyan bazar çêbûn. Ji bo berjewendiyên ticarî yên emperyalîzma ingilîz û fransiyan çandên sê hezar salî tune bûn. Vaye ji ber vê sedemê dixwazin. Bêguman dewleta kurdan a tê avakirin dê rewşa Îsraîl-Filistînê bîne bîra me. Dawiya dewleta kurdan dê mîna ya Filistîn-Îsraîlê be. Li Rojhilata Navîn çar neteweperestî hene. Ereb, tirk, kurd û ecem e. Dê nakokî hêj kûrtir bibe. Ev hate afirandin.”
Pêşeniyara konfederalîzma demokratîk
Di hevdîtina 9’ê tebaxa 2006’an de Abdullah Ocalan li dijî şer pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk dike û wiha dibêje: “Di neteweperestiyê de tenê ‘ez mafdar im’ heye. Tunekirina hevdû heye. Navbera van herdu tiştan nîne. Weke mînak; tişta di pirsgirêka Îsraîl-Filistînê de diqewime jî ev e. Her du alî jî dibêjin ‘Quds ne ya te lê ya min e.’ Lewma her tim şer hene. Heke rê li ber neteweperestiyê neyê girtin, rewşa li Qudsê diqewime dê sibe dusibe li Kerkûkê jî biqewime. Ji ber ku di neteweperestiyê de aqlê selîm tune ye. Tu kes hev guhdarî nake. Gufûgoya demokratîk girtî ye.”
Armanca projeya kurdistana mezin
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 27’ê îlona 2006’an de balê dikişîne ser “Projeya Kurdistana Mezin” û wiha dibêje: “Dê encamek jê dernekeve. Ji ber ku dê netewe dewletên Tirkiye, Sûriye, İraq û Îranê destûrê nedin avadaniyeke wiha. Û dê rê li ber şer û pevçûnên bêdawî veke. Tişta ku dixwazin bi Projeya Kurdistana Mezin ava bikin, dewleteke mîna Îsraîlê ye. Û dê xizmetê ji polîtîka û ewlehiya Îsraîlê ya li herêmê re bike. Çawa ku encamek ji şerê Îsraîl-Filistînê derneketibe, çawa ku rageşiya di navbera Îsraîl-Filistînê de gefê li aştiya temamiya Rojhilata Navîn bixwe, ev projeye jî dê heman encamê bi xwe re bîne. Ev eşkere ye. Em jî li dijî vê, projeya Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dikin. Xwedî karektereke wisa ye ku dê tevahiya şerê kurdan û şerê mezheban, etnîkî, olan, eşîran û hwd. ên li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Bi kurtasî bi vê projeyê re kurd dê bi dewletên tê de dijîn re têkiliyeke demokratîk û aştiyane ava bikin hem jî dê bi awayeke wisa ava bikin ku ziyanê nedin yekparetiya dewletên tê de dijîn û aştiya Rojhilata Navîn.”
‘Tu eleqeya hamasê bi îslamiyetê nîne’
Di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de Abdullah Ocalan dibêje ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê re nîne û vê nirxandinê dike: “Şerê Hamasê tenê ji bo îktîdarê ye. Îslamê ji bo berjewendiyên îktîdara xwe bi kar tîne. Ez li vir pesnê Îsraîlê nadim. Jixwe her kes nirxandinên min ên têkildarî Îsraîlê û fikrên min dizane. Ji bo fêmkirina feraset û armancên van dibêjim. AKP jî wisa ye. Feraseta AKP’ê ya îslamê, feraseta îktîdar-îslamê ye. Tu eleqeya xwe bi îslama rasteqîn re nîne. Ev feraseta îslamiyetê piştre hate avakirin. Ji bo avakirina îktîdara xwe, ji bo weke îktîdar bimînin îslamiyetê bi kar tînin. Ji bo hîn bêhtir pereyan qezenc bikin, ji bo hîn bêhtir li îktîdarê bimînin olê bi kar tînin. Feraseta Îranê ya îslamiyetê jî heman tişt e. Ji bo xurtkirina îktîdara xwe, ji bo li îktîdarê bin îslamiyetê bi kar tînin.”
‘AKP hewl dide hamasa xwe biafirîne’
Di hevdîtina 1’ê mijdara 2010’an de Abdullah Ocalan diyar kir ku rêxistinên li Kurdistanê tên kirin halê Hîzbûllahê yê bêçek e û wiha got: “AKP hewl dide Hamasa xwe ava bike. Heke rêxistinbûnên mîna Hamasê herêmê bi dest bixin, êdî ew bi xwe jî nikare kontrol bike. Ev kes ne tenê dê hewl bidin me tesfiye bikin, her wiha dibe ku tevahiya herêmê têxin bin kontrola xwe. Li Filistînê jî ev tişt kirin. Ma îktîdar çawa ji El Fetîhê standin? Ma we nedît bê ka vê zîhniyeta Hamasê li Filistînê çi kir? Di dema bidestxistina îktîdarê de mirov ji serê avahiyan avêtin xwarê. Dixwazin heman tiştî li herêmê jî dubare bikin. Tu eleqeya van bi olê re nîne.”