Abdullah Ocalan piştî qetilkirina sê siyasetmedar, diplomat û şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin de diyar kiribû ku ev komkujiyek pir plankiriye û gotibû: “Ji bo min hinceta şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji suikasta li Velîahdê Avusturyayê ya di Yekemîn Şerê Cîhanê de pêk hatibû, girantir e. Sakîne li Ewropayê nûnera aştiyê bû.”
Ajansa Nûçeyan a JIN (JINNEWS’ê) têkildarî nerînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê kuştina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de nûçeyek amade kir. JINNWES’ê nerînên Ocalan ên piştî hevdîtinê bibîr xist.
Di 3’ê çileya 2013’an de yekemîn car heyetek siyasî ku ji siyasetmedarên kurd Ayla Akat Ata û Ahmet Turk pêk dihat li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtina yekemîn a li Îmraliyê di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîs a Fransayê yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) di êrîşa li dijî Buroya Enformasyona Kurdistanê ya nêzî Gare Du Nord bû pêk hat, hatin qetilkirin. Kujer Omer Guney derket holê ku têkilliya wî bi MÎT’ê re heye û gelek caran çûye Tirkiyeyê û hatiye. Tevî vê tu kes tevli dosyayê nehat kirin. Piştre ji ber gumanbar Omer Guney li girtîgehê bi guman mir, dosya dozê ket. Di hevditina duyemîn de Rêbkerê PKK’e Abdullah Ocalan ku der barê mijarê de nirxandin kiribû rojevîbûna xwe îro jî diparêze.
‘Sakîneyê aştî temsîl dikir’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’yan de baldikişîne ser ‘gladioya nû’ û wiha gotibû: “Bûyera Sakîneyê fikar bi min re afirand. Sakineyê li Ewropayê aştî temsîl dikir. Komkujî hîna ronî nebûye. Ha li me xistine ha li Sakîneyê xistin. Bûyerek tariye. Darbe hîna didome.”
‘Bêyî parastina cewherî neçin tu derê’
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de êrişên ku berê li hember siyasetmedarên Kurd hatine kirin bibîr xist û wiha domand: “Hûn jî di nezelaliyê de ne. Wek Sakîneyê. Heta ku parastina xwe ya cewherî amade nekin neçin tu derê. Dema ew li we bixin hûn nikaribin lêxin neçin. Bi dewletê bawer nekin. Hûn dizanin du caran li Ahmet Turk xistin. Carekê li Samsûn carekê li Îzmîrê. Ya li Sakîneyê hat kirin dikare li we hemûyan bê kirin. Mekanîka hikûmeta Tayyîp ev e; Bi qasî bikaribe li tevgera Kurd bixe destûr dide xwe; Ji aliyê saziyên vesaeyet, hêzan ve qad ji wan re tê vekirin. Serokwezîr ev cih teşhis kiriye û baş bikr tîne. Ne parçeyek komployê ye. Desthilatdarî vê rêbazê wek alav dibîne, li PKK’ê dixe û cihê xwe saxlem dike.”
Peyam çiye?
Abdullah Ocalan di nirxandina 11’ê Çileyê 2013’yan de der barê qetilkirina jinên kurd e diyar dike ku ev karê “Gladioya nû ye” û wiha dibêje: “Ev peyamek ji bo me ye. Peyam ev e: PKK wisa dikare bê çareserkirin! Darbeya 9’ê Çile darbeya qedandina pêvajoyê ye. Komkujiyên wek Madimak, Başbaglar û yên din encama perspektîfa ku CIA’yê daye ye.”
‘Pir plankirî hat kirin’
Abdullah Ocalan di 2015’an de di salvegera komkujiyê de wiha dibêje: “Pir plankirî hat kirin. Ji bo min hinceta şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji suikasta li Velîahdê Avusturyayê ya di Yekemîn Şerê Cîhanê de pêk hatibû, girantir e. Ji bilî min tu kes ji wan şert û mercên şer nikaribû xwe xilas bike. Ji bo min ev hemû dîtin, tevî giran bûn, min xebata li vir domand. Dema MÎT di bin tohmeta giran de bû min ev hevdîtin kirin. Ji vir şûnde jî êrîşên wisa dikarin hebin. Ya girîng ev e ku rêbaza xebatê ya rast bê meşandin.”