21 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Rewşa li Sûriyeyê tene bi diyalogê dikare çareser bibe

Heyeta Îmraliyê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Abdullah Ocalan bang li aktor û hemû aliyan kir ku bi rengekî erênî bi rola xwe rabin û bi hesasiyet û berpirsyariyê tevbigerin.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ev daxuyanî da: “Di 17ê çileya 2026an de me li Îmraliyê bi qasî du saet û nîvan bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Birêz Ocalan anî ziman ku ew bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî ye û perspektîfa 27ê Sibatê derbasdar e. Careke din bal kişand ser girîngiya avêtina gavên pêwîst û pêşvebirina pêvajoyê.

Rojeva esasî ya hevdîtinê bûyerên li Sûriyeyê bûn. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir. Bi israr destnîşan kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi diyalog, muzakere û aqlê hevpar dikare bêne çareserikrin û divê bên çareserkirin.

Anî ziman ku ew amade ye berpirsyariyên xwe bi cih bîne ku ev pirsgirêk bi axaftinê ji ser zemîna şer bê rakirin. Di vê mijarê de careke din bang li aktor û aliyan hemûyan kir ku bi rengekî erênî bi rola xwe rabin û bi hesasiyet û berpirsyariyê tevbigerin.

Li gel hurmetên xwe

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

18ê Çileya 2026”