8 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Şandeya Îmraliyê derbarê hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî da û ev tişt parve kir: “Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe û divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne.” 

Şandeya Îmraliyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol pêk tê îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin, 2 saet û nîvan domiya. Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya şandeyê wiha ye:

“Ji çapamenî û raya giştî re;

Weke şande me îro li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re bi qasî du saet û nîvan hevdîtineke berhemdar kir.

Tenduristî û moralê birêz Ocalan gelek baş bû. Di hevdîtinê de diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Anî ziman ku bi avêtina gavên nû re, di mijara bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê me tevan.

Got ku girîngiyeke mezin da hevdîtina ku dê endamên şandeya me bi birêz Serokkomar re li dar bixe. Diyar kir ku ev hevdîtineke dîrokî ye. Di heman demê de anî ziman ku komîsyona ku dê li Meclisê were avakirin jî dê ji hêla aştî û çareseriyê ve bi rolekî ve girîng rabe.

Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev pêvajo bi awayekî giştî dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê sûdewer be û di vê mijarê de me dît ku hêvî, bawerî û pêbaweriya wî gekel xurt e.

Di dema hevdîtinê de me bihîst ku li xaka Rêveberiya Herêma Kurdistanê çendek leşkerên ji ber gaza metanê jehrî bûn jiyana xwe ji dest dane. Vê bûyerê hem birêz Ocalan hem jî en pir xemgîn kir. Bi vê wesîleyê em rehmetê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane û ji malbat û xizmên wan re jî sersaxiyê dixwazin.”