Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 31ê cotmehê bi malbata xwe re hevdîtin kir.
Xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, biraziyê wî Alî Ocalan, keça biraziyê wî Alî Ocalan Berfîn Ocalan û Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan tevlî hevdîtinê bûn. Di vê hevdîtinê de yekemcar Fatma Ocalan piştî 11 salan kekê xwe dît. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha yekemcar keça biraziyê xwe Berfîn Ocalan dît. Alî Ocalan li ser hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û anî ziman ku hevdîtin li ser daxwaza taybet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.
Alî Ocalan diyar kir ku di ser Mûdanyayê re bi ferîbotê bi rê ketin û piştî 50 deqeyî xwe gihandin Îmraliyê. Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Alî Ocalan diyar kir ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan û malbat hestewar bûn û got, “Rewşa wî ya tenduristiyê baş bû. Bi moral bû, enerjiya wî di cih de bû.” Alî Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de 2 pênûs diyarî civakên suryanî û êzidî kir û silavên xwe ji wan re şand.
Alî Ocalan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema hat hevdîtinê du qutiyên diyariyê bi wî re bûn û got, “Me nizanîbû di hundirê qutiyan de çi heye. Qutiya destpêkê vekir, pênûsek jê derxist. Pênûs da keça me Berfîn. Bawerim pênûsa wî bû. Ji Berfîn re got, hibir tê de nema ye. Pênûseke xweşik bû. Pênûs dirêjî Berfîn kir û got, ‘Ev ji bo te ye’. Ji qutiyê tesbîhek derxist. Li min nihêrî û got, ‘Di hevdîtina destpêkê de min tesbîhek diyarî te kiribû, vê carê ez ê vê bi xwe re bibim’ û ji qutiyê derxist û xist bêrîka xwe. Qutiya duyemîn vekir, di hundirê wê de jî 3 pênûs hebûn. Rahişt pênûsan û da Omer. Jê re got, ‘Yek ji bo civaka suryanî ye, ji bo min diyarî wan bike, silavên min ji wan re bibêje. Ya 2yemîn tu yê bide civaka êzidî û silavên min li wan bike. Ya 3yemîn jî tu yê bide şexsiyetekî û silavên min bibêje’.”
Alî Ocalan diyar kir ku wan hevdîtina destpêkê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re beriya 5 mehan pêk anî bû û got, “Ji hingî ve zehîf bûbû, gelekî enerjîk bû, pozîtîf bû, dikeniya. Ji ber ku dayika min çûbû bi moral bû, ji dayika min re tişt digot û dikeniya. Dayika min jî dema Serok dît gelekî kêfxweş bû, dikeniya. Vê carê dayika min gelekî bi biryar bû, digot, ‘Çi dibe bila bibe divê min bibin, bi destan jî be ez ê ji pêlikan derkevin û biçim’. Dayika min jî hinekî hestewar bû, hev hembêz kirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Alî Ocalan destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
