26 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan ji êzidiyan re peyam şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê êzidî û Şengalê peyameke taybet gîhand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê û got: “Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê êzidî ne tenê ye. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotibû ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 73 fermana ye’ û her wiha banga ronesansa êzidiyan kiribû, ji bo Konferansa Ronakbirî ya Şengalê jî peyameke taybet gîhand gelê êzidî û Şengalê.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo konferansê wiha ye: “Beriya her tiştî, ez we li ser navê rêhevalên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.

Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine jiyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne. Xelkê êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ne. Êzidî ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran sal in li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tunehesibandinê hebûna xwe parastine.

Êzidî şopên jiyana azad heta roja me anîne

Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyek zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîroz dîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem êzidiyan ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heta roja me anîne.

Dema bi zilmên mezin re rû bi rû man, êzidî paş ve gav neavêtin; xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê ve pêçan. Hate xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tunekirin jî, ji xweliya xwe ji nû ve ji dayik bûn.

Jinên êzidî tu carî serî netewandin

Jinên êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrîşên herî giran lê tu carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.

Îro têkoşîna ku êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gelê êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedî lê derketina wijdana mirovahiyê ye.

Mafê herî xwezayî ya êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî û xweşk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin gengaz e.

Ferman êdî bi dawî bûne

Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em pêşdixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyên. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî û xwişk-biratî dixwaze, mijara rûmetê ye.”

Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin û bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin.