PKKê di 12ê gulanê de bi encamnameya kongreya xwe ya 12emîn re şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî ragihand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyamek şand û got ku dê di rojên pêş de der barê şehadetan de nirxandineke berfireh bike.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di bîranînê de ji aliyê parêzerê Abdullah Ocalan Faîk Ozgûr Erol ve hat xwendin wiha ye:
“Hevrêyên hêja,
Min bi xemgîniyeke mezin şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bihîst û hîn bûm.
Ez ê paşê ji bo bîranîna hevrêyan nirxandineke berfireh bikim. Niha ez bi rêzdariyeke mezin wan bibîr tînim.
Cihê wan di têkoşîna me ya hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de her daîmî ye.
Dê di sazîbûna paradîgmaya me ya nû de bibin nirxên bingehîn ên îlhamê. Di vî warî de wê heta dawiyê bi rola xwe rabin.
Wê her daîm rêberê têkoşînê bin û dê di nav têkoşîna me de bijîn.
Bi vê wesîleyê ez biryarên ku di kongreya 12emîn de hatine girtin û peyamên ji bo siberoja me bi rêzdarî silav dikim.
Abdullah OCALAN
Îmrali / Bursa
12.05.2025”