5 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan ji bo HSDê formûl pêşkeş kir

Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di hevdîtina li Îmraliyê de cih girt, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî entegrasyona HSDê de gotiye: “Hêzek dê tev li artêşa navendî bibe û hêza din jî dê xeta parastina herêmî be.”

Endama Komîsyona Meclisê ya ku li Îmraliyê hevdîtin bi Adullah Ocalan re kir û serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan di hevdîtinê de mijara Sûriyeyê bi berfirehî nirxandiye, lê belê di raporên Meclisê de cih negirtiye û destnîşan kir ku Adullah Ocalan li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) formulek pêşkêş kiriye.

Gulistan Kiliç Koçyîgît ji T24 re axivî û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan hişyarî da ku heke li Sûriyeyê demokratîkbûn pêk neyê serkêşê rêveberiya veguhêz Ahmed el Şara dikare veguhere dîktatorekî.

Bi dewamî ragihand ku Adullah Ocalan têkildarî HSDê formulek pêşkêş kiriye û got: “Dibêje, hêza leşkerî dikare entegreyî artêşê bibe, ji bilî vê herêm jî dikare xwedî hêza xwe ya asayîşê be. Dema ku qala vê dikir, got: ‘Bawerim li Tirkiyeyê bekçî hene’. Mebesta wî ev bû; ‘Hêzek wê tev li artêşa navendî bibe, hêza din jî wê parastina herêmê bike, wê asayîşê bi cih bîne.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku Adullah Ocalan negotiye ku YPG bê şert û merc çekan deyne û weke PKKê xwe fesih bike û diyar kir ku îdiayên bi vî rengî rast nîne.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê diyar kir ku Adullah Ocalan li ser xanedaniya malbata Esad a li Sûriyeyê nirxandin kir û anî ziman ku Adullah Ocalan got: “Bûn xanedaneke malbatê. Û em dibînin Sûriye bûye erdnîgariya herî bi êş, herî birîndar a herêmê. Îro jî dibêjin ku Şara guherî ye. Heke bi rastî jî guherî be divê demokratîkbûn bibe. Lê belê heke demokratîkbûn nebe, Şara jî wê veguhere dîktatorekî. Di rewşeke welê de em zanin bê wê çi bibe.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe wiha domand: “Mebesta Birêz Ocalan a ji wê yekê sîstemeke demokratîk e ku gelên li Sûriyeyê hemû bi nasnameya xwe karibin tevli bibin. Bi rengekî eşkere û vekirî got, heke ev nebe wê çi bibe; dîktatorî. Yanî rêveberiyeke din a Esad bi navekî nû, bi formuleke nû. Nirxandinên giştî yên Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Sûriyeyê û gelê Kurd timî li ser bingeha demokrasiyê bûn. Dema ku digot ‘Komara demokratîk’ jî bi vî rengî bû, dema ku qala yekîtiya komunên demokratîk dikir jî di vê çarçoveyê de dinirxand. Yanî demokrasî nêrîna wî ya bingehîn e ku nebe nabe. Lewma heke sîstema li Sûriyeyê wê veguhere dîktatoriyekê, bêguman hêzên Kurd wê nebin parçeyek ji vê dîktatoriyê.”

Endama Komîsyona Meclisê ji bo pirsa “Wê demê nexşerêya Ocalan a ji bo Sûriyeyê çi ye? We çi jê fêm kir?” bersiveke bi vî rengî da: “Dikarim bi rengekî aşkere û zelal vê bibêjim; Sûriyeyeke demokratîk. Hingî wê li vê derê pirsgirêkeke leşkerî jî nemîne. Yanî mijara ‘YPG wê entegreyî artêşê bibe, yan jî bibe asayîş’ ev wê bibe rojeva duyemîn, sêyemîn, çaremîn. Ji ber ku wê yekîtiyeke demokratîk pêk hatibe. Di fikir û mejiyê xwe de sîstemeke demokratîk ava kiriye û vê yekê ji bo tevahiya cografyayên ku kurd lê ne pêşniyar dike. Ji bo Tirkiyeyê jî, ji bo Sûriyeyê jî, ji bo Iraqê jî.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku perspektîfa Adullah Ocalan gelekî zelal û aşkeraye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perspektîfa Ocalan a di vir de gelekî zelal û vekirî ye. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo Sûriyeyê jî ji bo Iraqê jî di nava lêgerîna sîstemeke demokratîk de ye. Di fikrê xwe de xwedî armanceke veguherîna demokratîk e û bi rengekî eşkere vê ji bo hemû cografyayên kurdan pêşniyar dike. Di vê çarçoveyê de dema bê nirxandin, mijara çekan ku raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî dide pêş, hingî dibe detayek. Yanî em nîqaşê li dûrî cewhera meseleyê dikin. Ya rast Birêz Ocalan careke din bang li me kir ku li ‘cewhera meseleyê’ vekin. Cewhera meseleyê ew e ku li wir wê sîstemeke çawa ava bibe. Got, ‘Şara dibêje ku guherî ye. Heke ev guherîn demokratîk be hingî ser seran ser çavan, pirsgirêk nîne. Lê heke ev veguherîn demokratîk nebe, wê ber bi dîktatoriyê ve biçe. Şensê kesî wê tine be ku di bin wê dîktatoriyê de bijî’.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Adullah Ocalan di hevdîtinê de qala navên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kiriye û gotiye, “Li min guhdarî dikin, girîngiyê didin min.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Adullah Ocalan destnîşan kiriye ku divê derfetên wî yên têkilîdanîna bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne zêdekirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di kurtberiya notên Îmraliyê yên hatin eşkerekirin de nirxandinên berfireh ên Adullah Ocalan yên li ser Sûriyeyê nîn e û got: “Nirxandinên ji bo Sûriyeyê kir gelekî berfireh bûn. Anî ziman ku ne li dijî dewleta unîter e; lê belê diyar kir ku divê Sûriye demokratîk bibe; demokrasiya xwecihî nebe nabe, şara gotiye ew guherî ye; lê belê heke ev guherîn demokratîk nebe, Şara wê veguhere dîktatoriyê, wê sûriyeyiyan jinûve biêşîne.

Di metna bi kurtasî hatiye ragihandin de tu ji van xalan nîn e. Nirxandineke gelekî ji rêzê heye, gotinên giştî hatine parvekirin. Halbûkî ev yek, ji wan xalên sereke ne ku raya giştî meraq dike. Mînak, got; heke şert û merc bêne afirandin wê karibe tevkariyê li çareseriya meseleya Sûriyeyê bike. Ew jî di metna hatiye weşandin de nîn e. Di vir de pirsgirêkeke cidî ya rêbaz û rêvebirinê heye. Ji bo gelek nîqaşên li nava raya giştî, divê şefafbûnek hebe. Ji aliyê me ve ti rewşeke asteng li pêşiya parvekirina notên wê hevdîtinê bi raya giştî û komîsyonê re nîne.”