27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan ji bo 25ê Mijdarê peyamek şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 25ê Mijdarê de peyamek şand û got: “Tu hemleyên azadiya civakî yên jinan negirin navenda xwe, nikarin bibin şoreşek rasteqîn. Me azadiya jinan ji bo xwe esas girt.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, peyamek bi raya giştî re parve kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye: “Civak ne avaniyeke çînî ya ji yek tebeqeyê ye, civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayend e, dîrokî ye û ji gelek tebeqeyan pêk tê. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinan re destpê kir û êriş bir ser civakîbûna li dora jinan ava bûye. Tundiya li nava malbatê, kuştina jinan, zexta baviksalariyê ya heyî, hemû jî nîşane û dewama vê êrişa dîrokî ne. Avaniya kastîk a ku êriş bir ser komunalîte û civakîbûna li dora jinan, piştre li Mezopotamyayê veguherî meclîsa xwedayan, rahîbên sumeran û ji wir jî veguherî fîrewn û kralan, bi vî rengî zexta baviksalariyê ya li ser civakê daîmî kir.

Ji bo serdema kapitalizmê jin madeya xav a herî bi nirx e. Bedena wê tê firotin, kesayetiya wê pêşkêşî bazarê tê kirin. Jin a ku ruhê wê jî ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin, bi vî xençerê koletiyê dijî ku mejiyê baviksalarî li pişta wê xistiye. Hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji aliyê şerê şaristaniyê yê hezaran salî ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne. Şaristaniya mêr a bi dewletê ziman, hilberîn, bedena jinan, piştre jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nikare bê avêtin.

Rewşa bi pirsgirêk a ku sîstema bi serweriya mêr xistiye nava jinan divê bê fêhmkirin û çareserkirin. Dema ku mirov kuştina jinan, tundiya li nava malbatê, tundiya li jinê, mêtingeriya ji ber cihêkariyê bînin ber çavên xwe, hingî asta koletiyê ji texmînan bêhtir mezin û bilind e. Jin bi temamî hatiye xistin. Rastiya wê hatiye berevajîkirin. Ew xirxalên ku jin ji bo xeml û rewşê bi xwe ve dikin, ew xizêmên ku bi pozê xwe ve dikin, hemû jî nîşaneyên koletiyê ne ku ji dîrokê û vir ve hatine. Li nava modernîteya kapîtalîst koletiya jinê hîn kûr bûye, sîstemê jin veguherandiye amûreke bazarê û xemilandinê. Ji bo rizgariya ji vê koletiya bi rêk û pêk, ji bo azadiyê pêwîstî bi kûrbûneke mezin û rêxistiniyê heye.

Ti ji pêngava azadiyê ya civakî, heta ku azadiya jinan neke esasê xwe nikare bibe şoreşeke rasteqîn. Têkiliyên navbera jin û mêran gelekî metirsîdar dibînim. Me azadiya jinan ji xwe re kir esas û bi vî rengî têkilî nirxand. Xebatên me yên mezin li ser jinan in. Girîng e ku têkilî û nakokiya navbera jin û mêr bê fêhmkirin. Me, serweriya mêr a ku azadiya jinan asteng dike û jinan bi her awayî dike kole analîz kir, nirxand. Me sosyolojiya azadiyê afirand. Aşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê pêşengiyê bike.