Di 7’ê cotmehê de Hamasê ya wekî “Tevgera Berxwedanê ya Îslamî” tê binavkirin, êrîşî Îsraîlê kir. Piştî vê êrîşe şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de geş bû. Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA) têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Fîlîstinê û pêşniyarên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya li Rojhilata Navîn nûçeyek danehev amade kir. Li gorî nûçeyê; Şerê ku di 14’ê gulana 1948’an bi ragihandina dewleta Îsraîlê dest pê kir, yek ji krîzên pergala netewe dewletê ye. Piştî damezirandina dewleta Îsraîlê, di heman salê de welatên ereban êrişî Îsraîlê kir. Bi vî şerî re xaka Îsraîlê firehtir bû û xelkê filistînî li ser xaka xwe kete asta penabertiyê. Di sala 1967’an de Îsraîlê li dijî Misir, Sûriye û Urdunê dest bi êrişê kir ku weke “Şerê Şeş Rojan” tê pênasekirin. Di şer de Îsraîlê Şerîaya Rojava, Qudsa Rojhilat, Şirîda Gazeyê û Girên Golanê bi dest xist.
Di salên 1993 û 1995’an di navbera Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) û Îsraîlê de Peymanên Osloyê hatin îmzekirin. Li gorî peymanan dê otorîteya Filistînê bihata avakirin û çareseriyeke aştiyane bihata pêşxistin. Lê tevî peymanan jî şer berdewam kir. Di sala 2000’î de mezintirîn serhildana Filistînê dest pê kir ku weke “Serhildana Duyemîn” tê pênasekirin. Di serhildanê de şerekî dijwar qewimî. Bi şer re di navbera Îsraîl û Hamasê de pevçûnên dijwar rû dan û li Şirîda Gazeyê şer dijwar bû.
Ji bo bidawîkirina vî şerî ku encama pergala netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn e hêzên navdewletî hewl dabin jî, ji ber ku demokrasî nehate cîbicîkirin, di 7’ê cotmehê de careke din dest pê kir.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di hevdîtinên bi parêzerên xwe re de li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de axivî. Abdullah Ocalan, diyar kir ku pergala netewe dewletê pevçûna diafirîne û pêşniyara çareseriyeke demokratîk a sînorên wê tune ne kir.
‘Netewperestî ne çareserî ye’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê cotmeha 2000’an de destnîşan kir ku dewletên li Rojhilata Navîn bingeha xwe ji tundî û şer, antî-demokratîkbûnê, paşverûtî, şovenîzm û neteweperestiyê digirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina 25’ê Kanûna 2001’ê de jî diyar kir ku neteweperestiyê Îsraîl û Filistîn veguherandiye wehşetê û ev nirxandin kir: “Demokrasî mîna derman e û dê her kes bi ser keve. Neteweperestî, eşîrkaneya hemdem e. Eşîrkaneya berê jî ya hemdem jî xelet in.”
‘Çareserî demokrasi ye’
Rêberê PKK’ê, dibêje ku ji bo neteweperestî ji holê were rakirin, divê demokrasî bi hûr û kûr were pêşxistin û di hevdîtina di 30’ê çileya 2002’yan de wiha dibêje: “Tişta ku pêşxistina Rojhilata navîn digire jî ev e. Heke polîtîkayên Îsraîl û Filistînê yên ji bo yekitiyeke demokratîk hebûna, dê rewşa wan niha baştir bûya. Dê li nîveka Qudsê dîwarekî bi firehiya deh mîtroyan çêbikin? Ev, çareserî nîne. Vaye dîwarê Berlînê, ev dîwar dê di dawiya dawî de bên hilweşandin. Neteweperestî, bingeha xwe ji şovenîzm û fanatîzmê digirin. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi demokrasiyeke xurt re dikarin bên çareserkirin.”
‘Netew dewlet pirsgirêkan çareser nake’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê nîsana 2002’yan a bi parêzerên xwe re de têkildarî siyaseta Serokwezîrê Îsraîlê yê demê Ariel Şaron û Serokê Dewleta Filistînê Yaser Arafat de ev nirxandin kir: “Her du gelan ber bi întîharê ve dibin. Ev çalakiyên întîharê bêyî Arafat nayên kirin. Ez nabêjim Arafat xiyanetê li gelê xwe dike lê siyaseta wî xelkê Filistînê anî vê astê. Xwestin me jî bi vê siyasetê bifetisînin. Arafatbûyîn li min jî ferz kirin lê bi vê lîstikê nexapiyam. Niha jî şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de pêş dixin. Qedera her du gelan radestî tekedestên çekan dikin. Îro Îsraîl-Filistîn, sibe dê bibe Iraq an jî cihekê din. Li Rojhilata Navîn tu caran bi dawî nabe. Pirsgirêkên gelên Filistîn û Îsraîlê çareser nekir. Encam, sifir.”
‘Siyonîzm her tim dijber ava dike’
Di hevdîtina 8’ê mijdara 2006’an bi parêzerên xwe re de jî Abdullah Ocalan dibêje ku pergala netewe dewletê li Rojhilata Navîn nabe çareserî û ev tişt anî ziman: “Mînaka herî nêz a ku pergala netewe dewletê nabe çareserî, aloziya di navbera Filistîn-Îsraîlê de ye. Ma li vir pevçûn bi dawî dibin? Her roj mirov dimirin, ma dikarin aştiyê pêk bînin? Ji ber vê yekê modêla netewe dewletê li Rojhilata Navîn nikare pirsgirêkan çareser bike.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 6’ê kanûna 2006’an de ev pêşniyar kir: “Ez li gel wê me ku cihû jî li Rojhilata Navîn bi awayekî demokratîk cih bigirin. Lê siyonîzm zîhniyeteke cuda ye. Siyonîzm, her tim dijberê xwe diafirîne. Neteweperestiya BAAS’ê weke dijbera wê derketiye holê. Şîa, weke dijberê wê derket û xurt bû. Pirsgirêka Filistîn û Lubnanê encama dijbertiya siyonîzmê ye.”
Netew dewlet şer pêş dixe
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 27’ê hezîrana 2007’an a bi parêzerên xwe re de jî wiha dibêje: “Netewe dewlet, faşîzm e. Netewe dewlet bi xwe re pevçûnan diafirînin. Vaye rewşa El Fetîh û Hamasê li holê ye. Ew jî di çirava feraseta ku netewe dewletê bi xwe re anîn de ne. Pergala ku min ji berê ve weke çareserî pêşniyar kirî dê bi xwe re Rojhilata Navîn a Demokratîk bîne.”
200 netew dewlet nikarin bibin çare
Abdullah Ocalan got ku Îsraîl tevahiya cîhanê li ser tiliya xwe direqisîne û di hevdîtina di 21’ê çileya 2009’an de wiha got: “Hêza Îsraîlê herî baş ez dizanim. 200 netewe dewlet li hemberî Îsraîlê bêçare man. Van, xiristiyanî bi kar anîn, îslamiyet bi kar anîn, heta hînduîzm jî bi kar anîn. Împaratoriya Spanyayê ya 400 salî parçe kirin. Împaratoriya Awusturya-Macaristanê, Împaratoriya Osmaniyan parçe parçe kirin. Her wiha min gotibû ku 50 dewletên ereb bi Îsraîlê nakin. Neteweyên Yekbûyî li ber derî sekinî. Tevek jî li hemberî Îsraîlê bêçare ne. Ev 500 sal in li gel Ingilistanê li ser sê qadan dixebitin; Rojhilata Navîn, Anatoliya û erdnîgariya ereban.”
Şerê desthilatdariyê
Di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de Abdullah Ocalan destnîşan dike ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê nîne û vê nirxandinê dike: “Hamas, tu çima ji bo provakasyonê du fûzeyan diavêjî? Ma hêza te heye? Nîne. Baş e lê hêza Îsraîlê heye, çekên wan ên xurt hene? Hene. Wê demê tu xizmetê ne ji îslamiyetê re lê ji cihekî din re dikî. Ma şerê ji bo îslamiyetê wiha dibe? Ma şerên Hz. Muhammed wiha bûn? Ma şerên Hz. Elî wiha bûn? Na. Şerên Hz. Muhammed û Hz. Elî ji bo armancên pîroz bûn, xwedî karekterekî şoreşger bûn, xwedî bîrdozî ne. Lê Hamas tenê ji bo xwe, ji bo îktîdara xwe şer dike. Ji bo îktîdara xwe îslamê bi kar tînin. Di van gotinên xwe de ez pesnê Îsraîlê nadim. Fikr û nirxandinên min ên derheqê Îsraîlê de tên zanîn. Ji bo fêmkirina feraset û armancên van ez dibêjim.”
Çareserî bêsînor
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 14’ê cotmeha 2009’an de diyar dike ku netewe dewlet xwe dispêre şerê berjewendiyên navneteweyî û vê pêşniyarê dike: “Mentiqa netewe dewletê, pirsgirêkê kûr dike. Weke hûn jî dibînin, her roj tevlihevî, alozî heye û mirov dimirin. Neçaresertiya mantiqa netewe dewletê ya di pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê de li ber çava ye. Netewe dewleta Filistînê dê pirsgirêkê çareser neke. Hamas heye, Hamas dê biçe dê El Qaîde were. Çareseriya ku em pêşniyar dikin; modêleke çareseriya demokratîk e ku sînor di nav de nîne. KCK, navê çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Pêşniyara me ya çareseriyê, modêla KCK’ê ye.”