24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Abdullah Ocalan her dem ji bo aştiyê têdikoşe’

Siyasetmedar Nîzametîn Toguç, anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hemû bangê xwe de ji bo aştî, azadî, demokrasî û wekheviya gelan bang kiriye û ew bawer dikin ji niha û şûnde jî di heman çarçoveyê de bang bike.

Siyasetmedar Nizamettîn Toguç, têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di demên pêş de bi raya giştî re parve bike axivî û wiha got: Rêberê Gelê Kurd Birez Abdullah Ocalan her tim aştî, azadî, wekheviya gelan, demokrasî û çareseriya siyasî xwestiye. Em bawer dikin dê dîsa  di vê çarçoveyê de peyame bide. Em bawer dikin ku dê dîsa bang li gelê kurd jî û gelê tirk jî bike û wê bibêje ji bo aştiya  bi rûmet û mayinde destê xwe bidin hevdû. Wê bibêje bes e em aştiyekê bi hevre ava bikin.”

Nizamettîn Toguç, destnîşan ku ew bawer dike ku gelê kurd peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îtîraz nake û wiha axivî: “Ji niha de hem gelê kurd û hem jî tevgera azadiya kurd piştgiriyê dide peyamên Birêz Abdullah Ocalan. Lê banga birêz Abdullah Ocalan a ji bo gelê tirk dê çiqas bersîvê bibîne ez nizanim. Sedema vê nêzîkatiya gelê tirk jî girêdayî rayedarên dewletê ye. Eger rayedarên dewletê erênî nêzîk bibin dê gelê tirk jî bersîvê erênî bidin.”

Zimanê wan zimanê şer e

Nîzamettîn Togûç li ser zimanê desthilat û rayedarên dewletê jî rawestiya û got: “Zimanê rayedarên tirk hîn zimanê şer e. Zimanê rayedaran îro xizmeta  aştiyê nake. Hîn jî dibêjin ‘Qatilê zarokan’ û ‘Terorîst’. Bi vî zimanî aştî pêş nakeve. Divê gavên nerm bavêje. Li aliyekî destê aştiyê li aliyê din qeyûm, kuştin û girtin bi hevre nabe. Êrîşên li ser Rojava ne rewa ye. Ew ne axa wan e diçin dagir dikin. Çi karê wan li wir heye? Em bibêjin Rojava ne li gorî pergala wan e êrîş dikin, lê çima êrîşî civaka Êzîdî dikin. Heta niha civaka Êzidî bi 72 fermanan re rû bi rû mane. Çi ji êzidiyên şengalê dixwazin. Ji ber ku civaka êzidî xwe nas kirine, xwe bi rêxistin kirine û xwe diparêzin êrîşî civaka êzidî dikin. Ji ber ku êzidî êdî dixwazin xwe bi rêve bibin êrîşî civaka êzidî dikin. Ji ber di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de xwe bi rêxistin kirine îro Dewleta Tirk êrîşî wan dike. Her roj diçe bombe dike û welatiyan dikujin.”

Ku em nebin yek…

Nizamettîn Toguç, helwesta Raya Navneteweyî jî rexne kir u gto: “Raya Navneteweyî li dijî ve zordestiyê bêdeng in. Nabêjin ‘tu çima dikuje?’ Em bibêjin ku em dijî wan serî hildidin me dikujin. Lê êzidiyan çi li wan kiriye?  Divê berî her tiştî gelê kurd yekîtiya xwe ava bikin. Wekî seydayê Cegerxwîn dibêje ‘Em nebin yek em ê biçin yek bi yek.” Heta niha yekîtî li ser malbat û eşîran pêş ketibû. Niha yekîtiya neteweyî pêş dikeve. Heta yekîtiya neteweyî xurt û bi rêxistin nebe em ê zêde biêşin. Fikr û felsefeya partiya me neteweyî ye.”

Nizametîn Toguç, hewldanên DEM Partî û DBPê yên ji bo yekîtiyê jî nirxand û wiha got: “Serdana DBP û DEM Partiyê yên li Başûr ku bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re çêke gelek girîng e. Gavên gelek baş in. Niha hewayek heye. Hevîyên me jî ji bo yekîtiya gelê kurd mezin in. Lê dagirker destûr nadin. Heta niha dagirkerên Kurdistanê destûr nedaye yekîtiya kurdan çêbibe. Dagirker dibêjin ‘Dema yekîtiya we çêbibe, dê her tişt ji destê me derkeve. Bulent Ecevît digot ‘Siyaseta kurd ji keleşnîkofa kurdan xetertir e.” Çima? Ji ber ku siyaset kurdan bi cîhanê dide nasîn. Niha pirtûkên Serokê gelê  Kurd li zêdetirî 70 welatan wekî dest têne xwendin. Hevalên me yên diplomasiye diçin bi serokwezîr û serokkomarên dewletan de hevdîtinan dikin. Ez bi xwe re 2 caran bi Serokkomarê Avusturyayê re rûniştim. Dewleta tirk kor bûye vê yekê nabîne. Dewleta Tirk xwe tecrîd kiriye. Ewropa dixwaze Selehattîn Demîrtaş û Osman Kavala berde, lê zagonên xwe binpê dike û bernade.”

Nîzametîn Toguç li ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên dawî jî rawestiya û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan, berê bang kiribû û xwestibû Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin. Divê her alî li hemberî vê komîsyonê sûc û kiryarên xwe yek bi yek rêz bike û li xwe mikur bê. Lê piştî wê divê çixêzekê bikişîne ser u piştî wê çixêzê gavên nû yên yekîtî û xwişk-biratiyê bavêjin. Ev banga birêz Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk tê, ne tenê banga ji bo gelê kurd e. Ev bang ji bo hemû pêkhateyên Tirkiyeyê ne. Dixwaze ev xwîn raweste û destê xwe bidin hev. Dixwaze hemû partî, rêxistin, sazî dest bidin hev û kes li derve nemînînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê