12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Em ji çareseriyê re amade ne

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser helwesta AKP û MHP’ê ku ji nû ve nîqaşên destura bingehin anîn rojevê wiha dibêje: “Heta realîteya Kurd ji aliyê parlamentoyê ve neyê qebûlkirin hûnê çawa destura bingehîn amade bikin? Em ji bo çareseriyê amade ne, em destê aştiyê dirêj dikin.”

Destilatdariya AKP-MHP’ê ji nû ve nîqaşên destura bingehîn anîn rojevê û li dijî “Destura bingehîn a Darbeya 1982’an” a Kenan Evren, banga “destura bingehîn a sîvîl û nû” tê kirin.  Destura Bingehîn a 1924’an ku zemîna Destura Bîngehîn a 1982’an avêt, nirxên demokratîk yên 1921’ê tune hesiband û ji îbareya ‘serdestî bê şert û merc ya gel e’ tune hesiband û hemû gel derbasî ‘her kes Tirk e’ kiriye.

AKP di 2002’an de hat desthilatdariyê û bi soza “destura bingehîn ya demokratîk û sivîl” dihat desthilatdariyê û der barê 4 xalên ewil ên destura bingehîn de tu gavek şênber navêt. Berovajî vê polîtîkayên înkar û îmhayê girantir kiriye, şer dijwar kiriye û tecrîda li Îmraliyê veguhestiye  pergala îşkence û qirkirinê. Di 1’ê cotmehê de meclîs vebû. Ji wê rojê heta niha desthilatdariyê berê xwe daye DEM partî û Kurdan. Wekê ku bi DEM Partiyê re hevdîtin kiribin nîşan didin. Serokomar Tayyîp Erdogan û serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daxuyanî dan û gotin ku ji bo krîzê çareserî ji Îmraliyê tê payîn. Devlet Bahçelî bang li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û xwest Abdullah Ocalan gavan bavêje.

‘Divê desturek bingehîn ya çawa hebe’

Rêberê PKK’ê heta îro ji bo çareseriyê gelek caran banga “destura bingehîn” ya nû kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re ji bo çareseriya pirsgirêka demokratîk a Kurd pêşniyara “destura bingehîn a demokratîk” dike û wiha dibêje: “Divê destureke bingehîn ya vê tundiya 40 salan ji  holê rabike hebe. Hebûna Kurdan hîna ji aliyê dewletê ve nehatiye qebûlkirin. Divê hebûn bê qebûlkirin. Di vê mijarê de divê Pêşnûmeya Reforma Kurd a 20 xalan û Destura Bingehîn ya 1921’ê esas bê girtin.”

 ‘Divê di esasa feraseta neteweya demokratîk de be’

Abdullah Ocalan di hevdîtina 2007’an a bi parêzeran re bi dehan carî destura bingehîn a 1921’ê bi bîr xist û wiha got: “Destura bingehîn a Komara Tiriyeyê xwe îfadekirina hemû aliyan  a demokratîk îfade dike. Em ji bo çareseriyê amade ne. Ez dîsa destê aştiyê dirêj dikim. Divê Kongreya Destura Bingehîn ya Demokratîk bê pêşniyarkirin. Divê di mehekê de bicivin. Nîqaşên destura bingehîn hene. Gelek alî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê bawer dikin. Divê ev di çarçoveya neteweya demokratîk de be. Bi vê hedef ê divê kongre bê avakirin.”

 ‘Daxwaza me yekitiya demokratîk e’

Abdullah Ocalan di hevdîtinên 2008’an de diyar dike ku divê destura bingehîn nirxên gerdunî bihewîne û wiha didomîne: “Ligel van nirxan divê mafê Kurdan bikevin bin ewlehiya destura bingehîn. Ev wê çareseriyek cidî pêş bixîne. Ez dîsa dubare dikim. Ev pirsgisrêkek sedsalî ya dusedsalî ye. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Min ev pirsgirêk dernexistiye.  Min ev pirsgirêk li Enqereyê li pêş xwe dît. Çarseriya pirsgirêka kurd bi demokrasiyê pêkan e. Daxwaza me yekitiya demokratîk e.”

 Ger derfeta siyaseta demokratîk bê dayîn…

Behsa yekitiya Kurd û Tirkan dikin. hewce bi gotinan tuneye. Ji xwe Kurd û Tirk wekhevin. Lê ev yekitî bigihêje stratejiyek demokratîk wê her tişt çareser bibe. Hewcedarî bi têkiliyên demokrasî û kordînasyonê heye. Hewce bi demokratîkbûna têkiliyan heye. Divê ev bikevin jiyanê.”

 ‘Em destura bingehîn ya 1921’ê ji nûve saz bikin’

Abdullah Ocalan di hevdîtina 22’ê Gulana 2009 û hevdîtina 2010’an de diyar dike ku divê ji bo çareseriyê Destura Bingehîn ya 1921ê esas bê girtin û wiha vedibêje: “Ez ji vê wêdetir belgeyê nas nakim. Ev belgeyek dîrokî ye. Ez ê li ser vê bisekinim. Destura Bingehîn ne desturek bingehîn a  parçe dike ye, ya tîne gel hev e. Sînorên Mîsakî-Mîlî dihewîne. Newekheviyê nake. Parlamenteriya Kurdistanê heye, ji bo Kurdan muhtariyek heye.  Destura Bingehîn ya 1921’ê desturek bingehîn a di çarçoveya demokratîk de ye.  Ne tenê hikûmet divê muxalefet jî berpirs nêzî nîqaşên çareseriyê bibe.”

‘Îradeya mîlyonan tê piştguhkirin’

Abdullah Ocalan di hevdîtina 2010’an de dîsa baldikişîne ser nîqaşên destura bingehîn û wiha tîne ziman: “Destura Bingehîn hema wisa ne karekî hêsane. Ne lîstik e. Destura Bingehîn hiqûq, têkiliyê gelan sererast dike. Ji ber vê girîng e. Destura Bingehîn peymaneke civakî ye. Ev jî bi hevparbûna daxwazên civakê dibe.  Lê îradeya mîlyonan piştguh dikin.

Bi her kesî re hevdîtinê bikin

Çi dibe bila bibe herî dawî nokteya em bênê çareseriye. Wê çareserî pêk bê. Ez  ji bo ku êş neyê kişandin xwîn neyê rijandin û çareserî pêk bê hew didim. Ez ji bo vê dibêjim ku xebatên destura bingehîn ya demokratîk zêde bikin. Di vê çarçoveyê de bi her kesî re hevdîtinê bikin.”

Çavkanî: Jinnews