Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiyara “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” berê xwe dan Amarayê. Meşa ciwanan di roja 3yemîn de ji Navçeya Pirsûsê ber bi Amarayê ve didome.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo meşa ku tê li darxistin peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan ya ku di meşê de hat xwedin bi vî awayê ye: “Meha Nîsanê ji bo min Ronesansek e, zayînek ji nû ve ye. Meşa ciwanbûnê, meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşandina ber bi azadiyê bi wate ye.
Ez biçim ku xwe birêxistin dikim. Gava ez diçûm dibistanê komek min ya ku bi min re tevdigeriya hebû. Civakbûyîn bi vî awayî pêk tê. Ji zaroktiya xwe heta niha ez vî tiştî dikim.
Sosyalîzm tê wateya civakê, civakparêziyê. Sosyalîstbûn jî civakîbûne. Divê li Kurdistanê jî siyaset bi vê têgihiştinê bê kirin. Navê vê siyasetê jî dibe siyasete civakparêz û sosyalîst. Ev jî bi rêxistinbûnê pêk tê. Rêxistinbûn karê herî girîng e. Heger hûn vê pêk neynin ez ê bi awayekî giran rexne bikim. Ji bo wê divê hûn xwe û her cihê ku lê ne rêxistin bikin.
Ez piştgirî didim xebatên we û silavên xwe ji we re dişînim.
Abdullah Ocalan
31.03.2025”