Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî kongreya avabûnê ya Nûnertiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a li Rihayê bû. Kongre li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê pêk hat. Omer Ocalan di kongreyê de axivî û wiha got: “Me beriya demeke nêz bi Serok re hevdîtinek kir. Di her hevdîtinê de Serok dibêje, ‘Hûn biçin kîjan civînê, hûn kîjan karî bikin silavên min li gelê min bikin.’ Rêber Apo silavên xwe ji her derê re dişîne.”
Omer Ocalan, bal kişand ser hevdîtina 31ê cotmehê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got, “Serok di hevdîtina me ya dawî de got, ‘Ez li vê derê dixebitim. Sibê-êvarê dixebitim. Gelek derfetên we hene. Saziyên we hene. Divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Pêwîste hûn wezîfeya xwe pêk bînin’. Kurdiya Serok gelekî xurt e. Piraniya hevdîtinê bi kurdî bû, nîv saeta dawî ji bo axaftina li ser hin mijarên hesas ên siyasî bi tirkî derbas bû. Divê dewlet gavên şênber biavêje. Kurdan berdêlên giran dan. Em ê li her derê xwedî li nirxên xwe derkevin.”
Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn jî axivî û got, “Em bi biryar in ku li ser şopa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têkoşînê derbasî siberojê bikin.”
Piştî axaftin u raporan TUHAY-DERê hilbijartina xwe pêk anî û rêvberiya xwe diyar kir.
