22 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were avakirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansa  ku li Almanya tê li darxistin re peyam şand û got: “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e.”

Li bajarê Bonnê yê Almanya bi pêşengiya Komeleya Lêkolînê ya Aştiyê konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Li Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfên Pêşerojê’ bi tevlibûna gelek kesan tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Li Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfên Pêşerojê’ re şand.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Beşdar û dostên hêja

Her kesê ku bawer dike pêvajoyeke avakirina civakî û aştiyê ya ku timî ked û biryardariyê dixwaze heye, di vê civînê de kom bûne. Ez we hemûyan silav dikim.

QAD a ku li ser esasê vê armancê xebatan dimeşîne, bi taybetî têkildarî meseleya kurd ji bo pêkanîna aştiyê û parastina wê, dikeve nava hewldanan, ev yek xwedî girîngiyeke mezin e. Aştî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên li herêmê hêvî ye û bi nirx e. Ev hewldan tevkariyeke girîng e ku fêmkirina navbera gelan xurt dike; zemînê civakî ya jiyana bi hev re ya bi rûmet û aştiyê çêdike.

Xebatên wiha divê zemînên bi tendurist ava bike ku nasname, êş û xeyalên pêşerojên cuda di asoyeke aştiyê ya hevpar de lê bicivin. Aştî di heman demê de rewşa lihevkirineke civakî ye ku edalet, wekhevî, azadî û hurmet dayîna hevdû lê sazî dibe.

Îro qonaxa dîrokî ya em têde, wê bandorê li çarenûsa Tirkiye, Rojhilata Navîn û civaka kurd bike. Dema ku em di nav de, derfeteke welê pêşkêş dike ku ji pêvajoya negatîf derbasbûna pêvajoya veguhertinê ya pozîtîf mimkun dike; şer, jiderve hiştin û bêhiqûqî derbas bibe. Ev derbasbûn ne tenê tercîheke polîtîk e, di heman demê de hewldaneke ku rastiyên dîrokî û gerdûnî neçar dike.

Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e. Ji vî alî ve pir girîng e ku dawî li pêkanînên kêfî were, pîvanên hiqûqa gerdûnî û biryarên saziyên navneteweyî demildest bên bicihanîn.

Ez hêvî dikim ku ev konferans bibe gaveke ku ji bo zêdebûna derfetên aştiyê, kûrbûna rêyên çareseriyê û pêşeroja hevpar a gelan rêyên nû vebike.

Ez her kesê ji bo aştiyê ked dide bi rêzdarî silav dikim, di xebatên we de serketinê dixwazim.

Abdullah Ocalan

Girava Îmraliyê”