Li seranserê cîhanê jin li dijî pergala nêrza dadikevin qadan. Ji welatên ku herî zêde êrişî jinan tê kirin yek jê jî Tirkiyeyê. Bi taybetî jî ji roja ku AKP bûye desthişat heya niha tahdeya li jinê gelekî zêde bûye. Di 7 salên ewil ên desthilatê de tahdeya li jinê tê kirin ji sedî hezar û 400 zêde bûye.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ferzkirinên paşverû rexne dike, di sala 2010’an de li hemberî AKP’ê jinan hişyar kiribû û bal kişandibû ser rêxistinkirina jinê.
‘AKP xetereyeke mezin e’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina Sibata 2010’an de ya bi parêzerên xwe re nerazîbûna xwe ya ji bo kuştina Medîne Memiyê ku di sala 2009’an de li navçeya Kolik a Semsûrê bi saxî hatibû binaxkirin anîbû zimên û bi vî awayî jinan hişyar kiribû: “Feraseta AKP’ê gelek xetere ye. Xetere ne tenê ji bo kurdan e. AKP ji bo jinan xetereyek mezin e. Jin ew azadiya ku dîtine, dibe ku êdî bermayiyên wê jî bi dest wan nekeve. Li Semsûrê terîqeta Menzîlê bi bandor e. Li vir zarokeke keç bi zindî tê çalkirin, ev ji recmê xetertir e. Belê feraseta AKP’ê ev e. Di çalkirinê de mirov hêdî hêdî axê dixwin û dimirin. Lê di remcê de mirov qet nebe bêhnê distîne. Dîsa di rojnameyan de her roj tundiya li ser jinê cih digire. Mêr li kolanê tahdeyê li jinê dike û dibêje ‘te ji min hez nekir’ û wê dikuje. Li cihekî din guhan jê dikin, pozan jê dikin, ev hemû berhema vê ferasetê ye. Ji bo vê dibêjim; divê li ser esasê felsefeyê em tevbigerin. Divê xebatên felsefîk bên kirin, bên nîqaşkirin, bên rêxistinkirin. Ancax ev dikarin vê ferasetê rawestînin. An jî wê encam wisa be û dê azadiyên sînorkirî yên heyî jî ji dest we biçin.”
Cîhanê hêza jinan dît
Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku di sala 2015’an de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinan re şandibû, li dijî desthilata ku jinan ji qada giştî xalî dike û wan hepsî malê û malbatê dike îşaret bi girîngiya hêza rêxistinkirî kiribû û gotibû: “Di şexsê Kobanê de, jinan bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkanê çavên xwe li jiyaneke nû, li şaristaniyeke nû vekirine. Ez bi van hesatn jinên wêrek ên ji bo azadiyê têdikoşin silav dikim û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim. Niha tevahiya cîhanê di şexsê jinên berxwedêr de ev yek dîtiye û di kovarên xwe de behsa vê bedewiyê dikin. Ev azaweriya azadiyê li vir welidî. Ev, divê rast bên fêmkirin. Li Kurdistanê, di realîteya kurdan de divê mirov bi vê sosyolojiyê zanibe. Ez evînê, hezkirinê û malbatê înkar nakim. Girêdana bi vê, girêdaneke esîl e, lê bêyî jiyaneke azad tu wateyeke evana tune ye. A ez behs dikim evîneke civakî ye.”
Peymana xwe ya civakî çêbikin
Azadiya jinê ji bo min di ser her tiştî re ye. Jiyana herî bedew, jiyana jina azad e. Tu kirêtî bi qasî yekkbûna bi jineke kole û mêrekî serdest re kirêt nîn e. Her wiha tu yekbûn û yekpareyî, bi qasî ya bi jineke azad û mêrekî serdestiya xwe têkşikandiye bedewtir û rasttir nîn e. 30 sal in piştgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Pêwendiya min û peymana min a bi jinê re girîng e. Divê hûn peyamana civakî ya jinê pêş ve bibin. Divê peymaneke wisa be ku li dijî cinayetên jinan, sinetkirina jinan, destdirêjiya li jinê û gelek tiştên bi vî rengî têbikoşe. Divê hûn bi berfirehî li ser biesekin. Baweriya xwe bi mêran neynin. Dogmatîka mêrî birûxînin. Baweriyê bi jintiya xwe bînin. Wekhevî û azadî bi meseleya jinê pêkan e. Lewma şoreşa me, şoreşa jinê ye.”
Pevçûna du feraseta ye
Bêyî jinê, jiyan ne pêkan e. Bêyî azadiyê etîk û estetîk ne pêakn e. Tişta ez jê re dibêjim ‘etîka jinê’, hêza biryardayînê ya jinê ye. Dayin an jî standina jinekê nayê qebûlkirin. Divê tu bibêjî ‘ez ez im.’ ‘Ez ne ya tu kesî me.’ Jin ne jina mêrî, ne keça bavî yan jî ne xwişka bira ye. Divê ne wisa be. Jin, divê bi xwe be. Divê bi azwerî lis er formula vê bê sekinandin û tarîtî bê ronîkirin.”
Dibêje ‘3 zarok, zewaca di temenekî biçûk de.’ Vê jî bi zanebûnî dibêje. Ez jî bi zanebûnî dibêjim. Her du feraset bi hev dikevin. Hela em ê mêze bikin, bê ew bi ser dikeve yan em. Di sernavên min ên ji bo çareseriya demokratîk de jî, xala ewil azadiya jinê ye. Fêm nakin. Dibêjin, ‘Çi eleqeya vê bi çareseriya demokratîk re heye.’ Ez pir zelal diaxivim. Têkiliya azadiya jinê ya bi çareseriya demokratîk re pir zelal e. Min berê jî gotibû; li welatekî wisa ku ev qas jin lê tên kuştin, ez nikarim bibim endamê vê dewletê. Çareserî, bi wekheviya jinê, bia zadî û hiqûqa jinê pêkan e. Ji bo min tişta esas hiqûq û azadiya jinê ye.”
Ez bi jinên berxwedêr bawerim
Çanda serdest a mêrî ya 5 hezar salî, çandeke tecawizker e. Em hewl didin ku rastiya jinê ya ku 9 hezar sal in rûxiyaye rakin ser pêyan. Lewma tevahiya xebata me ya guftûgoyê, xebata jinê ye. Ji lew re pirsgirêka jinê, pirsgirêkeke çandî, siyasî, aborî û civakî ye. Diyaloga min a bi dewletê re jî di çarçoveya projeya demokratîk de ya li ser esasê azadiya jinê ye. Dirûşmeya jinê; ‘Heya Ocalana zad nebe, em ê azad nebin.’ dirûşmeyeke xweş e. Ji lew re ez azad im. Divê hûn jî azad bin. Lewma di vî warî de ez bi we jinên berxwedêr pir bawer im. Ez dixwazim vê yekê diyar bikim, di pêvajoyeke wisa dîrokî de cara ewil di nava şandeyeke guftûgoyê de hebûna jinan nirxeke dîrokî ye û ez pîroz dikim. Ez wisa bawer dikim ku sedsala 21’ê dê bibe sedsala azadiya jinê. Li ser vî esasî ez careke din we bi rêzgirî silav dikim û di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazim ji bo we.”
Ocalan bal kişandibû ser vê talukeyê
Tiştên ku Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bal kişandibû ser wan û ew wekî “xetereyê” pênase kiribûn, di 20 salên desthilata AKP’ê de yek bi yek derketin holê. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku her tim jinan dike kedef û wan biçûk dixîne, ji bo tahdeya li jinê tê kirin gotibû “‘diçirçirînin.’ Bi vî awayî hemû mekanîzmayên li dijî tahdeyê ji holê hatin rakirin û bi vê re jî tahdeya mêrî veguheriye ‘qesda li jiyana jinê.’ Li gorî çeteleya JINNEWS’ê tenê di 11 mehên 2022’yan de 330 jin ji aliyê mêrên nêzîkî xw eve hatine kuştin
Terîqat û cemaet
Terîqat û cemawetên ku Abdullah Ocalan tim bal kişandiye ser wan jî bi pêwendiya xwe ya bi AKP’ê re qet ji rojevê derneketine. Mînaka vê ya herî dawî jî Cemaeta Îsmaîlaxayê ye. Ev cemaet ku piştî derket holê damezrînerê Weqfa Hranûrê Yûsûf Ziya Gumeşel keça xwe ya 6 salî bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re “zewicandiye” careke din ket rojevê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cemawet pêşengiya kampanyaya fesixkirina Peymana Stenbolê kiriye.
Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, vê carê jî Cemaweta Nûrê xwest qanûna hejmara 6284 bê betalkirin. Bi nîqaşên ji bo destûra bingehîn Qanûna Medeniyê careke din bû hedef.
Komeleyên jinan hatin girtin
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Di çarçoveya Rewşa Awarte de Komeleya Jiyanê ya Jinê ya Semsûrê, Komeleya Lêkolînên Jinan a Ankayê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Panayirê ya Bûrsayê, Komeleya Jinê ya Cerenê, Komeleya Jinê ya Heftrengê, Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Sîwana Jinê ya Mûşê, Komeleya Jinê ya Mûşê, Komeleya Jinê ya Selîsê, Komeleya Jinê ya Wanê ku di warç hiqûqî, aborî û derûniyê de piştgiriya jinan dikirin û bi perwerdehî û projeyên xwe hayjêxwebûnê li jinan peyda dikirin, hatin girtin. Her wiha modela “Hevserokatiyê” hat teorîrzekirin û hedef hat girtin.
Zarok hedef tên girtin
Gelê ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê xizan bû, berê zarokên xwe dan terîqet û cemaetan. Li gorî daneyên bi rêya çapemeniyê hatine ragihandin, di 5 salên dawî de hejmara wargehên terîqet û cemaetan ji sedî 93 zêde bûne û gihaştine 3 hezar û 311’an. Cemaet û terîqetên ku berê ji aliyê Perwerdehiya Neteweyî ve dihatin kontrolkirin, niha di bin berpirsiyariya Diyanetê de ne. Bi vê re destdirêjî û destavêtina li zarokan jî zêde bûye. Desthilat ku berê ji bo destdirêjiya li 45 zarokan a li Weqfa Ensarê gotibû “ji carekê tiştek çênabe” 2 sal berê jî hay ji destdirêjiya li Weqfa Hîranûrê çêbûye û vê detsdirêjiyê jî bi vî awayî parast “ne mijara siyasetê ye.” Erdogan, Cemaeta Îsmaîlaxayê wekî “saziya nûnerê baweriyê” îlan kiribû.
Li gorî Statîstîkên Sîcîla Edlî yên 2021’ê yên Wezareta Dadê, ji 50 hezar û 370 dosyeyên di çaçroveya Sûcên Li Dijî Parêzbendiya Zayendî de, 20 hezar û 459 dosye jê têkildarî destdirêjî û destavêtina li zarokan e.