19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan bû sazkarê aştiya gerdûnî

Mîdya Mîqted

Banga Aştî û Civaka Demokratik ya Rêbertî hişt ku dewletên mêtinger li xwe vegerin û dest ji dijderketina li hember aştiyê berdin. Peymana di navbera General Mazlûm Ebdî û Colanî de jî encama vê bangê ye

Di nava qeyran û aloziyên ku cîhan tê re derbas bûn ango ev cîhana ku bi aloziyan rû bi rû mabû de parçeyek ji vê cîhanê ango temamkerê vê cîhanê rojavayê Kurdistanê bû. Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ev zêdeyî 14 sal in ji aliyê hêzên dîktator ve rastî bêmafî, bêdadî û koletiyê hatin. Herwiha di dirêjahiya temenê vê aloziyê her serhildanên ku weke çiroskek biçûk bûn sedema pêkanîna şoreşa ku bi navê 19ê Tîrmehê tê nasîn. Bi berdewamî hewldana pêkanîna şoreşek di nava şoreşê de dihat kirin.

“Rejîma Baasê”ango “Dîktatoriya mala Esad” zêdeyî nîv sedsal li ser desthiledariyê ma ango zêdeyî 50 sal gelê rojavayê Kurdistanê di hemû cure tunekirin, qirkirin û sîstemên ku li ser hesabên perçiqandina gelan xwe mezin kirin, temenê xwe dirêj kirin. Sîstemek ne adil ne wekhev ji azadiya kesayetî ji demokratik bûnê dûr ku ji yek reng, al, ol û netew pêk dihat nêzê gelên di bin serweriya xwe de ne bû. Gelek caran bi hezaran mirov bi kêfî dan kuştinê…

Pêngavek şoreşgerî dîrokî ronasansî li Rojava hat destpêkirin, bi derfetên kêm bi kadroyên bandorker bi felsefeya ramanwarê mezin Abdullah Ocalan bi hebûna stunek bingehîn ku şoreşê kir şoreş. Bi hebûna jinan li Rojava serhildan, raperîn û şoreş bûn yek û bi vî awayî bi sîstemek berovajî sîstema rêjîma Baasê ku navê wê “Neteweya demokratik e” rejîma sîtemkar têk birin. Binyasê qirêjiya wan di erdnîgariyek ku hemû gel tê de bûn yek, nema. Lê gelek bedelên giranbuha hatin dayin. Wek ku dayikên bajarê Efrîna dagikirî dibêjin “Ên ku tiştê buha bixwaze dê wek berdêl tiştê bihatir bidin”. Şoreş bi van berdêlan bi ser ket. Slogana “Jin Jiyan Azadî” ji weke dirûşmeyek bêhtir bû felsefe bû nasnemeya jinên rojavayê Kurdistanê. Destkeftiyên ku hatin bi dest xistin heta roja îro tên parastin. YPG û YPJ hatin avakirin.

Wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Cihê jinê di pêşketin û biryarên civakê de tune bû lê di qadên siyasî û leşkerî de cihê xwe girtin” jinan jî li ser bingeha vê felsefeyê tekoşîna heqîqet û azadiyê dan meşandin. Herçiqas ji destpêka şoreşê û heta salên 2025an êrîşên hov ên dewleta tirk û çeteyên wê yên bi armanca têkbirina rola jin û projeya netewa demokratik berdewam kiribin jî jin li dijî van êrîşan bêhtir bi israr destkeftiyên xwe parastin.

Banga Aştî û Civaka Demokratik ya Rêbertî hêşt ku ev dewletên mêtînger li xwe vegerin û dest ji dijderketina li hember aştiyê berdin. Di navbera General Mazlûm Ebdî û Colanî ku niha li şûna rêjîma hilweşiyayê di desthilatdariya Şamê de cih digire hatin îmzekirin li ser bingeha pêkanîna banga aştî û dawî kirina aloziyê ye.

Bêguman li gelek deverên Rojava sîstema netewa demokratik hat belavkirin. Di herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de sînordar nema. Jinan bi hêrsa tolhildanê serî li hember hemû cure zextan rakirin, li vir di nava erdnîgariya Sûriyeyê de bajarek heye navê wê Heleb e dinya wê nas dike lê du tax di nava Helebê de hene gelek bi nav û deng in. Di warê berxwedaniya wan a li hember hemû sîstemên mîtinger û grubên çeteyan sînoran derbas kiriye. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê du taxên ku sîstema şerê gelê şoreşgerî ji wir destpêkirin ji salên 2013an de gelek car rastî şer û êrîşên giran hatin. Şerê herî giran şerê 2016an ku 27 grubên çeteyan bi ser van taxan de hatin deqewimî. Di wê demê de sivîl bi awayeke hovane hatin kuştin, rê li ser taxê hatin girtin, hejmara şervanên ku van taxan diparastin gelek kêm bû. Ev yek bû sedem jin, mêr, kal û pîr û zarokên taxê berê xwe bidin qadên cengê da ku li tenişta şervanên xwe bibin palbişt û bibin parêzvanên taxa xwe. Hin jin di çêkirina mewziyan de cih girtin, gelek dayik bênavber xwarin ji şervana re amde dikirin. Kal û ciwanên taxê berê xwe dan cebheyên pêşî û ya herî balkêş di va taxan de qewimî ku “dema şer li cihekî diqewime yekser zarok di jêrzemîn û eywana de tên veşartin. Tenê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di şer de zarok xwarin û av ji cebheyan re dibirin”. Di salên 2013-14-15an de şer li van taxan hebû lê tevî wê Newroz û 8ê Adarê herwiha 4ê Nîsanê dihat pîrozkirin. Li derve şer diqewimî li hundir di nava malan de govend dihat gerandin û perwerde bê navber berdewam dikir. Astengî û kêm derfetî gelek bûn. Şer bi qasî kêm derfetiyan giran dibû lê ji ber ku jin, mêr, kal, pîr û zarok li ser sîstema şerê gelê şoreşgerî xwe perwerde kirin ango ji ber felsefeya Rêbertî ji xwe re armanc girtin ev tax bi ser ketin.

Di şer de hemû rê li ser taxê hatin girtin, nan, av, ceyran kêm bû. Ji tunebûnê hebûn hat afirandin ji ber bi fetîl û birincê dayikan mum çêdikirin û heta sibehê ji bo ronîkirina taritiya ku dişibe zihniyetên çeteyên ku êrîşê wan dikirin heta sibehê dihat pêxistin. Taxên bi navê Muxebarat ku heta roja îro bi erdê ve bûne yek eger dîwarên wê biaxiviyana wê beşek mezin ji qehremantiya gel vegotana.

Piştî şer di dawiya 2016an de bi dawî bû, ji nû ve sazî hatin avakirin. Ji aliyê rêjîma Bassê ve ev her du tax her di nava dorpêçê de bûn. Di demsala zivistanê de sotemenî derbasê taxê nedibûn. Lê gel bi her awayî pêdiviyên xwe peyda dikirin. Herwiha kesên ku di van taxan de di sazî û destgehan de cih digirtin gelek caran dema berê xwe didan taxên din yên Helebê ku di bin kontrola rêjîma Baasê de bûn dihatin binçavkirin û girtin. Ev yek bi hilweşîna Esed bi dawî bû HTŞê ya ku bi qirêjî û kujertiya xwe tê nasîn cihê xwe di desthiledariya Şamê de girt. Li şûna guhertina rewşê û bidawîkirina aloziya Sûriyeyê her ku çû alozî kurtir bû. Li ser nasnemeyan gel dihat girtin. Jin û rola jinan hat paşguhkirin. Di bin navê îslama radikal zagonên dijberî pîvanên sincî dan meşandin. Gelek car hewldan êrîş bi ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ve bibin û ewlehiya ku bi berdêlên pir giran di taxê de hatin avakirin têk bibin. Herwiha xwestin ew jiyana ku pêkhateyên cuda bi hev re li van taxan dane avakirin ji holê rabikin.

Lê ji bo pêkanîna ewlehiyek aştiyane di taxê de ji aliyê insiyatifa welatiyên taxê hewldana mohrkirina peymanek ku jiyana wekhev di xwe de vedihewîne bidin îmzekirin ev yek jî pêk hat. Peymanek ku ji 14 xalan pêk tê di navbera Meclisa Giştî a her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û di navbera desthilata Şamê de hatin mohrkirin. Ev mohrkirin bû sedema pêkanîna aramî bû kilîta çarekirina aloziya Sûriyeyê û bi dawîkirina xwînrijandinê bi vê peymanê carek din sistema hevserokatî û demokratikbûnê derket pêş. Weke yekem xal ya pêkanîna vê peymanê îro di navbera Meclisa leşkerî ya taxê û di navbera rêveberiya HTŞê de berdêlkirina girtiyan hat çêkirin. 146 girtiyên me hatin berdan di nava wan de 13 şervanên YPJê bûn yên ku bi fedekariya xwe xwestin rûmeta jinan berxwedanî û destkeftiyên jinan bidin parastin û esîr hatin girtin. Di dema berdana wan de ew şervan ku paçên reş dabûn ser serê wan bi tilîlî ew paçê rakirin û felsefeya jiyanî “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin. Çawa ku awirên reş ji pêş tava rojê bi alîkî ve biçe û her der ronî bike derketina wan jî ji zindanên tarî wisa bû. Sedema bilindkirina biisrar a berxwedaniya gel di Rojava de û di serî de di Bendava Tişrînê de di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û hemû Sûriyeyê vediguhere rasthatina li perwerdeyên Rêbertî û pêkanîna perspektîf û ramanên ramanwarê mezin Abdullah Ocalan ya ku bi felsefeya xwe û bi îradeya xwe Îmralî kir navenda îradeyê û bû sazkarê aştiya gerdûnî û bi gewdekirina serdema ronesansa civaka aştiyan e.