Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER), 4emîn kongreya xwe ya asayî li hêwaneke dawetê ya Okmeydanî ya Stenbolê li dar xist. Gelek kes tevlî kongreyê bûn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr Arîfe Çinar û Çinar Altan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên Dayikên Aştiyê, , Komaleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re (MATUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Kongre piştî deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û diyar kir ku di pêvajoya pevçûnê de gelek êşên wan çêbûne û wiha got, “Em êdî naxwazin xwişk û birayên xwe winda bikin. Serê me bi şehîdên me bilind e, ew hemû nirxê vê gelî ne. Ger em îro dikarin qala demokrasî û azadiyê bikin û bi zimanê xwe biaxivin ev bi saya wan e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava berxwedanê de ne. Hêviya me zêde ye! Her wiha em di nava pêvajoyeke krîtîk de ne. Ev pêvajo bi banga rêzdar Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de dest pê kir. Ez di wê baweriyê de me ku Rêbertî jî difikire ku berdêlên çawa hatin dayîn. Eger têkoşîna ku em di nav de ne bi ser bikeve, em ê bi hev re bikenin. Li aliyê din em îro nikarin bibêjin ku tecrîd rabûye. Hevdîtinên li Îmraliyê hîna jî bêyî erêkirina wezaretê nayê kirin. Lê li gorî duh îro hevdîtn rehettir çêdibin. Hizr û gotinên rêzdar Ocalan ji Rojhilata Navîn re dibe rênîşander. Girêdayî vê hêviyê, deklerasyon, hizir û pirtûkên wî cîhanê ronî dike. Em guh bidin rêzdar Ocalan. Em ê vê pêvajoyê bêyî çek, bêyî xwîn rijandinê û bêyî ku tu mirovên xwe winda bikin bi rêya siyaseta demokratîk birêxistin bikin.”
Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
Piştre Kurdiya peyama Abdullah Ocalan ji aliyê Mehmet Bulut ve û Tirkiya vê jî ji aliyê Dayika Aştiyê Rewşan Doner ve hate xwendin.
Temamiya peyamê bi vî rengî ye:
“Dilsoziya me ya bi bîranîna şehîdên me yên têkoşînê, avakirina civakekî demokratîk di nava aştiyê de ye. Ez hemû şehîdên têkoşînê ku di van axan de ji bo azadî, rûmet û jiyana wekhev a gelan jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Fedakariya van di meşa azadiyê ya vî gelî de wekî hişmendî, îrade û daneheva dîrokî dijî. Ew wîjdanê têkoşîna me û rastiyên dîrokî ne ku di bîra gelê me de şopên nayên jêbirin hiştine. Lê divê bi aşkerayî bê gotin ku di qonaxa niha de têkoşîna azadiyê, ne hunera zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jiyanê ye. Bîranîna şehîdên me, ne bi windahiyên nû, lê bi avakirina wê jiyana demokratîk, wekhev û birûmet a ku wan di oxira wê de li ber xwe daye, watedar dibe. Her windahî, ji bo min çiqasî sedema têkoşînê be, ewqasî jî êşeke giran e ku ez di dilê xwe de hildigrim. Ez dixwazim rê li ber şehadeta ciwanek bi tenê jî bigrim û nehêlim ku dayikek din jî li pey zarokê/a xwe şînê bigre.
“Dilsoziya rastîn ne vekirina rêya windahiyên nû ye; berovajî wê, bi wêrekiya avakirina zemîna siyasî û civakî ya ji bo têkoşîneke aştiyane ye. Mîrasa ku wan ji me re hiştiye ne domandina şer e, nîşandana vîna çareseriya demokratîk e. Wan têkoşîn kir ji ber ku bawer dikirin ku pêşerojeke ku gel tê de bi hev re û bi azadî bijîn pêkan e. Erka ku îro dikeve ser milê me, tacîdarkirina vê keda dîrokî bi aştiyê ye û vekirina deriyê serdemeke nû ye ku li ser bingeha lihevkirina demokratîk hatibe avakirin. Rêzgirtina rastîn, rêgirtina li windahiyên nû ye. Bîranîna rastîn, birina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e. Dilsoziya bi şehîdan re, nîşandana wê wêrekiyê ye ku mirov ji cihê ku wan lê hiştiye, civakeke demokratîktir, azadtir û mirovîtir ava bike. Bi vê hest û berpirsiyariyê, ez li ber bîranîna hemû pakrewanên têkoşînê bi rêz bejna xwe ditewînim û xizmên wan bi rêz û hezkirineke bêdawî silav dikim.”
Piştre Hevseroka Bajarê Stenbolê ya Partiya DEM’ê Arife Çınar wiha axivî: “Di encama şerê ku 52 sal in didome de berdêlên giran hatin dayîn û windahiyên mezin çêbûn. Hişmendiya dewleta Tirk her tim li ser girtina ser rastiyê û tinehesibandina wê bûye.Lê belê, ya ku rastiyê derdixe ronahiyê, têkoşîna wê dide û jiyanê bi wate dike, têkoşîna pakrewanên me ye. Birêz Ocalan bi banga aştiyê û civaka demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de kiribû, ji bo pêkanîna aştiyeke bilez li ser vê axê her cure nexşerêyekê datîne holê û ji bo vê yekê li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Lê dema em lê dinêrin, aliyekî ku hebûna hişmendiya dewleta Tirk nîşan dide û gelê Kurd tine dihesibîne jî heye. Îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hebûna xwe nîşan daye û pergala xwe ava kiriye. Felsefeya kûr a rêzdar Ocalan ne tenê li Bakur, li hemû cîhanê ye. Ronahiya felsefeya wî di vê cîhana tarî de diçirûse.”
Piştî axaftinan, di hilbijartinên hatin kirin de Îlhamî Kurt û Hulya Îlbars wekî hevserokên ANKA-DERê hatin hilbijartin.
Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.
