12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan bi fikrên xwe li her derê ye

Eliyê Şemsêxan  

Eger em bi milyonan kurd û dostên kurdan fikrên Rêber Abdullah li cîhanê belav bikin, ez bawerim em ê di çend mehan de hemû cîhanê bi rêxistin bikin û ji pergala kapîtalîst û dagirker paqij bikin û Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Fikrên min li ku be ez li wir im”. Bi dehan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hene. Hemû pirtûkên wî li ser çareseriya pirsgirêkan e. Rêber Abdullah Ocalan bi dehan pirtûk nivîsandin. Hemû pirtûkên xwe li ser çareseriya pirsgirêkên kes û çivakê nivîsandin. Di hemû pirtûkên xwe de li ser rol û rista rêxistinkirina kes, civak û tevgerên civakî rawestiya û zerar û ziyana ku pergalên serdest û dewletan ya li ser mirov û civakan bi berfirehî pêşkêşî mirovahiyê kir. Rêber Abdullah Ocalan ji bo bi fikrên xwe civakê ronî bike û bi rêxistin bike hem li derve û hem jî di zindanê de şev û rojên xwe kirin yek. Kedek pir bêhempa da. Têkoşîn û berxwedanek gelek mezin da.

Rêber Abdullah Ocalan di nava çar dîwaran betonê û zindara tarî de jî dîsa gelek pirtûk û herî dawî 5 cild pirtûkên li ser nexşerêya çareseriyê û xelasiya mirovahiyê ya ji qeyrana heyî nivîsî. Rêber Abdullah Ocalan li gel şertê herî giran û şertên herî kêm dîsa bi hawara her mirovên li azadiyê digere çû. Tevî şertê herî dijwar ji bo aştî, demokrasî û jiyanek aram têkoşiya. Bi fikr û ramanên xwe li her derê destê xwe dirêjî me kir û em ji tengasiyê rizgar kirin. Îro li seranserî cîhanê kijan mirovê bikeve tengasiyê û bixwaze xwe ji wê tengaziyê rizgar bike, em bawer dikin ku dema pirtûkên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne dikare xwe ji wê tengasiyê rizgar bike û dikare çareseriyê peyda bike.

Baş e, eger Rêber Abdullah Ocalan di wan şert û mercên tecrîdê de bi hawara me tê, pêşiya me ronî dike û rê nîşanî me dide, çima em hemû nabin yek û dîwarên ku roniyê asteng dikin, hilnaweşînin. Eger ew bi tena serê xwe bi hawariya me hemûyan tê, çima em nabin yek û bi awayekî fizîkî azad nakin?

Eger ew bi hawariya me tê û me ji gelek tengasiyan rizgar dike, wê demê em jî bi hezaran, sed hezaran û milyonan bibin yek û bi hevre bibin lehî û biherikin Girava Îmraliyê. Eger em bi milyonan kurd û dostên kurdan fikrên Rêber Abdullah li cîhanê belav bikin, ez bawerim em ê di çend mehan de hemû cîhanê bi rêxistin bikin. Çawa ku kevçiyek mast dikare satilek şîr di şevekê de bimeyîne û bike mast, wê demê çima em bi milyonan kurdên ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin her yek nabin haweriyekî-e wî. Çima em bi sed milyonan destê xwe nadin hev û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji nava wan çar dîwaran rizgar nakin. Ku em bi sed milyonan bibin yek tu hêzên cîhanê û tu çekên herî bi bandor ên nukleerî yên DYA û Rûsya nikarin me asteng bikin.

Divê em bi hêsanî karibin ji hêzên serdestên cîhanê re bibêjin;

Pesnê xwe nede, Xezeba te ji tirsa nava teye, Alem pesnê xwe bi mirovahiyê, Dilovaniyê û zanyariyê dide. Lê tu bi şûr.

Min gelek dîtin bahozên zer, Li vî erdî gelek nîv mirov, Di çavê xwe de fêris, Di nava xwe de newêrek û bêbext, Derbas bûne, Gelek hatine bablîsokên zer, behsa xanê mezin Ata û Ismet kir.

Ew hatin û çûn, Lê ez li vir im, Ez li vir im, Li Şirnexê Nisêbînê û li Qulpê ez li virim, Li ber dîwarê birca Amed, Ez li vir im mîn sûrhê me, Li ser sînga te, Mîna dirhê me, Di geweiya te de, Di çavên te de, Bablîsoka ji agirim li vir im!

Divê êdî em her dem li vir bin û neçin tu derê. Divê em êdî her yek bibin hawariyeke-î Rêber Abdullah Ocalan û êdî ji Zindana Îmraliyê rizgar bikin. Kengî me Rêber Abdullah Ocalan ji nava 4 dîwarên zindana Îmraliyê derxist, em ê karibin hemû girtiyên din jî azad bikin. Kengî me hemû girtî aza kirin em ê karibin aştî û aramiyê jî bînin vî welatî. Kengî me aştî û aramî anî vî welatî em ê karibin yekîtiya gelan jî ava bikin û hemû qeyranên aborî, civakî, siyasî jî çareser bikin û êdî dê li gelê kurd gelên din jî bi xwe re azad bike. 26 sal in her tim çavê me li Îmraliyê ye. Lê êdî tenê şopandin û bendewariya ji Îmraliyê têr nake. Divê em destê xwe dirêjî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bikin û wî di nava xwe de bibînin. Divê em karibin raste rast temasî wî bikin û tev li cıvata wî bibin. Kengî me destê xwe dirêjî Rêberê xwe kir, wê demê êdî bendewarî û hesret jî dê bi dawî bibe. Civak û gelên cîhanê dê bêtir azad bibe. Azadîya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan girêdayî têkoşîna me ye. Em çiqas bibin hawarî û li şopa doza wî bin, em ê karibin ew qas zû azad bikin. Êdî dema bendemayinê çû, dem dema azadkirinê ye.